Li Qamişlo û Kobanê bi çalakiyên girseyî 3 jinên şoreşger hatin bîranîn

Bi hezaran welatiyên Katnona Qamişlo û Kobanê Komkujiya Parîsê şermezar kirin û yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez bibîr anîn.

QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên Qamişlo 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku 9’ê Çileya 2013’an li paytext Parîs a Fransayê di encama komkujîyekê de şehîd bibûn bi çalakiyekê bîbîr anîn.

Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hersê şehîdan hilgirtibûn, her wiha pankartên dilsoziya bi şehîdan re bilind kirin.

Çalakvanan meş ji Qada Depoyên Genim ya li Taxa Cûdî destpê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriyan. Meş heta taxa cirnikê ya Enteriyê dewam kir.

Li vir meş vegeriya mîtîngekê û axaftin hatin kirin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî Endama Rêveberiya Kongreya Star Newroz Kobanê axivî. Newroz her sê jinên têkoşer Sara, Rojbîn û Ronahî bibîr anî.

Newroz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Sakîne Cansiz a li dijî hêzên dagirker û got her tim li ber xwe dan û gav bi şûnde neavêtin. Newroz diyar kir ku wê heta dawî şopdarê rêça wan be.

Her wiha piştî axaftinan û şûnde daxuyaniyek hate dayîn. Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Sara Rojbîn Ronahî’ hatin qîrkirin.

KOBANÊ

Welatiyên bajaroka Sirînê û gundên wê jî li nêzî Çerxereya Jina Azad gihîştin welatiyên herêma Kobanê û ji wir dest bi meşê kirin. Meşa ku bi pêşgtiya jinê hate destpêkirin, wêneyên her sê têkoşeranʺSakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemezʺ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Bi dûrişmeyên şermezarkirina komkujiya Parîsê û soza tolhildanê meşvan gihîştin Qada Egîd.

Meşa ku li Qada Egîd veguherî mîtîngê, endamên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî amade bûn.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê, Endama Meclîsa Rêveber a Kongreya Star a Kantona Kobanê Xalîse Ebdulqadir axivî û got, Parîs a banga aştî û mafê mirovan dike, li wir 3 jinên Kurd hatin qetilkirin. Xalîse got wê heta dawiyê şopdarê rêya wan bin.

Piştî axaftinan û şûnde mîtîng bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.