'500 jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin'

TAJÊ ragihand, ku ji jin û zarokên Êzidî yên dema fermanê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin, 500 jê hatine rizgarkirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser jin û zarokên Êzidî yên dema fermanê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin û piştî ku ew birin Sûriyeyê ji aliyê QSD, koalîsyonê û hêzên navneteweyî ve hatin rizgarkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, fermana ku 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê bi destê çeteyên DAÎŞ'ê rabû, herî zêde zerar daye jin û zarokên Êzidî.

Hat ragihandin ku di pêngav û operasyonên QSD'ê de li Bakurê Sûriyeyê bi taybetî li Reqa û Dêra Zorê 500 jin û zarokên Êzidî hatine rizgarkirin û TAJÊ xwedî li wan derketiye û ew radestî malbatên wan kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Me piraniya kesên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan kirin. Ji bo yên nikarin xwe bigihînin malbatên xwe jî me desteka piştgirî bi wan re kir. Agahiyên li ser sicîla wan me kir arşîv. Arşîv ji saziyên neteweyî û navneteweyî re vekirî ye. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo piştgiriya tenduristî, perwerde û derûniyê ji bo jin û zarokên hatine rizgarkirin, alîkariyê bidin.

TAJÊ spasiya QSD, YPG, YPJ û saziyên jinan ên li Rojava dike ji ber ku ji bo rizgarkirina bi sedan jin û zarokên Êzidî têkoşiyan.

Em spasiya YBŞ/YJŞ'ê yên Êzîdxanê diparêzin û spasiya şervanên ku li Reqayê ji bo rizgarkirina Êzidiyan şer kirin, dikin."