Jinên Ciwan ên Êzidxanê: Azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakên bindest e

Jinên Ciwan ên Êzidxanê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakê bindest e.

Jinên Ciwan ên Êzidxanê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakê bindest e.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Wekî ku  tê zanîn demeke dirêj e ji Rêber Apo tu agahî nayên girtin. Dewleta Tirk a faşîst nahêle ku parêzer û malbata Rêber Apo biçin hevdîtina wî.  Dewleta dagirker dixwaze bi tecrîda li ser Rêber Apo re îradeya hemû civakên berxwedêr têxe destê xwe. Lê divê dewleta faşîst a Tirk ji bîr neke ku, gel tu carî komplo qebûl nekiriye û ew ê qebûl jî neke. Îro li her dera cîhanê gel daketine qadan û xwedî li Rêber Apo derdikevin.
Bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo gelê Êzidî ji fermanê rizgar bû û xwe bi cîhanê da qebûlkirin. YJŞ ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bû.

Em wekî Jinên Ciwan ên Êzidî diyar dikin ku ev destkeftiyên me bi fikr û ramanên Rêber Apo bi pêş ketiye û em dibêjin ku ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.’ Em bang li her kesî dikin ku bila xwedî li Rêber Apo derkevin.

Em ê bi şîara ‘Bi tolhildana jinên ciwan, heta azadiya Rêber Apo serhildan’  tevbigerin.”