Ji dehan alimên olî piştevaniya bi Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî re
Zêdeyî 40 alimên olî yên li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî cezayê darvekirinê da ku li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî hatiye birîn û xwest, ev biryar bê betalkirin.
Zêdeyî 40 alimên olî yên li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî cezayê darvekirinê da ku li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî hatiye birîn û xwest, ev biryar bê betalkirin.
Komek ji mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî nerazîbûn nîşandan û ji rejîma Îranê xwestin cezayê darvkirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatî birîn bê betalkirin.
42 mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek 42 zana û mamostayên olî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikîn cezayê darvekirinê ku bi awayek nedadperwerane li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn, betal bikin.”
Di dewamê de hat gotin ku divê desthilata Îranê dawî li pêla binçavkirina welatiyan bîne, ger dawî li zextan neyê anîn wê gel û hikûmet hîn zêdetir ji hev dûr bikeve.
Di dawiyê de jî hat gotin ku ew li bendê ne aramiya derûnî ji bo gel bê peydakirin.