Sakîne, Leyla û Fîdan li Elmanyayê hatin bibîranîn

Li Braûnschweîga Elmanyayê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin bibîranîn.

Komuna Şehîd Zozan Cûdî li Li Braûnschweîga Elmanyayê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anî.

Endama jinên herêma Salzgîtterê Hakîme Yûsûd piştî rêzgirtinê axivî got, “Em bi tundî vê komkujiya li Parîsê şermezar dikin û em diyar dikin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”

Axaftvanan di axaftinên xwe de qala têkoşîna Sakîne, Leyla û Fîdanê kirin û soza geşkirina têkoşînê dan.

Bibîranîn bi xwarina ji bo şehîdan bi dawî bû.