3. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad pêk hat

3. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad, bi beşdariya gelek delegeyan pêk hat.

Endamên Jinên Ciwan ên Azad li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê li hev civiyan û konferansa xwe ya sêyemîn li dar xistin. Konferansa jinên ciwan bi dirûşma "Azadiya Rêbertî biryarbûn e, biryarbûn xwebûn e" pêk hat.

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem peyamek ji konferansê re şand û destnîşan kir, ku girîng e konferansa 3. a jinên ciwan li ser bingeha biryarên kongreya KJK'ê pêk were û biryarên ku têkoşîna azadiyê nêzî serketinê bike, bigire.

Şîmal Ulkem got, "Pêwîste jinên ciwan ên li Ewropayê ji her kesî bêhtir tevlî tevgera azadiyê bibin. Ya ku ji me tê xwestin, rêxistinbûn û berxwedaneke mezin e. Bi tevlîbûneke xurt em dikarin berxwedan û rêxistinbûna xwe ya mezin pêk bînin. Divê em her jineke ciwan ji sîstemê rizgar bikin û berê wê bidin azadiyê."

Di dewama peyama xwe de Ulkem bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em êdî dixwazin Rêberê xwe li konferans û kongreyên xwe bibînin. Azadiya Rêber Apo di destê me jinên ciwan de ye. Em nema dikarin xwe li vê esaretê rabigirin. Jiyana bê Rêber Apo mêtingeriya herî mezin e, zilm e, dest avêtin e."

Şîmal Ulkem her wiha got, "Eger em dixwazin tola komkujiya Parîsê hilînin, xeyalên Sara, Rojbîn û Ronahî bi cih bînin, di xeta wan de têbikoşin û wezîfeyên xwe yên hevrêtiyê pêk bînin, divê em pêngava xwe ya çalakiyan li gorî vê bimeşînin. Li ser vê bingehê em tecrîda hovane ya li ser Rêber Apo bişikînin û azadiyê misoger bikin."

Piştî axaftinan, rapora karê salekê hate xwendin û rewşa rêxistinî ya Jinên Ciwan ên Azad hate nirxandin. 

Li ser bingeha xurtkirina biryardariya jinên ciwan û bihêzkirina rewşa rêxistinî, plansaziyek hate amadekirin.

Konferansa jinên ciwan bi dirûşma "Azadiya Rêbertî biryarbûn e, biryarbûn xwebûn e" û bi gerandina govendê qediya.

Rêveberiya Jinên Ciwan ên Azad wê di rojên pêş de encamnameya konferansê eşkere bike.