Cansiz û Şaylemez li ser gora xwe hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin, li ser gora xwe hatibîn bibîranîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz a di 9’ê Çile 2013’an de li Parîsê hatî qetilkirin li ser gora xwe ya li Goristana Şaredariya Dersimê bibîranîn. Di bîranînê de Dayikên Aştiyê, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), wekîlên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Ayşe Acar Başaran û gelek jin amade bûn.

Polîsan goristan dorpêç kirin û piştî kontrolkirina nasnameyê jinan wan hiştin ku biçin hundir. Jinên ku xwestin beşdarî merasîmê bibin bi rê de maşîneyên wan hatin sekinandin û li ser wan geriyan. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir û ewil aktîvîsta TJA’yê Zeynep Olbecî axivî.

‘SAKÎNE MÎRASA TÊKOŞÎNA JINÊN KURD E’

Olbecî anî ziman ku Sakîne Cansiz di tu demê û di tu şertî de serî li hember faşîzmê netewand û ji bo jinên Kurd windahiyek gelek mezin e. Olbecî got ku jinên Kurd mîraseya têkoşîna xwe ji Sakîne Cansizan digirin û ew ê têkoşîna wê ya nîvco mayî bidomînin.

KCD: EM TIRSA SAKÎNE BIXIN DILÊ WAN

Pişt re Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Salîh Aydenîz jî axivî û da zanîn ku bi kuştina Sakîne Cansizan xwestine peyam bidin hemû jinan û got: “Yên Sakîne qetil kirin îro li Sûrê, Cizîrê û Nisêbînê em dibînin. Komkujiya ku pêk hatî di heman demê de nîşaneya tirsa wan bû. Em ê vê tirsê hin bêtir bixin dilê wan.”

DAYIKÊN AŞTIYÊ: TEKANE RÊ AŞTIYE

Dayika Aştiyê Safiye Sezgîn jî got ku tekane riya ku komkujî bên rawestandin aştî ye.

HDP: TÊKOŞÎNA JINÊ HEDEF GIRTIN

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî destnîşan kir ku komkujiya li Parîsê bi plangerî pêk hatiye û got: “Komkujî li dijî pêvajoya destpêkirî bû. Hedefek din a komkujiyê jî têkoşîna azadiya jinê bû. Ji ber wê jî hedefa sereke jinên pêşeng bûn. Em ji kevneşopiya jinên bi hêz tên. Çawa Sakîne Cansiz li dijî cuntaya 12’ê îlonê serê xwe netewand û têkoşîn geştir kir, em ê jî wek berdewama  vê kevneşopiya wan bin. Em soza vê yekê didin.”

Pişt re jina find i ser gorê pêxistin û qurnefîlên sor danîn ser gorê.

LEYLA ŞAYLEMEZ LI MÊRSÎNÊ LI SER GORA XWE HATE BIBÎRANÎN

Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Mêrsînê jî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bibîr anîn. Leyla Şaylemez li ser gora xwe li Mêrsînê ji bibîr anîn û gelek jin beşdarî merasîmê bûn. Her wiha Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî beşdarî merasîmê bûn. Jinan qurnefîl danîn ser gora Şaylemez a li Goristana Guneykentê ya navçeya Toroslar a Mêrsînê. Jinan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest bi bernameya xwe kirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di bîranînê de axivî û hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anî û xwest ku kiryarên komkujiyê bên dîtin.

'EM Ê BI BIRYARDARÎ TÊKOŞÎNÊ DEWAM BIKIN’

Parlamenter Mizgîn Irgat jî anî ziman ku li gel 5 sal di ser bûyerê de derbas bû tu pêşketin pêk nehatiye û xwest dosyeya hatiye girtin ji nû ve bê vekirin û kiryar bên darizandin. Irgat bal kişande ser girîngiya têkoşîna jinan û got ku ew ê bi biryardarî têkoşînê dewam bikin.

Piştî axaftinan merasîm bi xwendina diayan bi dawî bû.

Leşkerên Tirk merasîma bibîranîna Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan jî asteng kir.

Nûçeya têkildar: