JIN
Hemû Nûçe
-
Amed: Diyanet di mijara jinê de bûye berdevkê AKP'ê
Endama Rêveberiya KJK'ê Ayten Amed destnîşan kir ku AKP-MHP li dijî jin û zarokan "polîtîkaya destavêtinê" dimeşîne û got, Diyanet jî bûye berdevkê vê polîtîkayê. Amed bang li civakê kir ku bikeve nava liv û tevgerê. -
Konferansên Meclîsa Jinan a HDP’ê didomin
HDP beriya Konreya Asayî ya 3’an li Stenbolê û Enqerê konferansên jinan pêk tîne. -
Konca: Em bang li jinan dikin ku li nava HDP'ê siyasetê bikin
Besîme Konca: Ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, olî û talankeriya aborî, êrîş li me tê kirin. Ji ber vê yekê em bang li jinan dikin ku di nava HDP'ê de siyasetê bikin. Êrîşa li me tê kirin, êrîşeke polîtîk e. -
Konferansa jineolojî bi dawî bû
Li bajarê Dêrik ê girêdayî Herêma Cizîr a Federasyona Bakurê Sûriyeyê 1.Konferansa Jineolojî ya bi dirûşma ‘Jineolojî Rastiya Civakê Bi Xwezayîbûna Jinê ve Vedibêje’ hatî lidarxistin bi dawî bû. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez li Stûttgartê hatin bîranîn
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê yek ji damezrênera PKK’ê Sakîn Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn. -
Konca: Bi pêşengiya jinan wê ber bi azadiyê ve bimeşin
Beriya Kongreya HDP’ê civînên herêmî tênek irin. Li Edeneyê Meclîsa Jinan konferansa jinan a herêmê pêk hat. Konca li konferansê axivî û got tenê bi pêşengiya jinan mirov dikare ber bi azadiyê ve bimeşe. -
Dersa ku Keça Çerkez bi jiyana xwe dayî!
1’ê Gulanê, li Taksîmê, li kuçeyên teng ku kevir li dest pêşeng bû. Di çalakiyên Kadikoyê de ku bi rengê xemrî dixemilî. Çûna wê em şaş nehiştin. Li dest mawzera wê, li çiyayên Kurdistanê dîsa bû pêşeng. -
Di meşa Rosa Lûxembûrg de wê Sara jî werin bibîranîn
Di meşê de ya ji bo salvegera 99’an a komkujiya Rosa Lûxembûrg û Karl Lîebknecht wê pêk were, wê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî werin bibîranîn. -
Li Swêdê jin li dijî êrîşên zayendî daketin qadan
Li Swêdê jin li dijî êrîşên zayendî û şidetê daketin kolanan. -
'Çareseriya krîzê bi jineolojiyê dibe'
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Bakurê Sûriyeyê Zozan Sîma got, "Rêya derketina ji nava krîzê, jineolojî ye û zanista jiyana azad e." -
Konferansa Jineolojiyê ya Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Di Konferansa Jineolojiyê ya Bakurê Sûriyeyê de ku li Dêrikê tê lidarxistin, li ser azadkirina zanistiyê û xurtkirina rêxistinbûna jinê mesaj tên dayin. Her wiha silav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Koledarî li ser karkerên malê tê ferzkirin
Seroka Evîd-Senê Gulhan Benlî bal kişand ser şîdet, destavêtin û destdirêjiya li karkerên jin ên malê tên kirin û got, koledarî li ser karkerên malê tê ferzkirin. -
Jin ji bo azadiya Ocalan di nava çalakiyan de ne
Jinên Rojava ji bo balê bikişîni ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agahiyek ji ewehî û tenduristiya wî bigrin, çalakiya konê greva birçîbûnê dan destpêkirin. -
Şehîdên Parîsê li Goteborg û Hîldesheîmê hatin bibîranîn
Li bajarê Goteborga Swêdê û li bajarê Hîldesheîma Elmanyayê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakî û merasîma bibîranînê hate lidarxistin. -
Sakîne, Leyla û Fîdan li Elmanyayê hatin bibîranîn
Li Braûnschweîga Elmanyayê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin bibîranîn. -
'500 jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin'
TAJÊ ragihand, ku ji jin û zarokên Êzidî yên dema fermanê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin, 500 jê hatine rizgarkirin. -
‘Tarîtî bi rojnamegeriya ji bo heqîqetê ronî dibe’
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê gotin ku, “Tekane rêya tunekirina tarîtiyê hevgirtin û rojnamegeriya ji bo heqîqetê ye.” -
'Çavên me her tim li hevrê Sara digeriya'
Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir ku yek ji kesên di kesayetiya xwe de temsîla jiyana PKK'ê dikir Sakîne Cansiz (Sara) bû û got, ew pêşenga wan e. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez li gelek navendan hatin bîranîn
Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endamê Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di salvegera 5’an a qetilkirinê de bi çalakî û aktivîteyan hatin bîranîn. Di çalakiyan de daxwaza darezandina berpirsan hate kirin. -
Li Parîsê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez bîrdariyek hate danîn
Li cihê ku yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez lê hatîn qetilkirin, bîrdariyeke bîranînê hate danîn. Bîrdariya bîranênê îro bi merasîmekê hate danîn. -
‘Me soz daye Rosa heta Sarayan; em ê azad bibin!’
Sê jinên Şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên beriya 5 salan li Parîsê hatibûn qetilkirin, ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stebolê ve hatin bîranîn. -
Şehîdên Parîsê li Mexmûrê hatin bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 5’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi merasîmekî bi heybet hatin bibîranîn. -
‘Sara, Rojbîn û Ronahî ji bo me xeta jiyana azad e’
Li navenda bajarê Şengalê Jinên Ciwan ên Êzidî bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîranîn û Komkujiya Parîsê şermezarkirin. -
Li Qamişlo û Kobanê bi çalakiyên girseyî 3 jinên şoreşger hatin bîranîn
Bi hezaran welatiyên Katnona Qamişlo û Kobanê Komkujiya Parîsê şermezar kirin û yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez bibîr anîn. -
Cansiz û Şaylemez li ser gora xwe hatin bibîranîn
Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin, li ser gora xwe hatibîn bibîranîn.