Li Swêdê jin li dijî êrîşên zayendî daketin qadan

Li Swêdê jin li dijî êrîşên zayendî û şidetê daketin kolanan.

Li Swêdê li dijî êrîşên zayendî yên li ser jinan, li gelek navendan bi daxwaza divê kesên şidetê dikin û berpirs in bila bên darezandin daketin qadan û find pêkirin. Jin li ser banga 100 saziyên jinan ên di bin sêwana Federasyona Saziyên Alîkarî Ji bo Jinên Ciwan û Jinan ên Swêd (ROKS) de hemwext rabûn ser ser lingan. Di axaftinên li ser nûnertiya ROKS’yê hate kirin de hate diyarkirin ku polîs dadgeh şidet, destavêtin û destdirêjiya li ser jinan bi qasî pêwîst nagirin dest ji bo wê van kiryaran protesto dikin. Bang li siyasetmedaran jî hate kirin ku ji bo bi awayekî berfireh sûcên zayendîbên lêkolîn bikin, divê ji bo polîs û dadgehan hê zêdetir çavkaniyan pêşwazî bikin.

‘TÊKOŞÎN HÊVIYÊ DIDE’

Seroka ROKS Zozan Încî jî anî ziman, têkoşîna li dijî destavêtinê ya jinên ku tevlî kampanyaya #Metoo bûne, dayî destpê kirin bûye hêvî.

Ji rêveberên ROKS Anna-Lena Mellqvîst a di xwepêşandanên li Qada Gûstaf Adolf a li bajarê Goteborg ê bajarê duyemîn ê herî mezin ê Swîsreyê ye hate lidarxistin de axivî, anî ziman ku ji sedî 56’ê jinan êrîşên zayendî li ser tê kirin û ji sedî 34’ê din jî şideta zayendî lê tê kirin. Gûstaf destnîşan kir ku di sala 2016’an de ji 20 hezar û 300 sûcên zayendî tenê ji sedî 12 ji wan ji aliyê darazê ve biryar li ser hatiye girtin û diyar kir ku ev têrê nake û rexne kir.