Şehîdên Parîsê li Goteborg û Hîldesheîmê hatin bibîranîn

Li bajarê Goteborga Swêdê û li bajarê Hîldesheîma Elmanyayê ji bo  Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakî û merasîma bibîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Goteborga Swêdê, yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin bibîranîn ên ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin. Li aliyê din li navenda bajêr ji bo protestokirina Hikûmeta Fransa û dewleta Tirk çalakiyek hate lidarxistin.

Merasîma bibîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Goteborgê li lokala saziyê hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Celîl Kobanê di merasîmê de axivî û got ku Komkujiya Parîsê bi fermana Erdogan ji aliyê MÎT’ê ve hate kirin û ev hemû hatin eşkerekirin.

Kobanê got ku dewleta Tirk dixwaze li bajarên Ewropa komkujiyên din bike. Kobanê bang li dewleta Fransa û dewletên Ewropayê kir ku bila dev ji polîtikayên xwe yên durûtiyê berdin û bersûcan derxînin pêşberî dadgehê.

Pişte temaşekirina sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez dikir, ji bo bîranîna jinên şoreşger marş û stran hatin gotin.

Li aliyê din di saetên şevê de li navenda bajêr bi armanca protestokirina dewleta Fransa û dewleta Tirk a ku komkujî pêk anî meşeke bi meşaleyî hate lidarxistin.

Li qadê gel alayên PKK’ê, KCK’ê hildan û wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez danîn erdê û mûm pêxistin.

Di çalakiyê de bang li Hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ji bo ku kujerên komkujiyê derxînin bila bikevin nava hewldanan.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê jî Kurdistaniyan Cansiz, Dogan û Şaylemez bi bîr anîn.

Merasîma bibîranînê ji aliyê Komuna Jinan a Meryem ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat. Merasîm bi deqîqeyekê3 rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevseroka NCDK’ê Hayat Donma axivî.

Donma got ku Sara, Rojbîn û Ronahî ji aliyê gelê Kurd ve dihate naskirin û wiha got; “Wan pêşeroja me ronî dikirin.”

Piştre Hediya Denîz axivî û jînnameya Cansiz, Dogan û Şaylemez xwend. Siyasetmedarê Kurd Alî Bakur jî axivî û bal kişand li ser kujerên komkujiyê yên ku di lixwemikurhatinên rêveberên MÎT’ê de careke din eşkere bû.

Merasîma bibîranînê bi nîşandana sînevîzyonê berdewam kir û bi dayîna xwarinê re bi dirûşmeyan bi dawî bû.