Di meşa Rosa Lûxembûrg de wê Sara jî werin bibîranîn

Di meşê de ya ji bo salvegera 99’an a komkujiya Rosa Lûxembûrg û Karl Lîebknecht wê pêk were, wê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî werin bibîranîn.

Di dîroka Elmanyayê de Rosa Lûxembûrg û Karl Lîebknecht weke pêşengên tevgera sosyalîst têne qebûlkirin û piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn rêxistiniya tevgera karkeran a Elman kiribûn . Rosa Lûxembûrg û Kar Lîebknecht Partiya Komûnîst a Elman (KPD) ava kirîbûn û şeva 15’ê Çileya 1919’an de li Berlînê hatibûn binçavkirin û piştre bi êşkenceyan hatîbûn qetilkirin.

her sal di nîvê meha Çileyê de Lûxembûrg û Lîebknechat bi çalakiyan têne bibîranîn. Meşa îsal ya mezin  14’ê Çile roja Yekşemê di seat 09:30’an de li Frankfûrter Torê wê  dest pê bike û heya cem goristana ku gora du şoreşgeran lê ye wê bidome.

Beriya çalakiyê Meclîsa Jinan a Dest-Dan a Berlînê daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê li hemû jin, gelê Kurd û dostên wan kir. Jinên Kurd bi şîara ‘Ji Rosayan heya Sarayan soza we soza me, rêya we rêya me ye’ dabûn diyarkirin ku wê piştgiriyê bidin çalakiyan. Li aliyê din jinên Kurd ragihandink u wê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemz ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin jî bibîrbînin.

Meclîsa Jinan a Dest-Dan diyar kir ku şoreşa jinê ne utupya ye, bedelên ku ji bo azadiyê hatîne dayîn ne vale ne û rewşa tevgera jina Kurd îro îspata vê ye. Di daxuyaniya Meclîsa Jinan a Dest-Dan de ev tişt têne gotin;

“Berxwedan û têkoşîna Rosayan ji bo jinên Kurd bûye îlhamek û wê vê mîrasa mezin bişopînin. Zihniyeta ku Rosayan û Sarayan qetilkirî yek e. Ev zîhniyet ji jina azad ditirse. Ji bo vê jî jinên ku ji bo azadiyê têkoşîn dikin, dike hedef.

Em jin dizanin ev hêzên veşartî kî ne û em natirsin. Ji bo wê jî hêzên ku beriya 99 salan Rosa Lûxembûrg qetilkirin û beriya 5 salan Sara, Rojbîn û Ronahî qetilkiririn heman hêz in. Têkoşîna me jiyanan yek e. Em kujerên komkujiyan dizanin û heta were ronîkirin û em ê hesabê wê jî bipirsin. Bi felsefeya ‘ku jin azad be civak azad e’ em diyar dikin em ê têkoşîna xwe geştir bikin û heta ku hemu jin azad bibin em ê her li ser piyan bin.’’