Jin ji bo azadiya Ocalan di nava çalakiyan de ne

Jinên Rojava ji bo balê bikişîni ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agahiyek ji ewehî û tenduristiya wî bigrin, çalakiya konê greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Mabata ya Kantona Efrînê, şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji ewlehî û tenduristiya wî agahiyekê bigirin, konê girava birçîbûnê veda.

Çalakiya gravê bi dirûşmeya ‘‘Jin, ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe têdikoşin‘‘ bi tevlîbûna endamên Kongreya Star û dayikên aştiyê ve destpê kir.

Qada çalakiyê li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê û bi pankarta “Sonda me, em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber APO re azad bijîn” hatibû xemilandin.

Li ser tîşortên jinên ku tevlî çalakiyê bibûn ev tişt hatibûn nivîsandin: ‘‘Ji tecrîda li ser Rêber APO re na”, “Rêbertî jiyana azad e û girtina Rêber APO girtina mirovahiyê ye‘‘ hatibûn nivîsandin.

Çalakiya gravê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanên şehîdên azadiyê ve destpê kir. Piştre jî ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Newroz Haşim, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a navçeyê Serhildan Kelaşo û li ser navê malbatên şehîdan Şadiya Îbrahîm ve axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li ser wî hate şermezarkirin û hate gotin ku deweleta Tirk ji fikirê Ocalan ditirse û bi bi rçya tecrîdê dixwaze fikirê wî asteng bike. Di dewama axaftina de ev tişt hate gotin: “Gelê Kurd bi raman û felsefaya Ocalan têkoşînê dimeşîne. Ji bo wê heta azadiya Rêberê xwe em ê têkoşînê bê navber bidomînin.

Di çalakiyê de helbest hatin xwendin û belavokên nirxandinên Ocalan hatin belavkirin.