Cansiz, Dogan û Şaylemez li gelek navendan hatin bîranîn

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endamê Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di salvegera 5’an a qetilkirinê de bi çalakî û aktivîteyan hatin bîranîn. Di çalakiyan de daxwaza darezandina berpirsan hate kirin.

Li paytext Atîna ya Yewnanîstanê Cansiz, Dogan û Şaylemez di salvegera qetilkirina wan de bi meşekê hatin bîranîn.

Girseya ku li Omonîa yê kom bûn de, ber bi Sefaretxaneya Fransayê ve ketin meşê. Di tevahî meşê de dirûşmên “Sara, Rojbîn, Ronahî” û “Jin Jiyan Azad” û “Kujer Erdogan” hatin qîrkirin.

Girseyê li pêşiya sefaretxaneyê bi dirûşim û çepikan qetlîam protestokirin. Polîsan û wesayîtên TOMA yên ku rê nedan girse nêzîkî sefaretxaneyê bibin mîtîngek lidar xistin.

Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi xwendina daxuyaniyekê dewam kir. Polîsan rê neda girse çelenka reş dane pêşiya sefaretxaneyê. Li ser vê girseyê çalakiya rûniştinê dan destpêkriin.

Piştî ku girseyê çelekga reş danî ber derê sefaretxaneyê, çalakiya xwe bi qîrkirina ‘Çerxa Şoreşê’ re bi dawî kirin.

LEFKOŞA

Li paytext Lefkoşa ya Qibrisê girseya ku kom bibûn Qetlîama Parîsê protesto kirin. Girseya ku ji pêşiya Wezareta Karê Hundir heta Sefaretxaneya Fransa meşiya tim dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Dîktator Erdogan” qîr kirin.

Li pêşiya sefaretxaneyê mîtîngek hate lidarxistin. Li ser navê TJK-E’yê belavoke hate xwendin û bi rayedarên Sefaretxaneye Fransayê re hevdîtinek pêk hat.

Endama Navenda Çanda Kurd a Thefiloş a Sariye Olmez a tevlî hevdîtinê bû û wiha got: “Sakîne Cansiz heta nefesa xwe ya dawiyê têkoşîn kir. Sara ji bo jinên Kurd û cîhanê bû mînak. Qetlîama Parîsê ji aliyê PKK’ê ve hate ronîkirin. Wan bi vê qetlîamê wisa dizanîn ku wê biqedînin, lê jinê Kurd bi têkoşîna xwe asta berxwedanê hê xurtir kir.

Piştre girse bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt a Elmanyayê qetlîama Parîs di salvegera wê de hate protestokirin.

Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin, nedarezandina berpirsan hete şermezarkirin.

Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê û şûnde bi dawî bû.

ROMA

Li paytext Roma ya Îtalyayê qetlîama Parîs hate protestokirin.

Di çalakiya gelek kes tevlî bû de bê navber dirûşim hatin qîrkirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku berpirs bên darezandin.