'Çavên me her tim li hevrê Sara digeriya'

Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir ku yek ji kesên di kesayetiya xwe de temsîla jiyana PKK'ê dikir Sakîne Cansiz (Sara) bû û got, ew pêşenga wan e.

Yek jê fermandarên YJA Star Hêzil Ozgur bersivê pirsên me yên der heqê têkoşer Sakîne Cansiz, bi nasnavê xwe Sara. Hêzil Ozgur got, "Serokatî carna mînak dida û digot; 'eger hûn bixwazin PKK'ê nas bikin li van hevalan mêze bikin hûnê fêrî PKK bibin'. Yek ji wan hevalan jî hevrê Sara ye."

We Sakîne Cansiz (Sara) cara yekê li ku derê û kengî dît?

Berî ez hevrê Sara bibînim min navê wê gelekî bihîstibû. Sedema wê yek jî ew bu ku hevrê Sara endama koma birdozî bû, ya duyemîn jî berxwedana wê ya li zindana Amedê pir bi nav û deng bû. Gelek qala berxwedana hevrê Sara û hevalên din ên li hember hemû êşkenceya dewleta dagirker a Tirkiyê û şewazên şerê taybet ê ku dixwestin li ser hevalan bidin meşandin li ber xwe dan, dihate kirin. Ya ku herî zêde di nava tevgerê de bandor li me kir, berxwedana zindanan bû. Bi taybetî weke hevalek jin bala me hemû kesî dikişand. Tevî hemû zext û zorî hevrê Sara weke jinek bi vîna xwe li hember vê zilmê sekinîbû, ev jî dibû sedem ku em hevrê Sara meraq bikin û wê bibînin. Çavên me her tim lê digeriya. Dibe ku me heval Mazlûm, heval Xeyrî, heval Kemal nedît lê belê di kesayetên van hevalan de me rêxistin gelekî nas kir. Ji ber ku hevrê Sara sax bû û me dixwest wê bibînin. Dema em li seha Serokatî bûn Serok jî pir behsa hevrê Sara dikir. Behsa berxwedana wê ya li zindanê dikir. Di vir de Serokatî dixwest ku em berxwedanê ji hevrê Sara fêr bibin. Em vîna hevrê Sara ji xwe re mînak bigirin. Li ser vê esasê piştî ku ez derbasî çiyê bûm Hevrê Sara jî wê demê li Zapê bû. Havîna 1996 an despêkê min hevrê Sara li Zapê dît. Wê demê nêzî gundê Fillah yekîneyeke me bi serbixwe hebû. Li girê Amediyê em disekinîn. Ev yekîne ji 3 taximan pêk dihat û xweser bû. Gelek hevalên kevin hebûn. Yek ji wan hevalan jî hevrê Sara bû. Ji nêz ve dîtin ji bo min pir cuda bû. Min her tim dişopand. Fermandara me bû. Jiyana wê ya di yekîneyê de mînak bû. Ji ber wê jî ez pir jê bandor dibûm. Dema min li hevrê Sara mêze dikir ew berxwedana ku hevala ji min re behs dikir min di çavên hevrê Sara de didît. Di çavên herkesî de mirov vê nabîne lê belê di çavên hevrê Sara de şer, berxwedan her tişt tê de xuya bû. Ev pir bala min dikşand û ev dihişt ez nêzî hevrê Sara bibim û pir tiştan jê fêr bibim. Di nava rêveberiya yekîneyê de bû, lê belê xwe weke rêveberî nedidît ji ber ku hevrê Sara di avakirina rêxistinê de bi Serokatî re gav avêt û tevlî têkoşînê bû. Heya roja me îro jî dibe ku şehîd jî ketiye lê belê di milê fikir, pîvan, sekin a ku hevrê Sara temsîl dikir di nav me de zindiye. Gelek taybetmendiyên wê yên mînak hebûn ku mirov behs bike. Serokatî carna mînak dida û di got “eger hûn bixwazin PKK nas bikin li van hevalan mêze bikin hûnê fêrî PKK bibin.” Raste me perwerdeya Serokatî dît me gelek tişt ji Serokatî girt lê belê lêgerînên hevrê Sara yên ji bo jina azad pir tişt bi me da qezenc kirin. Me pir tiştên xwe ji hevrê Sara girt. Gelek legerînên me jî çêbû. Bi hevrê Sara re ewqas ji nêz ve mayîn têkoşîna wê ji nêz ve şopandin bandoreke pir cuda li ser kesayetê me çêdikir.

Hûn dikarin ji me re qala kesayetiya jina têkoşer û berxwedêr bikin?

Me gelek tişt jê girt. Ew kesayetek wîsa bû ku qet qebûl nedikir tiştek ji rêzê bimeşe. Hevrê Sara bi me da fêm kirin ku tenê fermandar ne berpirsyarê jiyanê ye. Milîtanên PKK bi paye an jî erka nameşe. Fermandarî, erk girtin mesuliyetek biçûk nîne. Ger tu barê şoreşekê hildigrê ser milê xwe ev ne tiştek ji rêzê ye lê belê yê ku dihêle tu vî barî rake kesayetiya PKK’ê ye. Milîtantiya PKK'ê ye. Tiştê ku herî zêde di pratîkê de me ji hevrê Sara girt ev bû. Hevrê Sara di jiyanê de milîtan bû. Disîplîna jiyanê, perwerde kirina hevalan, xwe bi xwe dîsîplîn kirin ji bo hemû hevalan mînakeke pir mezin bû. Bi rastî jî jiyana yekîneya me ya ku rêxistin dikir hevrê Sara bû. Hîna jî behsa wê yekîneyê dikim ji ber ku him xweser bû him jî em nêzî 50 hevalên jin bûn. Hevaltiya wê, hevdu guhdar kirin, disîplîn û sîstema wê pîr cuda bû. Xwesteka şer, coş, moral û bi eşq nêzî jiyanê dibûn. Yekîneyekê wîsa bû. Dema ez wê yekîneyê dinirxînim, ji kesayeta hevrê Sara qut nanirxînim. Ji ber ku ya van taybetmendiya bi yekîneyê daye qezenc kirin hevrê Sara bû, keda wê tê de pir bû.

Bîranîneke ku we ya bi hev re hûn dikarin bi me re par ve bikin?

Rojekê em hemû heval rûniştibûn, me yê tekmîl girtiba. Wê demê em pir ciwan bûn. Tecrûbêyên me pratîkî jî pir nebû. Ji xwe fermandarê mangê hebûn û hemû fermandar jî kevin bûn. Em alîkarê fermandarê mangê bûn. Dema rexne ji bo fermandar dihat ji bo alîkar nedihat. Wê demê hevrê Sara got; “Me şaşitiyek mezin kir, pêwîst dikir ku me fermandarê mangê xistiba alîkar û alîkar jî xistiba fermandarê mange.” Li gel hevrê Sara ev pîvan hebû. Ger tu bikaribê kar bike tu vî erkî heq dike. Ked ji bo hevrê Sara pîvanek bû. Pir bi dadmendî dinirxand, li ser kêmasiyan diçû, qebûl nedikir. Cihekî kêmasiyek hebûya neradiza û heya çareser nedikir nedisekînî. Di nav rêxistinê de heya niha terzekî wîsa avaker, çêker ku ez rastê hatime yek jî şêwazê hevrê Sara bû. Tu carî axaftina ji bo min heya vir bes e û têrî dike bi kar nedianî. Her tim herikandin ji xwe re esas digirt. Ji xwe di pirtûka xwe de jî dibêje; “Jiyana min her tim şer bû.” Bi rastî jî jiyana hevrê Sara ji destpêkê heya niha her tim şer bû û dixwest me jî ferî vî şerî bikê. Dixwest em heya dawiyê têbikoşin û bi tiştên xweşik em xwe mezin bikin, xwe bi pêş bixin. Her tim me dawetî têkoşînê dikir. Pir tiştê bi wate hene ku mirov di kesayetê hevrê Sara de bîne ser ziman. Li ser kesayeta min jî gelekî bandora wê çêbû. Dema ez ji hevrê Sara qut bûm cihê ku ez çûm çavên min her tim li hevrê Sara digeriya. Bi vî rengî min hevrê Sara nas kir. Bi hevrê Sara re jiyan, tesîra wê cuda ye. Werzîşa wê ya siharê mînakeke. Dinya jî xerabûba dev ji werzîşa xwe bernedida. Jiyana wê wîsa rêxistinkiribû. Ev jî hêz û moral dida me. Hevrê Sara mînakeke pir mezine. Ne tenê fermandara min e. Her tiştî temsîl dike. Mîna nîşana azadiyê ye. Ji vê nirxê bilindtir tiştek cuda an jî mezin nîne. Yê ku xwe digihînin azadiyê kêsayetiyên wisa ne. Hevrê Sara ji bo min bingehekê jiyanî û çavkaniyeke birdozî ye.

Di mezinbûna tevgera azadiya jinê de Sakîne Cansiz mîsyon û rolek bi çi awayî leystiye?

