Konferansa jineolojî bi dawî bû

Li bajarê Dêrik ê girêdayî Herêma Cizîr a Federasyona Bakurê Sûriyeyê 1.Konferansa Jineolojî ya bi dirûşma ‘Jineolojî Rastiya Civakê Bi Xwezayîbûna Jinê ve Vedibêje’ hatî lidarxistin bi dawî bû.

Endamê Meclîsa PAJK’ê Tekoşîn Ozan a di dawiya Konferansa Jineolojiyê de axivî wiha got: “Em bi îdîa ne; biryara bê ka çawa em ê bijîn em ê bi xwe bidin, em ê rêjeya wê diyar bikin. Her jina ku bikeve nava vê wê şoreşekê lidar bixe. Em ji hêza jinên a li ser vê xakê, bi tevgera me û îdeolojiya me re dijî heta dawî heye bi bawerin.”

Li bajarê Dêrik ê girêdayî Herêma Cizîr a Federasyona Bakurê Sûriyeyê 1.Konferansa Jineolojî ya bi dirûşma ‘Jineolojî Rastiya Civakê Bi Xwezayîbûna Jinê ve Vedibêje’ hatî lidarxistin bi dawî bû.

ÎDÎAYA ME HEYE KU ŞOREŞA JINÊ BISAZÎ BIKIN

Piştre jî pêşnûme projeya Akademiya Jineolojiyê ya ku amade kirî û ji niha û şûnde xebatên ku bê meşandin hate xwendin. Endama Akademiya Jineolojiyê Rûmet Heval diyar kir ku pêwîstiya wan bi modelekî nû ya rêxistinkirinê heye û wiha got:

“Divê li dijî rastiya modernîteya kapitalîst a qatilê jiyan, civak, jin û zarokan, felsefeyekî jiyanê ya nû weke alternatîf bê amadekirin.

Serkeftinên jinan ên li Rojava û Sûriye di qada siyasî, leşkerî, civakî, çandî û hiqûqî de bi dest xistî hê bê kûrkirin, di vê wateyê de xebatên akademiyan ên hê dewlemendtir bên avakirin.

Li dijî hişmendiya serwer a mêr û kolekirina jinê projeyên jiyana azad a hevbeş bê avakirin.

Li dijî destavêtin, destdirêjiya li ser jin, zarok, şideta navxweyî û derve, berdan, êrîşên zayendî û her cûre êrîşên dijî vîna jinê lêkolîn kirin û ji bo pirsgirêkên heyî çareserî dîtin.

Di akademiyên Jineolojiyê de perwerdeya, etîk-estetîk, tenduristî, aborî, di qada civakî de ekolojîk, dîrok, jiyana azad, demografî, xweparastin, hiqûq, çapemenî û di qada jinên ciwan de xwe perwerdekirin dike hedef."

Endama Meclîsa PAJK’ê Tekoşîn Ozan a di dawiya konferansa du rojan dewam kir de axiv û wiha got: “Em avakerê teoriya jineolojiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin. Em dibêjin tecrîd û êrîşa li hember Rêbertiya me tê wateya êrîşa li ser azadiya jinê.”

Ozan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Têkoşîneke ku ev 40 sal in dewam dike, di encama vê berxwedan û têkoşînê de Şoreşa Rojava pêk hat. Di vê şoreşê de berdêlên giran hatin dayîn. Ji Sarayan bigire heta Sêvêyan, Şevîna heta Nalînan, ji Helînan bigire ji bo ku em azad bijîn li ber xwe dan. Ev berxwedan îro jî dewam dike. Di pêşengtiya YPJ’ê de dewam dike. Em vê berxwedanê silav dikin. Em jiyanê ji nû ve dafirînin. Ji her cûre etnîk û pêkhateyên li herêmê em jiyan li cihê wê ji nû ve dixuliqînin.”

BINGEHÊ FIKIRINANDIAN AZAD DERXIST HOLÊ

Ozan bal kişand ser lidarxistina konferansê û wiha got: “Ji niha û şûnde diyar bû ku bê çawa xebatên jineolojiyê wê çawa birêve biçin zelal bûn. Bê şik û gûman wê xebatên jineolojiyê di qada zihnî de birêve biçe. Derket holê ku em dikarin bi azad bijîn, em ê nikaribin êdî weke kole bijîn. Lê dîsa vê konferansê da nîşandan ku wê bi vê konferansê têrê neke û divê em hê bêhtir jineolojiyê rêxistin bikin.”

Tekoşîn diyar kir ku divê jinên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî û Êzidî hê bêhtir xwedî li jineolojiyê derkeve û wiha got : “Eger em wisa bikin wê baweriya me hê xurti bibe, hê bêhtir em dikarin azad bijîn. “

JI BO CAREKÎ DIN EM HEMAN TARÎTIYÊ NEJÎN

Endama Meclîsa PJAK’ê Tekoşîn Ozan destnîşan kir ku ji bo carekî din heman tarîtiyê nejîn ji bo jiyaneke demokratîk û azad ava bikin divê hemû jin hevdu fêm bikin û wiha pêde çû: “Em dît ku heman êşan parve dikin. Çi Ereb bin, çi Kurd, çi Tirkmen, çi Suryan û çi Ermenî bin heman êşan dikişînin û divê em hê bêhtir hevdu hîs bikin. Her jina ku êşê dikişîne hemû civak heman êşê dijî. Wê bersiva me ya herî guncaw ji bo her pirsgirêkê jinê sîstema me, siyaset û rêxistinkirina mebe. Divê em xebatên xwe di vî warî de hê xurti bikin. Di warê aborî de divê em koperatîfan avabikin komîn û meclîsên xwe ava bikin û xwe bi xwe bi rêve bibin.

ME BERSIVA PIRSA BÊ KA EM Ê ÇAWA LI SER VÊ XAKÊ BIJÎN ME DÎT

Ozan got: “Em bi îdîa ne, ji ber ku Rêber Apo ji pirsa ‘Çawa bijî?’ li ser vê xakê li bersivê geriya. Li gel heval Sara û çend hevalên din ji bo çareseriya azadiya jinê li ser vê xakê geriya. Em niha bersiva bê ka em ê çawa bijîn didin; ji derveyî jiyana azad ti jiyanekî din em qebûl nakin û qebûl jî nakin.”

Endama Meclîsa PJAK’ê Tekoşîn Ozan herî dawî ev tişt got: “Zanista jineolojiyê di vê wateyê de bi pêşengtiya her jinê ve wê pêş bike, lihevkirina civakî wê li ser vê xakê wek rojekê wê li ser gelên Rojhilata Navîn hilkeve. Biryara bê ka çawa em ê bijîn em ê bi xwe bidin, em ê rêjeya wê diyar bikin. her jinek şoreşgereke. Her jina ku bikeve nava vê wê şoreşekê lidar bixe. Em ji hêza jinên a li ser vê xakê, bi tevgera me û îdeolojiya me re dijî heta dawî heye bi bawerin.”

Konferans piştî axaftina Ozan bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî têkoşîna jinê” ve bi dawî bû.