‘Me soz daye Rosa heta Sarayan; em ê azad bibin!’

Sê jinên Şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên beriya 5 salan li Parîsê hatibûn qetilkirin, ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stebolê ve hatin bîranîn.

Sê jinên Şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çoleya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin bi aktivîteya bîranînê ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ve hatin bîranîn. Di bîranîna ku tenê jin tevlîbû de, Dayikên Aştiyê, Berdevka HDP’ê Gulîstan Koçyigît, Berdevka Giştî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî, Nûnera EMEP’ê Şenay Kûmûz, hevrêya qawîşê ya Sakîne Caniz Mevlude Acar, ji Însyatîfa Malatên Pirsûsê Hacer Elçîn û gelek saziyên jinan tevlî bûn. Dorpêça polîsan a li dorî avahiya ku têde bîranîn hate lidarxistin bal kişand.

Di salona bîranîn lê hate kirin de li gel wêneyên sê jinên şoreşge, pankartên bi nivîsînên “Me soz daye Rosa heta Sarayan, em ê azad bibin”, “Parîsê sê delalên Kurdistanê hilbijartin” û “Mohra ‘aştiyê’ ya dijminê bêbexet xwîna xezalan e” hatin daliqandin.

Aktivîteya bîranînê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, sînevîzyona ku bi navê ‘Ji Sarayan heta Sêvêyan dîrokek ji berxwedanê’ ku çîroka têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez û jinên ku hatine qetilkirin hate nîşandan. Jinan tim dirûşmên ‘Sara Rojbîn Ronahî; em te ji bîr nakin” qîr dikirin.

KOÇYÎGÎT: EW BÛ XUDAWENDA BERXWEDÊR A GIRGÎGEHAN

Di bîranînê de destpêkê Hevberdevka Giştî ya HDK’ê Gulîstan Kiliç axivî. Kiliç bal kişand ser berxwedan û têkoşîna Sara û got: “ Ew bû xudawenda berxwedêr a girtîgehan.”

Li ser pirsa bê ka çima jin tên qetilkirin? Koçyigît got: “Jiber ku jin li pey heqîqetê ne. Jiber ku jin bi înadin. Jiber ku jin ji nirxên bawer dikin ji bo wê canê xwe jî feda dikin. Sara hevrêbûn bi tevahî jiyana xwe ji bo me da nîşandan.”

Koçyigît wiha pêde çû: “Em bûn şahidê berxwedana Sêvêyan. Em bû şahidê ku jin li dijî vê daketin qadan. Em carekî din di kesayeta hevrêyên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû jinên ji bo têkoşîna azadiyê li ber xwe didin, ked didin carekî din li vir soz didin; rêya wan rê ya me ye, têkoşîna wan têkoşîna me ye.Em ê heta dawiyê têkoşîna wan a azadiyê bidomînin.”

ÇELEBÎ: ERKA ME BIHÊZKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE

Berdevka Giştî ya SKM’ê Fadîme Çelebî got ku li Tirkiye û cîhanê gelek jin hatine qetilkirin, lê komkujiya Sakîneyan cuda ye. Çelebî bal kişand li ser rola MÎT’ê ya di komkujiyê de û wiha got: “Têkoşîna Sakîneyan li Tirkiyeyê ji bo me jinên sosyalîst gelek girîng û bi nirxe. Bihêzkirina vê têkoşînê ji bo me jinên sosyalîst erkeke. Em bihêvîne ku piştevaniya yekbûna jinan bihêztir bikin.”

ESENGUL: JI BO TINEKIRINA DESTHILATDARIYA ZILAN EM TÊN GEL HEV

Hevseroka HDP’ê ya bajêr Esengul Demîr jî bibîrxist ku her sê siyasetmedarên jin ên Kurd jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurd fedakirin û wiha domand: “Tevî ku kujerên komkujiyê jî derketine holê lê di qada navnetewî de dixwazin serê komkujiyê bigrin û di vir de jî yekîtiyekî topyekûn heye. Li Efrîka, li Asya, li Amerîkaya Başûr, li Tirkiyeyê û hemû cihên din ên cihanê li dijî tinekirina jinan yekîtiyekî heye û em vê dibînin.” Esengul di şexsê siyasetmedarên Kurd Fîgen Yuksekdag, Sebahet Tunçel û Gulten Kişanak ên girtî de têkoşîna hemû jinên girtî silav kir û got ku wê têkoşîn bidome.

KÛMÛZ: DI TÊKOŞÎNA JIN DE XWEDÎ CIHEKÎ GIRÎNG BÛ

Li ser navê EMEP’ê Şenay Kûmûz axivî û wiha got: “Jin têne qetilkirin, ji ber ku li her cihê ku jin destê xwe davêjinê li wir jiyan heye. Ji ber ku ne li gorî karê wan in, jin têne hedefkirin û têne qetilkirin.” Kûmûz got ku sala 2002’an de Cansiz naskiriye û wiha got: “Sakîne di têkoşîna jinê de xwedî cihekî girîng bû.”

ACAR: AZADIYA JINÊ HERÎ ZÊDE LI WÊ DIHAT

Hevala Cansiz a qawûşa girtîgehê Mevlude Acar dema ku qala bîranînên xwe kir kêliyên hestiyar hate jiyîn. Acar wiha got: “Ez gelek xemgînim ku li ser şehadeta Sakîne daxivim. Min dixwest ku ez demê wê yê herî kêyxweş û biken ji were bibêjim. Dîrokê destûr ji bo me neda. Azadiya jinê herî zêde li wê dihat. Serketin a me ye, em ê serbikevin.”

TANRÎKÛLÛ: JI GIRTÎGEHA DIYARBEKIRÊ HER KESÎ QALA WÊ KIR

Li ser navê Hewldana Aşitiyê ya Jinan Nîmet Tanrîkûlû got ku di dema çêkirina belgefilma ku qala wahşeta Zindana Amedê dikie de, 250 kesên ku gel wan axivîn hemûyan qala têkoşîna Cansiz dikir û wiha domand; “Sakîne jina asî û resen a Dersimê bû. Li Dersimê em bi çîrokên wê mezin dibûn. Ger ku niha di têkoşîna demokratîk de ez aktîv bim bi saya Cansiz e.”

ELÇÎN: JI BO HEMÛ JINAN EDALET!

Li ser navê Înisyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçîn jî axivî û got ku dîroka Tirkiye dîroka tejî komkujiye. Elçîn wiha domad: “Komkujiya Pirsûsê yek ji van komûjiyan bû. Di wê komkujiyê de me 12 hevalên xwe yên jin winda kir. Li dijî van komukujiyan weke mexdurên komkujiyan me banga lêgerina edaletê li hemû pêkhateyan kir. Me got ji bo Pirsûs ji bo her kesê edalet. Di şexsê Sakînce Cansiz de ji bo hemû hevalên jin em daxwaza edaletê dikin.”

Merasîma bibîranînê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.