PAJK: Bêrîtan rûmeta jinên azad û Kurdên azad e

PAJK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî ya ku di 25’ê Cotmeha 1992’an de li hemberî êrîşên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê teslîm nebû û xwe ji latê avêt.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) têkildarî salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo hatiye avakirin, tê wateya hemû nirxên ji bo jin û civakan hatine avakirin. Kesayetên dîrokî yên ku têkoşîna me bi pêş ve birine, bûne avakarên herî mezin ên vê destketinê. Di sala 1992’an de li hemberî hêzên dagirker û hêzên Kurd ên îxanetkar, hevrêya me Bêrîtan –Gulnaz Karataş- heta guleya xwe ya dawîn şer kiriye û bi slogana ku 'Bimire nokerî' teslîm nebûye û xwe ji latê avêtiye. Di şexsê hevrê Bêrîtan de em 144 hevrêyên xwe yên ku di heman operasyonê de şehîd bûne jî bi bîr tînin.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi şoreşa civakî û siyasî ya ku xwe dispêre îdeolojiya Rêber Apo teşe girtiye. Ji ber vê jî ji şoreşên din cihêtir e. Rizgarkirina jinên ku bûne kole bûye helwesta Rêber Apo û stratejiya têkoşînê. Li ser vê esasî hevrê Bêrîtan li hemberî feraseta bê bawerî û koleker, taybetiyên jinên azad şênber kiriye û li hemberî Kurdên noker îradeya xwe ya azadiyê temsîl kiriye. Ji ber vê jî hevrê Bêrîtan beşdariyeke îdeolojîk li têkoşîna azadiyê kiriye.

‘EV PÊVAJO BI PÊVAJOYA 1992’YÊ RE XWEDÎ HEMAN KARAKTERÎ YE’

Artêşbûnê jinê ya bi pêşengiya YJA Starê ku li 4 çar parçeyan weke hêzeke mezin a azadiyê xwe rêxistinî dike, di PAJK’ê de ya bi peywira pêşengiya xeta îdeolojîk partîbûna jinê xwe rêxistinî dike, pergalbûna jinê ya li ser bingeha rêxistiniya jinê ya bi KJK’ê Jina Azad, li Rojhilata Navîn bûye hêza pêşçevûnê û pêşeng. Rêber Apo herî pir ji ber vê sedemê rastî êrîşa hêzên hegemonîk ên navneteweyî tê, ji bo vê sedemê li pergala êşkenceyê ya Imraliyê rastî li her cure tecrîd û kirinên faşîst tê. Bi pêşengiya Rêber Apo geşedana Kurdên Azad, dibe xwedî karekterekî wiha ku pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn re dike, li cihê berdest tê xwestin ku bi lîderên qelp ên Kurd ên hevkarên wan pêşî li geşedana azadbûnê were girtin û paşxistin, di rewşa herî dawî de wek ku li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn, destkeftiyên Kurdan ji êrîşan re vedibin. Ji bo vê jî tiştên ku niha têne jiyîn heke bi berfirehî werin nirxandin bi pêvajoya 92’yan re xwedî heman karekterî ne.

Ji bo vê jî girîng e ku kêliya em tê de ne, ji bo ku bibe avakirina pergala azad a gelan a li ser zemîna jina azad û Kurdê azad, ji bo ku bibe xwedî karekterê ku em ê meylên desthilatdarîxwaz, miletperweriya hoveber, hêzên hevkar têk bibin, bi rengê Bêrîtan tevlî pêvajoyê bibin û bi vê wateyê temsîlkirina rûmeta me ya azadiyê ji her tiştî girîngtir e. Ji bo vê jî beriya her tiştî pêdivî pê heye ku li dijî êrîşên hegemonîk, desthilatdarîxwaz, dewleta faşîst û hêzan bi geşkirina têkoşînê destketin werin berzkirin û ev destketin bi pergalîkirina mayinde ya destkeftiyan  werin mîsogerkirin. Şertê pêşî yê vê; ji bo jiyanîbûna rêgeza azadiyê ya bi rengê Bêrîtanî, pêdivî pê heye ku bi berpirsyarî û biryardariyeke ku têkoşîna azadkirina fizîkî ya Rêber Apo wer biserxistin, mirov tevlî pêvajoyê bibe. Ji bo vê jî helwesta Bêrîtanî azadiya Rêber Apo ferz dike.

Bi vê re têkildar, li ser bingeha nasnameya Kurdê azad ji bo pêkhatina hewlesta neteweyî û yekîtiya neteweyî, têkoşîna dijî meylên miletperweriya hoveber, teslîmbûyî, paşverûker divê rast were dayin û ku hemû Kurd li dor nasnameya Kurdên azad bi rê xistin bibin ev ê were maneya jiyanîbûna xeta Bêrîtan. Ji bo vê jî pêdivî pê heye ku polîtîkayên qelp ên neteweyî werin deşîfrekirin, li dijî hişmendî û meylên ku dixwazin destkeftiyên Kurdan bi hevkarî paş ve bixin divê têkoşîn were dayin û ji her demê zêdetir divê bi pêşengiya Rêber Apo siyaseta yekîtiya neteweyî were pêşxistin.

Ya sêyemîn jî, bi pêşengiya îdeolojiya azadiyê ya jinê, bi avakirina pergala azadiya jinê mayindekirina vê, di serî de li Rojhilata Navîn geşkirina pêşengîbûna jinên dinyayê peywirên tevlêbûna serdemê ne. Ji bo vê jî, di nav çarçoweya paradîgmaya Demokratîk Ekolojîk- Azadîxwaziya jinê de, pêşxistina yekîtiya demokratîk û rêxistinîkirina vê, wê bibe serketineke mayinde ku şoreşa siyasî û civakî di nav hev de pêk werin.

‘HER KES DI XETA BÊRÎTAN DE DIVÊ LI PEYWIRA XWE XWEDÎ DERBIKEVE’

Bi vê hişmendiya berpirsyariyê em bang li her kesî dikin li ser rast fêhmkirina xeta Bêrîtan tevlî pêvajoyê bibin û li peywirên xwe xwedî derbikevin. Em artêşbûna jinê ku tê wateya dilsozbûna bi Xeta Bêrîtan re û rêxistinîbûna vê dilsoziyê, silav dikin û dibêjin xweparastina rêgeza azadiyê ya jinê ye.

Di salvegera şehîdbûnê ya hevrêya me Şehîd Bêrîtan de, di têkiliya Rêbertiya Azad, jina azad, Kurdê azad û Rojhilata Navîn de em îddîaya xwe ya geşkirina têkoşînê, di şexsê jinên Kurd û gelê Kurd de geşkirina pergala azadiyê ya ku wê siberoja gelan mîsoger bike dubare dikin.

Em careke dî li ser bingeha hevrê Ş. Bêrîtan û biryargeha pêşeng a jinê û milîtaniya partiyê de, di şexsê hevrê Gulnaz de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna şehîdên me, bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, em diyar dikin ku em ê pergala azadiyê ava bikin û mayinde bikin ku pê gelê Kurd û jin hevgihîna mezin a bi Rêber Apo re pêk bînin. Em Partiya Jina Azad dibêjin, 'Bêrîtan rûmeta azadiyêya jina azad û Kurdê azad  e', di serî de jin em bang li her kesî dikin ku temsîla vê rûmetê bikin û têkoşînê geş bikin."