Di nava tevgera azadiya jinê de roleke pir girîng a hevrê Sara heye. Li ser tevgerê şopên pir kûr û bandor hiştiye. Di destpêka komê de, tevgerê de cih girtibû. Tevlîbûna wê demê pir bi zanistî bû. Siyaseta ku dagirkeriya Tirkiyeyê li ser gelê Bakurê Kurdistanê dimeşand, komkujî bû. Dersim mînakeke vê komkujiyê ye. Dibe ku piştî qetlîaman serhildanên pir mezin çênebûn lê belê kesayetên ku di wê qetlîamê derketin holê de hêza tolgirtinê pir xurt e. Hevrê Sara jî bi kîn û ruhê tolhildanê tevlî bû. Di koma birdoziyê de hevalên jin kêm bûn. Her ku çû tevlîbûna hevalên jin zêde bû. Hevrê Sara destpêkê di nav xebatên gel de cihê xwe digre. Dema di nav xebatan de bû tê girtin. Berxwedana ku hevrê Sara li zindanê nîşan da bangaweziyek bû ji bo jinên Kurd. Hevrê Sara dengvedanek bû. Jinên Kurd şiyar kir. Piştî wê tevlîbûnên hevalên jin zêde bû. Tesîra vê berxwedanê li çar perçeyên Kurdistanê çêbû. Ji destpêkê ve ya ku tovên birdoziya jina azad avêt hevrê Sara bû. Keda hevrê Sara pir zêde bû. Di komcivîna PKK a yekemîn de hevrê Sara pêşniyara xwe ya avakirina yekîtiya jin tînê ser ziman, ji bo wê legerînên hevrê Sara ji bo tevgera jin ava bike ji wê demê destpê dike. Keda hevrê Sara pir zêde bû. Dibe ku tevgera jinê wê demê nehat avakirin, lê belê perspektîfên ji bo demên pêş wê demê hate ser ziman. Bandora wê li çiya jî li Ewropa jî çêbû. Serokatî jî di her cihî de kadroyên jin bi cih kir. Her ku çû tevgera jinê bû xwedî mîrateyeke mezin. Her ku çû di nav hevalên jin de zanistiya zayend bi pêş ket. Hevalên jin di nav tevgerê de bûn xwedî nasname. Em dikarin bêjin ku di rastiyê de nivîsandina dîroka jina Kurd bi gav avêtina hevrê Sara a rêxistinê re dest pê kir. Me pir navê berxwederên jinên Kurd bihîstibû lê, xwe birêxistin nekiribûn. Dîroka jinê di nava rêxistinê de hat nivîsandin. Beriya wê em înkar nakin. Lê rastiya xwe heye ku dîroka jin di nav rêxistinê de ji nû ve hat nivîsandin. Hevrê Sara bi fikir, raman û rêbaza jiyana xwe hertim li gel me bû. Hevrê Sara bû ronahiyek û li gor wê ronahiyê meşa jinê dest pê kir. Ji aliyê birdozî û rêxistinî ve rola hevrê Sara pir mezine. Di xebatên civakî de rola xwe pir girîng bû. Têkîliyê wê bi gel re pir balkêş bû. Ne mimkûne ku keda hevrê Sara bê înkar kirin. Di milê hevaltî de, karkirinê de ferq û cudatî nedixist nava hevalan. Diket nav her karî. Kêmasiyek pir biçûk jî dîtiba pê re têdikoşiya û sererast dikir. Timî perspektîf dida derdora xwe. Bi hevalên gel xwe re her tim di nava diyalogê de bû. Her wiha ji aliyê artêşbûyînê ve jî rolekê wê pir mezin heye. Heya sala 1996'an jî di nav pratîkê de bû. Salên dawî derbasî Ewropa bû. Hevrê Sara di milê leşkerî de û di milê disiplînê de jî xwedî perspektîf bû. Her tim perspektîf dida hevalên derdora xwe. Ev mijarên pir girîng in. Di asta pêşengtiyê de rola xwe dilîze. Di nava PKK’ê de jî tevgera jin xwedî roleke girîng e.

We nava nirxandinên xwe de qala şerê têkoşer Sakîna Cansiz kir. Ev şer li hember çi hat kirin û di kîjan astê de bû?

