'Gefa li Ocalan, gefa li hebûna me ye'

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û CENÎ, fikarên xwe yên li ser jiyana Ocalan anîn ziman û ji bo rakirina tecrîdê banga liv û tevgerê kirin.

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ), li ser ewlekarî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniya nivîskî de, bal hate kişandin ser nûçeyên di rojên dawî de li medya civakî ya Tirk li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên weşandin û hat destnîşankirin, ku ji ber vê yekê, ew di nava tirs û fikaran de ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Xeteriya li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê gefa li aştî û demokrasiyê ye, di heman demê de gefa li hebûna me ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ew nêzîkatiya dewleta Tirk û hevalbendên wê ya li tenduristî û ewlekariya Ocalan xetere dibînin û hat gotin, "Tevî ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê gelek caran bal kişand ser rewşa krîtîk a ewlekarî û tenduristiya Ocalan jî, Konseya Ewropayê û CPT bi xemsarî tevgeriyan. Em vê nêzîkatiyê xetere dibînin û nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku jinên Kurd wê bi fedakariyeke mezin jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biparêzin û bang li her kesî kir, ku heta tecrîd were rakirin û dawî li gefên li ser jiyana Ocalan bê anîn, bi rengekî bê navber çalakiyan li dar bixin."