Bêrîtan li Adigey û Kleve hate bibîranîn- NÛ BÛ

Organîzasyona Jinên Kurd a li Adigeyê, gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karakaş) bi bîr anî. Li bajarê Kleve yê Elmanyayê jî bîranîna şehîdan hate lidarxistin.

Organîzasyona Jinên Kurd a li Adigeyê ya li Komara Xweser a Adigeyê ya bi ser federasyona Rûsyayê, gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karakaş) bi bîr anî. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Di bibîranînê de endama rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd a li Adigeyê Mizgîn Jînda got ku, “Bêrîtan di dîroka jinên Kurd de sembola berxwedanê ye. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe xwedî li xeta berxwedanê ya Bêrîtanê derdikevin.”

Piştî civînê fîlmê ‘14’ê Tîrmehê’ ya li ser berxwedana girtiyên PKK’yî hate nîşandan.

KLEVE

Li Kleve yê ji aliyê Komîsyona Jinên Kurd ve di kesayeta Berîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Malbatên gerilayan, Malbatên Şehîdan, siyasetmerdarên Kurd û nêzî 100 Kurdistanî beşdarî aktivîteya bibîranînê bûn.

Merasîma bibîranînê bi deqîqeyek rêzgiritnê destpê kir. Înisyatîfa Jinên Êzidî, Hevserokê Kleve Camî Ahmet Polat, li ser navê NCDK Emmerîch Hanîfe Kozîk û li ser navê YJK-E Asmîn Amara û siyasetmedarê Kurd Oskam Ergîn ku beşdarî merasîmê bibûn axaftin kirin.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyon hate nîşandan.