Koledarî li ser karkerên malê tê ferzkirin

Seroka Evîd-Senê Gulhan Benlî bal kişand ser şîdet, destavêtin û destdirêjiya li karkerên jin ên malê tên kirin û got, koledarî li ser karkerên malê tê ferzkirin.

Jinên ji Evîd-Senê bi Rêxstina Kar a Navneteweyî û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê re rûniştin û ji wan re qala pirsgirêkên derdikevin pêşiya jinên karkerên malê kirin.

Sendîka Piştevaniya bi Karkerên Malê (Evîd-Sen) ku ji aliyê jinên karê rojane yê malan dikin, li zarok, nexweş û extiyaran dinerin û paqijiya malan dikin hate avakirin, pirsgirêkên xwe xist rojeva meclîsê. Jin bi komeke ji sêzdeh kesan ji Stenbolê bi rê ketin û destpêkê bi rayedarên Rêxistina Kar a Navneteweyî re rûniştin. Jinan di civînê de qala pirsgirêkên derdikevin pêşiya wan kirin û piştre bi Serokwekîla Komîsyona Mafên Mirovan û Parlamentera Stenbolê Fatma Benlî re rûniştin.

Seroka Evîd-Senê Gulhan Benlî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku karkerên li malan bi salan e di nava civakê de li derveyî kedkaran tên dîtin û got, "Me pirsgirêkên derdikevin pêşiya me ku roj bi roj zêde dibin, pêşkêşî her du saziyan kirin. Soz dan me. Û em li bendê ne ku pirsgirêkên me di demeke kin de bên çareserkirin."

BI HER AWAYÎ ÊRÎŞ TÊN KIRIN

Benlî destnîşan kir ku wan binpêkirina mafên karkerên malan û pirsgirêkên ji ber vê binpêkirinê derdikevin holê ji rayedaran re ragihandine û wiha dewam kir: "Me ji wan re qalê kir ku hin jinên karker ji ber ku ji şibakeyê ketin jiyana xwe ji dest dan, seqet man. Bûn kanser lê nekarîn bên tedawîkirin. Şîdet, destdirêjî û destavêtin li wan tê kirin. Me xwest ku rêvebernameya ku dibêje 'divê karkeriya malê di qanûna kar de cih bigire' bibe qanûn."

'LÊGERÎNA ME YA LI MAFÊ XWE WÊ BIDOME'

Benlî da xuyakirin peymanên wan amade kirin pêşkêşî wezaretê kirine û li saziyên ku serdana wan kirin, encameke erênî bi dest xistin. Benlî diyar kir ku ew meraq dikin ku rayedar di rojên bê de sozên xwe bi cih bînin yan na. Benlî destnîşan kir ku weke karkerên malê ew ê lêgerîna li mafên xwe bidomînin."