Eger li cihekî jin pêşengtî neke di wir de kar nayê meşandin. Şerê hevrê Sara li hember hevalên jin jî û hevalên xort jî pir dijwar bû. Şaştiyek dîtiba muhakkak pê re şer dikir. Bi xêra hevrê Sara îro bi sedan jin tevlî rêxistinê dibin bi sedan jin îro li derdora Serokatî kom bûne. Wekî din bi sedan jin îro hêviyen xwe di PKK de dibînin. Ji ber ku bi rastî jî pergala heyî ne tenê jin kesayet giştî pûç kiriye. Tişta ku hevrê Sara herî zêde pê re têkoşiya taybetmendiyên ku pergalê di kesayeta me de daye rûniştandin bû. Ez dixwazim mînakek bidim. Tişta ku herî zêde pê re têdikoşiya cixare bû. Li kî derê rastê bihatiba ku heval cixare dikişînin, teqez li ser cixarê dahûrandin dikir. Ji ber ku ev fêrbûnên pergalê ne. Ev taybetmendî li pêşiya serketinê asteng in. Ji ber wê jî tişta ku astengî çêdikê hevrê Sara bingeha wê ji holê radikir. Hevrê Sara ji cixarê gelekî eciz dibû. Di vî milî de helwesta wê her tim hebû. Her wiha di milê artêşbûyînê de jî wîsa bû. Di qadên pratîkî de hevrê Sara fermandara me bû. Di rêveberiyê de cihê xwe digirt. Bi rastî jî di azadkirin û bilindkirina tevgera jinê de kedeke hevrê Sara ya pir mezin û girîng heye. Niha jî dema em lê dinerin em dibînin ku di xeta PAJK'ê de xeta hevrê Sara heye. Dema ku hevrê Sara li Parîsê hat şehîdxistin Serokatî got “Qetlîama duyemîn a Dersimê’’ ji ber ku hevrê Sara temsîla wê dikir. Hevrê Sara tê wateya gelê Dersimê. Di nav tevgera me ya azadiyê de jî xeta hevrê Sara, pîvan û sekna wê xeta me ya PAJK'ê ye. Di nava şoreşê de kedekê hevrê Sara a pir mezin çêbû. Piştî ku ji zindanê derket hat çiya û li vir jî rolê xwe pir xweş lîst. Di vê mijarê de mîrasek ava kir. Hevrê Sara xwedî mîraseke pir dewlemend e. Ji ber vê jî dagirkeriya Tirkiye bi taybetî hevrê Sara hilbijart heya ku li Fransa şehîd xist. Hevrê Sara ji bo tevgera me ya jin pêşengeke. Kesayeteke wîsa bû ku di her alî de nêrînê wê hebûn. Piralî bû. Nêrînê xwe jî her tim bi partiyê re parve dikir. Eger îro jin bûye xwedî dîrok, dikare bi vîna xwe li ser piya bisekinê bi keda hevrê Sara hatiye vê astê. Li ser vê esasê pêwîste em hevrê Sara her tim ji xwe re mînak bigrin. Xeta wê di jiyana xwe de esas bigrin. Pir mîrate li pey xwe hişt. Pirtûkên wê hene. Pir tiştê ku mirov ji hevrê Sara bigigirn hene. Hevrê Sara dîrok ji nû ve nivîsand, paşeroj diyar kir, hevaltiyek ava kir. Dilnizm bû. Di terzê fermandartiya xwe de her tim nûbûn çêdikir, bi qalip nêz nedibû, nerm bû. Gelek taybetmendiyên wîsa hebûn bi vegotinê xilas nabe. Di rastî de taybetmendiyên hevrê Sara ji tevgerê qut nîne, bi tevgera jin ve bi rêxistina me ya YJA Star'ê ve eleqedar e. Ev taybetmendî di bin xizmeta tevgerê de hatiye bikaranîn û tevger li ser vê xetê hatiye bilindkirin. Îro jî em dibînin bi hezaran keç beşdarî tevgera jin dibin. Dibê ku gelek hevala hevrê Sara nedîtibe lê belê di mejiyên xwe de xeyal kirine. Hevaltî, taybetmendî, hez kirin, şer û werzîşa wê xeyal kirine. Di xeyalên van hevalan de hevrê Sara zindî ye. Ji bo me hemûyan jî ev wisa derbasdare. Hevrê Sara ji bo bîrdoziya rizgarkirina jinê xet e, perspektîf e. Pêwîste mirov wisa binirxînin. Serokatî di xetên birdozî de ji bo jin mijara vegera cewher û xwebûyîn afirand. Serokatî ev mijar weke xetekê da pêşiya me û got ‘’Pêwîste hûn wisa tevbigerin.’’ Ev mijar di hevrê kesayetiya Sara de pir vekirî xuya dikir. Sekneke hevrê Sara ji xwe bawer hebû. Hevrê Sara ji bo me xetek bû. Niha jî tevgera azadiya jin jî li ser vê xetê xwe birêxistin dike.

