Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji sala 2016'an û vir ve îradeya hilbijêran desteser dike û qeyûman datîne ser şaredariyan. Tayînkirina qeyûman ku sala 2016'an destpê kir û piştî hilbijartinên xwecihî yên 2019'an dewam kir, piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an jî dewam kir. Li 7 şaredariyên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û li 2 şaredariyên CHP'ê qeyûm hate tayînkirin.
Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya tayînkirina qeyûman ji ANF'ê re nirxand û got, "Rewşa ku em pê re rû bi rû ne, nû nîne. Desthilatdariya AKP'ê piştî têkçûna xwe ya mezin a li hilbijartinên xwecihî îradeya gelê Kurd tine dihesibîne û hewl dide şaredariyên me krîmînalîze bike. Mixabin hevşaredarên me yên ku ti lêpirsînek li hemberî wan nîne, bi rêya 'şahidiya veşartî' bi lez dikevin ber lêpirsînê û hincet ji tayînkirina qeyûman re tê afirandin. Ev yek bi temamî yek ji karên antî hiqûqê yên desthilatedariyê ye ku dadgerî li ber destê xwe kiriye amûrek. Di serî de gelê Kurd gelên Tirkiyeyê vê yekê ti carî qebûl nakin."
'QEYÛM PÊVAJOYA AŞTIYÊ TÊK DIBE'
Adalet Kaya anî ziman ku tayînkirina qeyûman parçeyek ji kiryarên antî demokratîk e û got, "Weke ku tê zanîn beriya niha piiştî tayînkirina qeyûman li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, di binê sîwana parlamentê de saziyên me yên pêwendîdar û hevserokên me karek kir û di encamê de pêşnûme qanûneke hevpar a partiyên muxalîf hate pêşkêşkirin. Bi pêşnûme qanûnê re hate pêşniyarkirin ku qanûna Rewşa Awarte ya ku zemînê ji tayînkirina qeyûman re diafirîne bê guhertin. Li binê vê pêşnûme qanûnê îmzeya 10 partiyên muxalefetê heye. Ya ku divê were kirin, bi lez guhertina qanûnî were kirin, zemîneke li gorî destûra bingehîn û hiqûqî bê afirandin. Ev rewş êdî nayê qebûlkirin.
Li her devera ku qeyûman tayîn dikin, gel bi berxwedanê li ber rabû. Desthilatdarî êdî baş bi vê zane; êdî di nava civakê de cihekî xwe nîne. Me ev yek herî dawî di hilbijartinên xwecihî de dît. Piştî hilbijartinên xwecihî, ji me hebû ku desthilatdariya AKP'ê wê dersê werbigire. Mixabin em ji pratîka qeyûman dibînin ku ders wernegirtine. Desthilatdariya AKP-MHP di ti polîtîkaya xwe de cih nade daxwaza civakê. Di demekê de ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ketiye rojevê, zemînek ji bo vê hatiye afirandin, karekî ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û afirandina şert û mercên azadiya wî hatiye afirandin, tayînkirina qeyûman vê pêvajoyê têk dibe."
'DIVÊ HER KES LI BER VÊ DARBEYA LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ RABE'
Adalet Kaya destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên qeyûm divê xeteke têkoşînê ya topyekûn bê avakirin û got, "Ne tenê ji derdorên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê re banga min li hemû gelên li Tirkiyeyê ye: Qeyûmên li ser îradeya gelê Kurd hatiye tayînkirin divê tenê weke hewldanek li dijî Kurdan neyê dîtin. Em îro dibînin, mîna li Beşîktaş û Esenyûrtê, li şaredariyên ne ji partiya me jî qeyûm tê tayînkirin. Divê bibînin ku ev rewş wê berfireh bibe. Tayînkirina qeyûman darbeyek li dijî demokrasî û destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye. Em vê yekê li her derê tînin ziman. Divê hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê baş bi vê zanibin. Ev rewş têkoşîneke demokrasiyê ye. Lewma divê bi îtiraza xwe li ber vê yekê rabin. Jİ ber vê jî divê her kes dengê xwe bilind bike."