Jinên daketin kolanan: Ti hûkmê qanûna muftiyan nîne

Jinan pêşnûme yasaya rayeya pevjînê dide muftiyan ku di meclîsê de bê dengdan li Başîktaşê bi meşekê protestokirin. Jinan diyar kirin ku wê qanûna dijminahiya li dijî jinê wê nas nekin û gotin: “Ti hûkmê qanûna muftiyan nîne.”

Jinan tevî bi dehan hişyariyan derbaskirina pêşnûmeya qanûna rayeya pevjînê dide muftiyan îsyan kirin. Jinên ku li Beşîktaşê meşek lidar xistin, qanûnên dijminê jinan ên hûkûmeta AKP’ê ku mafê kesî yê jinê û destekfiyê wê tine dihesibîne protestokirin.

Jinên ku pankarta xemrî kû nivîsa “Ti hûkmê qanûna muftiyan nîne” vekirin û dowîzên “Ne berdanê, qetilkirinê asteng bike”, “Serî tewandin nîne, îsyan heye” û “Ev jiyan a me ye” hildan, peyama “Em seîr natewînin” dan. Bi yek dengî dirûşmên “Em qanûna te ya ne wekhev qebûl nakin”, “Pevjîna fermî ne karê muftiyane”, “Bêdeng nabin, natirsin û serî natewînîn”, “Ti hûkmê qanûna muftiya nîne” qîr kirin. Jinên ku tilîlî û çepik lêdan welatiyên derdor jî piştgirî kirin.

Li ser navê jinên heta pêşiya Peykerê Kartal meşiyan Ruya Kûtûlûş daxuyanî xwend. Kûrtûlmûş bal kişand ku di hevdîtina duh li meclîsê hate kirin ti fikrê jinan nehate girtin û got: “Ji berê de ev pêşnûme qanûn hatiye diyarkirin û ji xwe encama wê jî diyar e. Dema qanûn di meclîsê de madeyên vê qanûnê dihatin dengdan nîvê zêdetir kursiyên AKP’ê vala bûn.”

Kûtûlûş diyar kir ku wê ve Qanûna Muftiyê wê di civakê de bibe sedemê gelek tiştan, wê jin li dijî vê têkoşîna xwe li qadan bidomîne, ji ber wê wê nekarin bi asanî vê qanûnê di meclîsê de bidin erêkirin. Kûtûlûş got: “Em rayeya fermî ya dayîna muftiyan qebûl nakin, em bang li hemû jinan dikin ku Meclîsa guh nede dengê me bila qebûl neikin; em dibêjin ti hûkmê qanûna muftiyê nîne.”