Amed: Diyanet di mijara jinê de bûye berdevkê AKP'ê

Endama Rêveberiya KJK'ê Ayten Amed destnîşan kir ku AKP-MHP li dijî jin û zarokan "polîtîkaya destavêtinê" dimeşîne û got, Diyanet jî bûye berdevkê vê polîtîkayê. Amed bang li civakê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Endama Rêveberiya KJK'ê Ayten Amed, polîtîkayên hikumeta AKP'ê ku dema dawî bi MHP'ê re li dijî jinê dimeşîne ji ANF'ê re nirxand.

Amed diyar kir ku armanca bingehîn a rejîma AKP-MHP'ê ew e ku hê bêhtir li ser civakê bibe xwedî hikum û got, biryarên tên girtin û guhertinên qanûnî yên tên kirin xizmetê ji vê yekê re dikin. Amed wiha dewam kir: "Ev biryarên digirin nîşan didin ku ji dema ragihandina Komara Tirkiyeyê û vir ve ti desthilatdar bi qasî desthilatdariya AKP û Erdogan ji jidestdana desthilatdariya xwe ewqasî netirsiya ye. Mirov dikarin bêjin, yê ku herî zêde xew bi çavan nakeve Erdogan e."

Amed wiha dewam kir: "Miftî bûne berdevkê wan. Miftî bi navê şerîat û Îslamiyetê qanûnan derdixînin û li ser civakê ferz dikin. Daxuyaniyan didin û dibêjin, zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin û ducanî bimînin, zarokên mêr ên 12 salî dikarin bizewicin û bibin bav."

Amed da xuyakirin ku desthilatdarî bi biryar û qanûnên xwe li nava tevahiya civakê rê li ber îstîsmara zayendî vedike û dixwaze civakê bi birçîbûnê terbiye bike. Ayten Amed got, "Ji aliyê derûnî ve dixwazin civakeke ku vîn û mejiyê xwe ji dest daye biafirînin. Civaka Tirkiyeyê bi taybetî jin, divê vê pirsê ji Erdogan û miftiyên wî bikin; gelo eger keça te be tu yê vê qebûl bike? Ya jî bila biceribînin, biçin û lêkolîn bikin. Li wan miftiyan binerin, bê qebûl dikin ku keçên xwe di 9 salî de bizewicînin? Ya jî bila li keça Erdogan binerin; eger destavêtin lê bê kirin, wê qebûl bike ku bi kesê dest avêtiye wê re bizewice? Ew kesên niha desthilatdar in û ev qanûn pejirandine, gelo wê vê yekê ji bo zarokên xwe qebûl bikin? Na, wê qebûl nekin. Bi rastî jî divê civaka Tirkiyeyê biçe lêkolîn bike. Wê bibînin ku ew, zarokên wan, keçên wan li welatên derve li zanîngehên herî baş dixwînin, wan didin xwendin. Zarokên xwe ewle dikin."

Ayten Amed destnîşan kir ku AKP û Diyanet dixwaze mejiyê "zewicandina bi tecawizkar re" bixin meriyetê.

Di dawiya axaftina xwe de Amed bal kişand ser nerazîbûna sosyalîstan, hêzên çep û jinên têkoşerên azadiyê ya li dijî van qanûnan û got, "Seknek hate nîşandan, lê belê ev têrê nake."

Amed diyar kir ku wezîfeya herî girîng dikeve ser milê dê û bavan û ji wan xwest ku bikevin nava liv û tevgerê.