BI DÎMEN

HPG'ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, "Bi pêşengiya şehîdên xwe, em ê meşa xwe ya ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê teqez bi ser bixînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Di sala 2024'an de di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor û pêngavên şoreşgerî yên serketî hatin kirin. Van çalakiyên ku Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê bi taktîkên dewlemend û rêbaza afirîner kirin, planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ser û bin kirin û derbên giran lê xistin. Li gel teknîka dijmin û şert û mercên giran ên xwezayê jî gerîlayên azadiyê yên ku di îradebûna Apoyî de gihîştine asta herî bilind bi çalakiyên xwe careke din hêza têk naçe ya PKK'ê nîşanî dost û dijminan dan.

Hevrêyên me Cîger û Rûgeş ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker destaneke dîrokî lê heye, bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi sekna xwe ya bi îrade û baweriya ku têk naçe, bûn lehengên dawî yên vê destana berxwedanê. Hevrêyên me Cîger û Rûreş hêrsa xwe ya li dijî dijmin û hêrsa tolhildanê her roj hîn mezin kirin, veguherandin hinceta têkoşîneke hîn xurt û bi fedakarî û tevlîbûna xwe ya fedakarî bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Hevrêyên me bi pratîka xwe ya serketî ispat kirin ku milîtanên Apoyî di her şert û mercî de ji bo afirandina paşeroja azad a gelê me kedê didin, hewl didin û bi mîrateya dewlemend a têkoşînê ya li pey xwe hiştin, tevlî karwanê nemiran bûn. Weke hevrêyên wan em soz didin hevrêyên xwe Cîger û Rûgeş ku armanca wan a ji bo Kurdistana azad teqez pêk bînin.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Cîger û Rûgeş em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û bi pêşengiya şehîdan em ê meşa xwe ya ji bo Rêberê Azad û Kurdistana Azad teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Cîger Çarçella
Nav paşnav: Tolvan Metîn
Cihê jidayikbûnê: Gever
Dayik-Bav: Esmîhan-Enver
Dem û cihê şehadetê: 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rûgeş Zinar
Nav paşnav: Sadûn Tûtmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fadîme-Habîb
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Mijdara 2024 / Zap

CÎGER ÇARÇELLA

Xelkê me yê Geverê ku bi dilxwaziya xwe ya azadiyê û welatparêziya xwe ya xurt bû mînak ji gelê Kurdistanê re, bêguman ev yek bi saya bi sedan şehîdên xwe û bi dehan fermandarên xwe yê fedaî kir ku pêşengî ji têkoşîna me ya azadiyê re kir. Di demên herî zehmet ên têkoşîna me de jî bi serhildanên xwe bersiva rast da mîrateya şehîdan. Xelkê me yê Geverê bi sekna xwe ya berxwedêr û karakterê xwe yê serhildêr û serbilind ê ku li ber dagirkeriyê serî natewîne, bersiva herî bi wate da êrîşên qirkeriyê yên dijmin. Ji ber vê yekê her tim bû hedefa rê û rêbazên şerê qirêj û taybet ê dijmin. Xelkê me yê Geverê bi mekanîzmayên xwe yên xweparastinê ev yek pûç kir û di azadiyê de israr kir.

Hevrêyê me Cîger di nava rastiyeke bi vî rengî ya civakî de li nava eşîra Doskî ya welatparêz û qedîm, ji dayik bû û malbata wî ji ber zextên dijmin neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, lewma li Diyanayê ji dayik bû. Hevrêyê me bi exlaq, terbiye û çanda ji malbata xwe wergirtî mezin bû, taybetmendiyên civaka xwezayî ya gelê me di kesayetiya xwe de temsîl kir. Piştî ku têgihişt dest bi lêpirsîna li rastiyên ku bûn sedema koçkirina malbata wî û sîstema mêtingerî û dagirkeriyê ya li Kurdistanê. Hevrêyê me bi bersivên wergirtî re rastiya dijmin bêhtir fêhm kir. Hevrêyê me Cîger mîan her zarokekî Kurd bi hêrseke mezin nêzî êrîşên qirker ên li ser gelê me bû, gihîşt wê encamê ku bi xwedîderketina li nirxên xwe dikare bersivê bide êrîşên dijmin. Hevrêyê me pê hesiya ku ev yek jî bi têkoşînê dibe û ji dema ciwantiyê û pê ve bala xwe çû ser têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê. Bi taybetî ji sekn û performansa şer a milîtanên Apoyî bi bandor bû ku li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me yê li Şengal, Başûr û Rojava bi rengekî fedaî li ber xwe dan. Hevrêyê me Cîger weke ciwanekî Kurd ê welatparêz bi berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê xwe hesiya û kete nava lêgerînê. Hevrêyê me biryar da ku rêbaza herî xurt a têkoşînê tevlîbûna li nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê ey û di dema şerê giran de di sala 2016'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi perwerdeya destpêkê ya li nava refên gerîla di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû, ji bo karibe bersivê bide pêvajoya şerê giran xwe li gorî şert û mercên herî giran perwerde kir. Piştî ku perwerdeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk bi rengekî serketî qedand, beşdarî karên pratîkî bû û bi kesayetiya xwe ya fedakar, kedkar û berxwedêr her karê ku kir, bi ser xist. Hevrêyê me bi van taybetmendiyên xwe bala hevrêyên xwe kişand û ji bo karibe ji aliyê rêxistinî, îdeolojîk û leşkerî ve xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe, derbasî gel hevrêyên hîn bi tecrûbe bû. Di vê demê de derfet dît ku di felsefeya jiyana Apoyî û Gerîlatiya Modernîtya Demokratîk de xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe û tecrûbeyên xwe bi rengekî zanistî binirxîne beşdarî perwerdeya pisporiyê ya li akademiyên leşkerî bû. Hevrêyê me armancên xwe yên têkoşînê her roj hîn mezin kir û ji bo bigihêje van armancên xwe kete nava hewldaneke bêhempa. Di encama perwedeyê de baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi fedakariyê dikare hêjayî gelê me yê fedakar, hevrêyên şehîd û keda bêhempa ya Rêbertî bibe.

Di vê bingehê de hevrê Cîger ê ku di sala 2018'an de derbasî xebatên Hêzên Taybet bûyî, perwerdeyên ku li vir girt re di terzê jiyana fedaî de her roja ku çû pêşketinên girîng bidest xistin. Hevrê Cîger ê ku lêhûrbûnên xwe re di peywendiyên Apogerî yên hevaltî de kûr bûbû, ji bo ala hevalên şehîd hîn bilindtir bike di nav hewldanek mezin de bû. Hevreyê me bi kesayeta xwe ya ku bi kedê re her diçû kamil dibû û mûtewazitiya xwe re bû mîlîtanek Apoger ê mînak. Di xebatên gelek girîng de cih girt û pêwîstiya mîsyonê ku girtibû ser xwe pêk anî. Dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Herêmen Parastina yên Medyayê çêbûn ket nav israrek mezin da ku biçe cihê şer lê zêde ye. Hevreyê me xwest ku demildest di nav tunelên berxwedanê û tîmên tevger ên gerîla de cih bigire û bare wan hevalan a dîrokî hilgire ser milên xwe. Hevrê Cîger bi qasî îdîayê xwe, bi sekna xwe re jî bawerî dida hevalên xwe. Bi daxwaz, coş û kelecanekê mezin derbasî cihên ku şêr dijwar dihatin jiyandin bû.

Hevrê Cîger ê ku derbasî cihên ku dijmin bi hemû derfetên xwe dixwest encam bigire, lê li hember îradeya Apoger bê encam mayî dima bû, bi tevlîbûna xwe re di mezinkirina berxwedanê û xurtbûna têkneçûnê de rolekê girîng lîst. Hevreyê me yê ku di gelek çalakî û hemleyên şoreşgerî yên ku dilê gelê me hênik dikir de cih girtî, bi terzê xwe yê tevlîbûnê ya biryardar, îddîa û fedaîtiya xwe re di destxistina serkeftinên girîng de bû xwedî par. Hevrê Cîger ê ku armanca wî ya herî mezin jiyandina bîranîn û xeyalê şehîdan bû, di vê oxirê de ked û azweriya ku nîşan dabû re, di dilê hemû hevalên xwe de cih girt. Hevrê Cîger heta sala 2024'an di êrîşêkê dijmin de nefesa xwe ya dawî bide, ji nirxên azadiyê re girêdayî ma. Ji me re berpirsyarî û erkên dîrokî yên ku teqez pêk werin hîşt. Wek hevalên wî em soz didin ku bîranînên hevrê Cîger di Kurdistana azad de bidin jiyandin û di şexşê wî de jî li hemberî hemû şehîdan soza xwe dubare dikin.

RÛGEŞ ZINAR

Hevrê Rûgeş ku li Kurdistanê bi welatparêzî û berxwedêriya xwe tê nasîn hate dinyayê. Ji ber malbat û derdora wî welatparêz bû, şansê Tevgera Azadiyê zû naskirinê dît. Malbata wî ji ber zextên dijmin ji Dêrîka Çiyayê Mazî koçî Amedê kiribû. Ji ber vê rastiya dijmin di salên biçûk de naskir. Hêrsa wî ya li hemberî dijmin her tim mezin bû. Hevrê Rûgeş ê ku bi zanabûn û exlaqa welatparêziyê re mezin bûyî, li hemberî Partiya me sempatî hîs dikir. Wekî her zarokê Kurd ê ku li Kurdistanê jiyan dike li hemberî êrîşên dijmin ket lêgerîna riyên bersivdayînê. Bi taybetî jî ji berxwedana gerîla hêz û moral girt û ket xeyalên tevlîbûna nav refên gerîla. Hevrê Rûgeş ê ku ji şehadetên di şerê azadiyê ya gerîla de bandor bûbû, hêrsa dilê xwe ya tolhildanê her roj xêdetir kir. Her ku temenê wî pêşket jiyana modernîteya kapîtlîst lêpirsîn kir û ket nav lêgerînên kûr. Wek ciwanek birûmet ê Kurd tiştên ku dihatin jiyandin re xemsar nema. Bi zanabûna bervisê lêgerînan ji têkoşînê derbas dibe, di xebatên ciwanan de cih girt. Her ku girîngiya ciwanan a ji bo Partî û gelê me fêmkir, hîn hesas nêzî xebatan bû. Ji materyalên Partiyê yên ku dixwend û ji terzê jiyanê yên mîlîtanên Apoger bandor bû. Felsefeya Apogerî ya pariyek û hirkayek di jiyana xwe de pêk anî. Bi kesayeta xwe ya mutewazî re di dilê hevalên xwe de cih girt. Di dema şoreşa Rojava de berxwedana destanî ya Kobanê dihat jiyandin dixwest biçe qadên şer, lê neçar ma ku vê pêşniyarê xwe taloq bike. Di dema berxwedana Sûr'ê ya xwerêvebirinê de li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên hovanê ya ku dixwest daxwaza gelê me yê xwerêvebirinê tune bike bi awayek çalak cihê xwe girt. Azweriya hevalên ku dîtîbû û bi hev re di amadekariyan de cih girtibû ji xwe re mînak wergirt. Her çendî dixwest di mewziyên şer ên Berxwedana Sûr'ê de cih bigire jî, ji ber ku hevalên wî dixwestin wî biparêzin cih negirt. Hevrê Rûgeş ê ku ji vê nêzikatiya hevalên xwe bandor bûbû û dixwest tola wan rake, biryar da ku tevlî nav refên gerîla bibe. Ji ber şerê bajaran û hin xebatên stratejîk ên ku tê de cih digirt, neçar ma ku vê biryarê xwe demekê taloq bike. Hevreyê me yê ku di xebatên dîsîplîn û veşartîbûn dixwaze de cih girtî, her xebatê ku girtiye ser xwe bi layiqî pêk anî û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrê Rûgeş soz da ku têkoşîna hevalên şehît bibe serkeftinê û tevlî perwerdeyên şervanên nû bû. Hevreyê me yê ku ji perwerde û hevalên xwe bandor bûbû, xwe ji kûr ve lêpirsîn kir. Her hayran ma piroziya jiyana gerîla û ji ber vê xeyalên tevlîbûna xebatên pratîkî kir. Bi tevlîbûna xwe û daxwaza fêrbûnê re di demekê kurt de pêşket. Hevreyê me yê ku di xebatê bajaran de ezmûna wî hebû, piştî ku perwerdeya xwe xilas kir, dubare derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Li vir demekê xebatên girîng meşand û piştre dubare vegerî çiyayên azad ên ku xwe aîdî wê didît. Ji ber kelecan û çalakbûna xwe ya jiyanê her cihê ku lê bû, bû mîlîtanek mînak. Bi hêza ku rêgezê bingehîn ên Apogerî ya hevaltiyê girtîbû re her di lêgerîna derb li dijmin dayînê de bû. Hevrê Rûgeş ê ku her di ferqa germahiya şer de bû, xwest di vî şerî de bi awayek çalak rol bilîze. Hevreyê me yê pêkanîna xeyalê şehîdan ji xwe ji re kiribû armanca sereke, dizanîbû ku ev yek wê di hûnera şer a gerîla de pisporbûnê re çêbibe. Ji ber vê di perwerdeyên pisporbûnê de cih girt. Hevreyê me yê ku her kêliyê xwe bi perwerde derbas dikir û bi tevlîbûna xwe re dibû mînak, li ser tektîkên demê lêhûrbûnên girîng jiyan kir. Bi materyalên Partiyê yê ku xwendibû û perdeyên bîrdozî yê ku girtibû re xeta fedaîtî esas wergirt. Hevreyê me yê ku li ser tecrîta Rêbertî û şerê li Herêmên Parastina yên Medyayê lêhûr dibû, pêşniyar ku di bin siwana xebatên Hêzên Taybet de cih bigire. Piştî ku bi awayekê serkeftî perwerdeya xwe ya pisporbûnê temam kir, di qadên ku gerîla derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dida de cihê xwe girt. Di bin siwana Hêzên Taybet de bi awayekê çalak erkên demê pêk anî. Bi zanabûna fedaîtî cewhera Partiya me PKK'ê ye, di gelek xebatan de ked da. Li hemberî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker ên ku li Herêmên Parastina yên Medyayê dabû destpêkirin de têkoşînek çalak meşand. Hevrê Rûgeş ê ku him di şerê tunelan de him jî di xebatên bingeh çêkirinê de erkên xwe bi layiqî pêk anî. Li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên dermirovî, bû hevalek berxwedanek destanî dimeşand.

Hevrê Rûgeş ê ku di êrîşa dijmin ê di sala 2024'an de tevlî kerwana şehîdan bûyî, bi werekiya şer û fedakariya xwe ya jiyanê re di xeta fedaîtî de bû xwedî meşekê bênavber. Soz dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalê hevalê xwe yê şehîd û bi vî awayî li ber hemû şehîdên xwe birêzdarî bejna xwe ditewînin."