Dayikên Şemiyê ji bo Duzgun Tekîn civiyan

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Duzgun Tekîn ku di 21’ê Cotmeha 1995’an de hate binçavkirin û dibin çavan de hate windakirin, pirsîn.

Dayikên şemiyê bi daxwaza lêpirsîna aqubeta windayan û kujer bên darizandin cara 657’an li Qada Galatasarayê li hev civiyan. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Huda Kaya beşdarî çalakiyê bûn.

Dayikên Şemiyê ji bo hesap ji kujeran bê pirsîn û winda bên dîtin bi dirûşmeya "Kujer diyar in, winda li ku ne" di hefteya 657’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Mirovên şemiyê di çalakiyê de pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne" vekirin û wêneyên windayan û qurnefil danîn ser pankartê. Dîsa çarika spî ku aştiyê temsîl dike danîn ser wêneyan. Di çalakiya rûniştinê de Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Pervîn Buldan û Huda Kaya amade bûn. Mirovên Şemiyê di vê hefteyê de aqûbeta Duzgun Tekîn ê di 21'ê Cotmeha 1995’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku Hukeyîn Toraman di 27'ê Cotmeha 1991'an de hat revandin û 26 sal derbas bûn û bavê wî Alî Riza Toraman 3 roj berê jiyana xwe ji dest da.

‘KUJER WÊ BÊN DARIZANDIN’

Hevsera Fehmî Tosûn ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat binçavkirin û windakirin Hanim Tosûn, diyar kir ku wan vê hefteyê jî xizmekî windayan winda kir û wiha got: "Em bi êşek din ketin vê hefteyê. Gelek dayik û bavan jiyana xwe ji dest dan. Lê em dibêjin hûn rehet razên, Têkoşîn wê berdewam bike. Em ê kujerên zarokên we derxin pêşberî darazê. Duzgun Tekin di bin çavan de hat windakirin. 18 meh şûnde piştî Tekîn hat windakirin îtîrafkar Kasım Açik got "Me Duzgun Tekin kuşt û li qada leşkerî ya nêzî Edirneyê cenazeyê wî avêtiye çopgeha Çadirkentê."

Tosûn da zanîn ku Dayika Tekîn, Elîf Tekîn ji bo kurê wê bê dîtin hatine vir û wiha got: "Li wir li ber çavdêriya dozgeran kolandin hat kirin. Êvarî dozger got 'Ka binerin tiştek ji vir derneket' Vir qada qedexe ye. Li ser vê yekê Elîf xwe avêt çalê. Got kepçeyek ax avêjin ser min jî. Kesên xizmên wan winda bûne dikarin êşa dayika Elîf fam bike. Yên welat bi rê ve dibin zagon, heq û hiqûqê nas nakin. Lê wê her dem destê me di qirika we de be."

20 SAL IN LÊGERÎNA DEWLETÊ BI ENCAM NEBÛYE

Birayê Hasan Ocak Ali Ocak jî bal kişand ser mirovê Şemiyê Alî Riza Toraman ê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Em ê lêgerîna edaletê ya Ali Rıza berdewam bikin. Li ser îxbarê malbat çûn li Çopgeha Çadirkentê li cenazeyê Tekin geriyan. Serdozgerê Kirklare soz da me ku wê lêpirsê berfireh bike. Lê 20 sal derdbas bûn, hêj lêgerîna dewletê bi encam nebûye.

‘HETA DAWIYA NEFESA XWE TÊDIKOŞIN'

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî anî ziman ku xizmên windayan ji bo bigêjin edaletê û windayan bibînin heta dawiya nefesa xwe têdikoşin. Kaya, anî ziman ku lêgerîna Dayikên Şemiyê ya heq û hiqûqê heta mirinê didome û wiha got: "Em ê jî heta dawî li têkoşîna wan xwedî derkevin û biparêzin. Yek ji van kesan bavê Huseyin Toraman e. Em soz didin ku li têkoşîna wan xwedî derkevin."

'ÇÊKIRINA NÛÇEYÊN DAYIKÊN ŞEMIYÊ SÛC E'

Vê hefteyê daxuyanî ji Mirovên Şemiyê Leyla Kaya xwend. Kaya, anî ziman ku 657 hefte ne bê navber li aqûbeta windayan digerin û wiha got: "Hêj hikûmet û dewletê berpirsiyariya xwe ya windayan bibîne û kujeran darizîne pêk neaniyê. Duzgun Tekîn ê 21 salî beriya bê revandin got 'Ez têm şopandin' Tekin di nava têkoşîna sendîkayî de cih digirt. Delegeyê DÎSK'ê yê Tekstîl–Îşê bû. Tekîn dema hat revandin ji malbatê re got ez bi plakeya 34 F 6676'an têm şopandin. Duzgun Tekin di 21'ê Cotmeha 1995'an de hat revandin. Piştî hat binçavkirin û şûnde êdî agahî jê nehatiye girtin.

‘ÇIYA KEVIR ÇÛK RÊ NÎŞAN DIBIN'

Kaya, destnîşan kir ku piştî Tekîn hat revandin 18 meh şûnde îtîrafkarê JİTEM’ê Kasim Açik agahî dane û diyar kiriye ku yekîneya JÎTEM'ê di lepirsînê de ew kuştiye û cenazeyê wî avêtine Sergoyê Qada Leşkerî ya Çadirkentê ya nêzî Edîrneyê. Kaya, anî ziman ku Kasım Açik der barê cih de krokî jî xêz kir û li ser israra malbatê kolandin û lêgerîn hatiye kirin, lê berfireh nehatiye kirin.

Kaya, anî ziman ku bavê Tekîn Velî Tekîn bêyî bigihêje hestiyê kurê xwe jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Dayika Elîf Tekîn hêj li benda kurê xwe ye. Em qêrîna wê ‘Çiya, kevir, çûk rê nîşan bidin ez bigihêjim kurê xwe' ji bîr nakin."