Di dawiyê de hûn dikarin ji me re qala nêzîkatiyê têkoşer Sakîne Cansiz yê li hember gerîlayên nû bikin?

Ez dixwazim bîranîneke xwe ya bi hevrê Sara re parve bikim. Hevrê Sara sala 2010'an hatibû Avaşînê. Ez jî wê demê li Avaşînê bûm. Hevrê Sara got; “ji bo ku ez tevahî hevalan bibînim pêwîste ez li qadê bigerim.’’ Wê demê em pir tirsiyan heta me xwest em asteng bikin. Ji ber ku rewş xeter bû. Wê demê hevrê Sara got; “canê min ji canê hevalan şîrîntir nîne û ez ê biçim hevala bibînim.’’ Li giştî qadê geriya û heval giştî dîtin. Piştre hat gel hevalên jin û hemû hevalên jin li derdora xwe kom kir, behsa Serokatî û behsa berxwedana zindanê kir. Di mejiyên hevalan de tiştê nû ava dikir. Wê demê jî bandora wê hem li ser hevala hem jî li ser min pir çêbû. Di wê salê de heval giştî di nav kar de bûn. Derfet zêde nebû. Hevrê Sara digîhîşte kîjan hevalî/ê digot ‘’ Bêhna kedê ji we tê ‘’. Ev nêzîkatiyên wê tesîra xwe li ser hevalan dikir. Heval ji ber ku ne paqij bûn şerm dikirin biçin gel hevrê Sara lê belê hevrê Sara digot ‘’ Ji keda xwe şerm nekin’’. Berî ya ku hevrê Sara ji gel me biçe dem ber bi êvarî bû. Roj diçû ava. Hevrê Sara giştî heval kom kirin û got ‘’Ez ê wêneyê we bikşînim. Bifikirin tav Serokatiye em ê bi Serok re wêne bikşînin.‘’ Wêneyê me giştî kişand û beriya ku biçe ji min re got ’’Soz bide min tê cixare berdê’’ min jî got ‘’Temam hevrê Sara ez ê dev jê berdim lê belê niha na. Bila dem derbas bibe ez ê berdim. Piştî wê demekê min cixare vexwar lê min her tim digot ‘’Ez ê dev ji cixarê berdim. Ev jî bîranîneke me li Avaşînê bû. Kengî ez li wan cihên ku lê geriyaye dinêrim hevrê Sara tê bîra min. Piştî ku ji gel me derket çû gel yekîneyeke din. Dema ku çû dijmin obûs û havan avêt. Wê demê perçeyek biçûk li yelekê hevrê Sara ket. Piştî ku wîsa bû me hevrê Sara bi zorê ji wir derxist lê wê digot ‘’Ez niha dernakevim pêwîste ez biçim Çarçela. Ez ê hevalên wir bibînim.’’ Xwesteka wê ji bo ku hemû hevalan bibînê hebû. Hevrê Sara gelek milan de pir cûda bû. Piştî ku çû jî her tim behsa Zagrosê dikir. Ew aşiqa Zagrosê bû. Serokatî dibêjê ‘’Zagros cihê xwedawendan e.’’  Dema hevrê Sara li wan gira dinerî mîna xwedawendekê bû. Ji çavên wê eşq dibarî. Çiya pir li hevrê Sara dihat. Min di şexsê hevrê Sara de xeyalê xwedawenda dikir û min jê re jî anî ser ziman. Min got ‘’hevrê Sara ez pora te, sekna te, meşa te dibînim wîsa xeyal dikim ku xwedawendek li pêşiya min e. Dibê ku hevrê Sara weke fizîk niha ne li gel me ye lê ruhê wê fikir û felsefeya hevrê Sara her tim di nav jiyana me de ye.  Şopên ku di kesayeta me de hiştiye, şopên ku di tevgera azadiya jin de hiştiye ev mijarin. Em çi bikin bila bikin pêwîste em layiqî hevrê Sara bin. Hevrê Sara ji bo tevgera azadiya jinê pêşengek bû. Erka ku dikeve ser milê me jî pêwîste em tola hevrê Sara hilînin û em layiqî hevaltiya hevrê Sara derbikevin. Xeyalên hevrê Sara yên ku nîvçe mane pêwîste em temam bikin. Li ser vê esasê cardin soza xwe didin hevrê Sara û di şexsê hevrê Sara de hemû şehîdên azadiyê bi minet bi bîr tînin.