‘Tarîtî bi rojnamegeriya ji bo heqîqetê ronî dibe’

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê gotin ku, “Tekane rêya tunekirina tarîtiyê hevgirtin û rojnamegeriya ji bo heqîqetê ye.”

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi wesîleya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên ku Dixebitin îro daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em bi binçavkirin, girtin û zextan dikevin 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên ku Dixebitin. 165 rojnameger girtî ne û bi kêmanî 10 hezar rojnameger bêkar in, yên ‘li derve’ jî êrîş li ser wan heye. Ji ber vê jî ji pîrozkirinê wêdetir pêdiviya me bi geşkirina berxwedana ji bo heqîqetê heye.”

‘RÊYA RAKIRINA TARÎTIYÊ…’

Li hemberî medyaya yektîp a ku piştgiriya desthilatdariyê dike, rojnamegerên mûxalîf her roj tên girtin û binçavkirin. Nûçeyên me ‘delîl’ tên nîşandan û em tên darizandin. Ligel van êrîşan em dizanin ku tekane rêya derbaskirina vê tarîtiyê rojnamegeriya ji bo heqîqetê ye.

Ji kesên ku li Sûrê malên wan hatine xerakirin heta kedkarên ku li Yukselê dengê wan tê birîn, ji girtiyên greva birçîbûnê bigire heta jinên ku şîddet li wan tê kirin, em ê bibin dengê gel û tiştên rast binivîsin.

Em diyar dikin ku rojnamegerî ne sûc e û bi heman biryardariyê em ê berê kamera û pênûsa xwe bidin aliyê heqîqetan. 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên ku Dixebitin ji bo pîrozkirinê wêdetir, ev roj e ku em têkoşîna xwe nûtir bikin û biryardariya xwe xurttir bikin. Herçiqas desthilatdarî û medyaya wê hevalên me reş bike jî em ji vir diyar dikin ku em şahidên rojnamegeriya hempîşeyên xwe ne. Li ser vî esasî em balê dikişînin ser rûniştina sibê ya nûçegîhana DÎHA’yê Şerîfe Orûç a ku ji 15’ê Tîrmeha 2016’an û vir ve girtî ye.”