Beriya Kongreya 3’yan a 11’ê Sibatê a HDP’ê Meclîsa Jinan a Edene ya HDP’ê Konferansa Jinan a Heremê pêk anîn. Li konferansê parlamentera HDP’ê Besîm Konca axivî.
Li konferansê wêneyên wekîl û şaredarên HDP’ê û DBP’ê yên girtî hatin daleqandin.
Li konferansê wekîla HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca axivî, diyar kir ku jin û gel ji pêvajoyeke zehmet derbas dibin û ji bo wan girîngiyeke dîrokî ye ku Meclîsa Jina a HDP’ê bicive, li kuçeya be û gotina xwe bibêje.
Konca diyar kir ku AKP gav bi gav Tirkiyê ber bi faşîzmê dibe û rawestandina vê û her cure tundiyê berpirsyariya jinan e û tenê bi bi pêşengiya jinan ku afirînerên jiyanê û pêşengên civakê de dikarin ber bi azadiyê ve bimeşin.
Konca got ew ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê hatine cem hev, di rewşeke wiha de ku faşîzm li ser jinan her cure zextê dike ew têdikoşin.
Koncar herî dawî got Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rêça berxwedaniya dîrokî têkoşîna xwe didomînin û got, ‘’Em ê hemû têkoşîna xwe bi konferans û kongreya xwe geştir bikin, 8’ê Adarê ji bo geşkirina têkoşînê û rawestandina faşîzmê pir girîng e. Em hemû hevalên xwe yên jin ên girtî bi bîr tînin û dibêjin, ‘an serkeftin an serkeftin’’.
Piştî axaftina Konca peyamanên Hevseroka Berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak hate xwendin.