Konferansên Meclîsa Jinan a HDP’ê didomin

HDP beriya Konreya Asayî ya 3’an li Stenbolê û Enqerê konferansên jinan pêk tîne.

Di çarçoveya haziriyên kongreyê de HDP'ê li Enqere û Stenbolê konferans li dar xistin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca diyar kir ku ew natirsin, ew ê berxwedanê wekî bingeha têkoşînê bibînin û got: "Em jin, em ê HDP'ê hê bêhtir bi pêş ve bibin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berî Kongreya Mezin a Asayî ya 3’yan, li Stenbol û Enqereyê konferans pêk anîn. Konferansa Jinên Herêma Marmarayê ya li Otela Hîll a Taksîmê pêk hat û pankarta "Wê wiha neçe, jin destûrê nadinê" hat daliqandin. Di konferansê de Serokwekîla HDP'ê Pervîn Buldan, Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, endamên Meclisa HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn.

Konca diyar kir faşîzma ku ew îro pê re rû bi rû dimînin, di dîrokê de careke din nehatiye dîtin û ev tişt got: "Di dîroka cîhanê de jî faşîzm bi desthilatdariyê xwe li ser mirovan ferz dike. Em jin, em ê li dijî vê faşîzmê têbikoşin. Tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê her dem hebûn, têkoşîna tevgera jina Kurd li malan, li kuçe û her derî mezin bû. Em azadiyeke ku azadiya jinê esas digire û bi vê civak azad dibe ji bo xwe rast dibînin. Em Meclisa Jinan a HDP'ê, çareseriya felsefî diafirînin, armanca me ew e ku demokrasiyeke wiha ku her kesî vedihewîne pêk bînin. Berpirsyariyên me hene."

‘GOTINÊ ME LI DÎWARÊN FAŞÎZMÊ KETIN’

Konca da zanîn ku di vê pêvajoyê de wan zehmetî kişandine û divê piştperdeya van zehmetiyan bê fêmkirin û wiha axivî: "Siyaseta mêrane ya serdest, bi hevkariya Bahçelî-Erdogan kete serdemeke nû. Me heta niha daxwazên xwe ragihandin, di warê kedê, di warê civakî û di her warî de me nêrînên xwe parve kirin. Ji bo mudaxaleyê li qadên jinan ên xweser nekin, me gotina xwe ragihand. Gotina me li dîwarê faşîzmê ket û vegeriya, lê em bi êrîşan re rû bi rû man." Konca bal kişand ser karkerê bi navê Sitki Aydin ê li ber meclisê xwe şewitand jî û aşkera kir ku daxuyaniyên partiya muxalîf a der barê desthilatdariyê de jî wekî rûreşî ye.

‘WÊ JIN HDP'Ê BI PÊŞ BIXIN’

Konca destnîşan kir ku jin li tundiya aborî û siyasî dipirsin û wiha pê de çû: "Têkoşîna me ya îro, ji bo jinên ku canê xwe danîne holê bersivek e, wê rêxistiniyê geş bike. Em natirsin, li ber xwe didin û ev bingeha têkoşîna îro ye. Em ê vê bigihînin kuçeyan, 8'ê Adarê û Newrozê. Wê HDP aştiyê bîne. Partiya me ya ku jin pêşengiya wê dikin, di wê wastê de ye ku heq ji her cure nîqaşê derkeve. Em jin, em ê HDP'ê bi pêş ve bibin."

Piştî axaftina Konca, peyamên Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di konferansê de hat xwendin.

ENQERE

Konferansa li Enqereyê li Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê hat lidarxistin, gelek jinên endamên Meclîsa HDP'ê, Wekîla HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî tev li bûn. Di salona konferansê de pankarta "Em ji faşîzmê re dibêjin raweste bi rêxistinkirinê diçin azadiyê" hat daliqandin.

Taşdemîr bal kişand ser êrîşên faşîzan û got wê li dijî van êrîşan rêyeke çawa hilbijêrin, "Wê HDP dîsa çawa bibe partiyeke jinan, divê rê û rêbazên wê bên nîqaşkirin."

DU SAL IN ÊRÎŞÊN GIRAN HENE

Taşdemîr diyar kir ku wan bi salan li dijî hişmendiya yek rengî, zayendperestî û nijadperestiyê têkoşîn daye û wiha domand: "Ji bo pêşketina vê têkoşînê keda bi hezaran jinî heye. Bi taybetî ez ji wan jinan re ku li girtîgehê, li kuçeyan, li fabrîqeyan dixebitin silavên xwe dişînim. Ev du sal e em bi êrîşên giran re rû bi rû ne. Armanca van êrîşan ew e ku me ji polîtîkayê dûr bixin. Jin û beşên sosyalîst ên ku li dijî van êrîşan paşve gav neavêtin û bi taybetî jinên berxwedêr, di bin êrîşên dijwar de ne. Hevşaredarên me hatin girtin, em dizanin ku bi van êrîşan dixwazin dîktatoriya AKP'ê ava bikin."

TÊKOŞÎNA JINÊ HÊZEKE XURT BI XWE RE TÎNE

Taşdemîr anî ziman ku di şexsê Ekîn Wan de bedena jinê teşhîr kirin û ev nirxandin kir: "Li dijî têkoşîna jinê êrîşên giran hene. Her roja ku diçe polîtîkaya dijberê jinê zêde dibe. Ji qanûnên tecawizê bigirin, heta qanûna muftiyan û komîsyonên ji hev du veqetandinê, AKP dixwaze dojehê ava bike. Ji ber ku ji têkoşîna jinê gelekî ditirsin, bi çav sorî êrîş dikin. Lê dîsa jî têkoşîna jinê bi pêş dikeve. Tu kesî texmîn nedikir ku jin wê derkevin kuçeyan, lê di 25'e Mijdarê û 8'ê Adarê de jinan qad tije kirin. Berxwedan û têkoşîna jinê bandoreke xurt li civakê dike. Vê têkoşînê bandorek xurt li ser HDP'ê jî kir."