Dersa ku Keça Çerkez bi jiyana xwe dayî!

1’ê Gulanê, li Taksîmê, li kuçeyên teng ku kevir li dest pêşeng bû. Di çalakiyên Kadikoyê de ku bi rengê xemrî dixemilî. Çûna wê em şaş nehiştin. Li dest mawzera wê, li çiyayên Kurdistanê dîsa bû pêşeng.

Ji ber sedema nedîtina ku polîtîka  hêza çareseriyê ya arîşeyên civakî û qada azadiya civakî ye, em kişandin nîqaşeke ku bi zanebûn hatiye çêkirin. Rojên dawî li ser qoltix Tirkek an jî Kurdek wê rûne ketiye rojeva gelekên ji me.

Dema ku ev nîqaş dihate kirin keçeke Çerkez derkete pêşberî me; yeka ku bi me re, di heman demê de lê di demên cuda de serê xwe li ser kevir danî. Ayşe Baykal bi gewdebûna jiyaneke bi hevkariya giyan û hişmendiyê û azaweriya azadiyê ye. Keça şoreşger a Beyazitê, ku dema herî krîtîk a jiyanê de, bêyî wê, destê wê li min ketî, jineke gerîla, Zozan Cûdî. Hevalê min, hevrêya min, Ayşe, ku li cihê herî xweş ê bîranînê min rûniştiye, bi nasnameya xwe ya resen li Şirnexê şehîd bû.

1’ê Gulanê, li Taksîmê, li wan kuçeyan ku kevir di destan de bûn pêşeng bû. li Kadikoyê ku çalakî bi rengê xemrî dixemilîn. Çûna wê em şaş nehiştin, bi mawzera li dest li çiyayên Kurdistanê dîsa bû pêşeng. Li Enqerê, ku netewperestiya hoveber bi halê xwe yî herî xaf diyar bûbû, min agahiya wê stand.

***

Di hevpeyvînekê de Zozan Cûdî wiha behsa xwe kiribû; ‘’Ez bi sê gavan hatim çiyan. Ya pêşî; ji hêla îdeolojîk ve min paradîgmaya Rêbertî ya Modernîteya Demokratîk dipejirand. Li ser vê babetê min dixwest xwe bi pêş ve bibim. Ji hêla sincî ve jî, min pê derxist ku min nedixwest di nav pergalê de jiyanekê bijîm. Min pê derxist ku pêdeçûnên min xizmetê ji pergalê re dikin. Ez bi vê re hevrû bûm. Her çendî em xebatan bikin jî li qadan, piraniya dema me, hişmendiya me xizmet ji pergalê re dikir. Ji vê hêlê ve ez ponijîm. Bi takekesî jî, min pê derxist ku min nedixwest bibim jineke ciwan ku xwe dide jiyîn. Min pê derxist ku li nav jiyanê, di nav vê pergalê de min nexwest cih bigirim.’’

 ‘Eslê min, hêlek koçberê Bulxar û hêlek Çerkez e. Lê malbata min bi nasnameya Tirk xwe zane’’. Van rojan ku nîqaşa qoltix li ser gelan tê kirin, em Tirk, Kurd, Çerkez, Ermen û çi qasî me yên din hebin, em Çerkezbûna wê li kûderê deynin?

Zozan Cûdî wiha bersiv dida: ‘’Malbata min bi Tirkbûnê xwe zane. Ji vê hêlê ve tevahiya jiyana xwe bi nasnameya Tirk jiyam. A rast ev bênasnamebûnek e. Şêwazeke ku hay ji xwe û raçînka xwe nîn e. Tevgera PKK’ê kir ku ez xwe nas bikim û rabirduya xwe bi bidim ber pirsan. Ji bo ku min tenê weke têkoşîna gelê Kurd nedidît bi nasnameya xwe ya sosyalîst tevlê bûm. Ji ber ku min bawer kir, ya ku wê herî baş min bibêje, xwerêveberiya demokratîk a gelan ez ê li vir bibînim, hatim. Ji bo min tecrûbeyek bû. Bi rastî jî min têkiliyên pir xweş ên hevrêtiyê dîtin.’’

***

Zozan Cûdî, bi şêwaza xwe ya dilnizm ku hemû hevalên wê  pê dizanîn, wiha bang li wê deverê kiribû, ku ew jê hatibû, ‘’Ez nabêjim bila çepa Tirkiyê dev ji rêçika xwe berde û tevlî PKK’ê bibe. Lê bêyî ku tiştekî hilberîne, ji bo ku xwe biparêze bila dev wan nêzîkatiyên xwe biqere ku ziyanê didin HDP’ê.’’

Niha, li bara çepê,yên ku bi nasnameya Kurdbûne dixwazin hebûna xwe pêk bînin lê nikarîn ku ji xwe ji netewperestiya hoveber rizgar bikin, niha pêkan e ku ziyanê bidin HDP’ê. Dawiya dawî heke mirovek ne xwedî paradîgmayeke wiha be ku azadî û civakîtiyê dide ber xwe, li şûna vê desthilatdariyê û kar bide ber xwe, teqez e ku wê bişibe dijminê xwe. Heke wateyeke nîqaşa ku tê kirin hebe, beşek jê di vir de veşartiye.

***

Van rojan du aqil xwe diyar dikin. Dema ku Tirk tê gotin, dewlet û aqilê wê ye ku dixwaze ‘hed’ê gelek civakan bi wan ‘bide zanîn’. Û aqilê dî ku serê xwe li ser kêvir datînin, ji bo gelan û azadiya xwe jiyana xwe didin.

Helbet, ên ku hevrêyên jidil in, jiyan û rengê jiyanê yên Ayşe û hevalên wê ku milên wan li hev diketin, bi rengê herî bedew, li Kadikoy, Bayramoglu, Goztepe, Îzmîtê, li çiyayên Kurdistanê, li her devera ku lê hene wê nifş bi nifş were veguhaztin. Di nivîs, çîrok, fîlm û pirtûkên herî xweş de wê hebin.

Lê tişta ku ev nivîs dixwaze bibêje, tenê xaleke biçûk e ku Ayşe dema ku li jiyanê bû tiliya xwe pê ve kiribû; weke xencerekê li wê maseya bê ling ya netewperestiya hoveber diçikize, qoltuxan parçe dike û li erdê rast dike. Helbet, Ew û gelekên dî..

Divê neyê jibîrkirin,ên ku wê azadiyê ji gelê Kurd re jî, ji gelê Tirk re jî û hemû gelên dî re bînin, ew kes in ku serê xwe li ser kevir datînin û têkoşîna wan e.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka