Li Parîsê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez bîrdariyek hate danîn

Li cihê ku yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez lê hatîn qetilkirin, bîrdariyeke bîranînê hate danîn. Bîrdariya bîranênê îro bi merasîmekê hate danîn.

Di 5’emîn salvegera yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez de, li Cadeya 147 La Fayette ya ku avahiya Boruya Enformasyon a Kurd bîrdariya ku navê hersê jinên Kurd lê heyî hate danîn.

Di merasîma salvegera Komkujiya Parîsê û vekirina abideyê ku ji aliyê Şaredariya Parîsê, Şaredariya Parîs a 10’emîn û Konseya Demokratîk a Kurd ya Fransayê ve, siyasetmedarên Fransî, nûnerên saziyên Kurdan û malbat amade bûn. Li ser bîrdariyê agahiyên li ser Cansiz, Dogan û Şaylemez û nivîsa ‘3 mîltîtanên Kurd li vir hatin qetilkirin’ heye.

DI SALA 5’EMÎN DE MEŞA BÊDENG

Çalakî îro seat di 13:00’an de li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê ku tevgera jinên Kurd organîze dikir bi meşekî bêdeng destpê kir. Li pêşiya meşê çelengên bi navê PKK’ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KNK, CDK-F, TJK-E, Ciwanên Azad, FEDA û wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hate rakirin. Meşa ku li pêşiya avahiya Enformasyon a Kurd bi dawî bû. Piştre merasîma bîranîn û abideyê destpê kir.

Alîkara Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Helene Bîdar, Senator û Serokê Şaredariya Parîsa 10’emîn ku dema komkuhiyê de serokê şaredariyê bû Remy Ferre, Seroka Şaredariya Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordebard, li ser navê Koordînasona Piştevaniya Kurdistan û Netewa Fransa Andre Metayer, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç, li ser navê CDK-F ê Egît Polat axivîn.

‘BI VÊ ABIDEYÊ RE DIDIN NÎŞANDAN KU EM LI GEL GELÊ KURD IN’

Axaftina vekirinê ji aliyê Seroka Şaredariya Parîsê ya 10’emîn Alexadra Cordebard kir. Cordebard di axadtina xwe de bal kişand li ser komkujiya ku li herêma wan hatî kirin û qala jiyana her sê jinên şoreşger kir û wiha domand: “Her sê mîlîtanên Kurd ji bo nirxên jin û mirovahiyê têkoşîn dan. Jiyana wan bi vê ve derbas bû. Bi vê abideyê re armanca me ew e ku em wan jibîrnekin û ji Parîsê re jî nedin jibîrkirin. Ji bo wê jî bîrdariyeke wiha me danî vir.”

Remy Fere jî wiha got: “Ji bo ku em van jinan ji bîr nekin, piştî komkujiyê me xebatek wiha da destpêkirin. Ev xebatên bîrdariyê me hevpar bi şaredariya bajarê mezin re kir. Divê ev ne tenê weke bîrdariyeke were destgirtin. Ev bîrdarî nîşaneya ku di têkoşîna Kurdan de em li gel wan in.” Ferre bang li dadgeha Fransa kir ku edalet cihê xwe bibîne.

‘DIVÊ DARAZ BERSÛÇAN DERXE PÊŞBERÎ DADGEHÊ’

Li ser navê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistan û Netewa Fransa Andre Metayer axivî û got ku tevî hemû delîl û belgeyên têkildarî dozê hene komkujî nehate ronîkirin û wiha domand: “Lê tevî hemû tişt hene jî edalet cihê xwe nabîne.Daraza Fransayê berî demekê pêwîste berçûdan derxîne pêşberî dadgehê.”

‘HÊVÎDARIM KU EV HIŞYARÎ DI DARAZÊ DE JÎ CIH BIGRE’

Birayê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Canzi Metîn Cansiz jî axivî û vekirina bîrdariyê ji aliyê şaredariya Parîsê ve erênî dît.

Cansiz wiha got: “Hêvîdarim ku ev hişyariya şaredariyê di darazê de jî cih bigre. Em kurd ji bo nirxên xwe yên beriya niha hatibûn qetilkirin re bêdeng namînin. Wê lêgerina me ya edaletê heya dawiyê bidome.”

Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez jî ji bo edaletê bang li daraza Fransayê kir ku bi peywira xwe rabe.

‘HÊZA LI PIŞT KOMKUJIYÊ DEWLETA TIRK E’

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç jî axivî û wiha got: “3 jinên Kurd nûnertiya 3’ê deman dikir. Sakîne Cansiz, sembola têkoşîna azadiyê bû. Ew jî weke Rosa Luksembûrg û Clara Zetkîn derbasî dîroka şoreşa cîhanê bû. Îro xeta ku nûnertiya wê dikr li Rojava dijî. Dîsan Fîdan Dogan dîplomatekî ku li Fransayê mezin bûyî bû. Leyla Şaylez jî nûnertiya ciwanên nû dikir. Rêveberên MÎT’ê di axaftinên xwe de lixwe mikurtên ku hêza pişt vê komkujiyê dewleta Tirk e. Pêwîste Fransa van gotinên wan li ber çavan re derbas bike û berî demekê edaletê pêk bîne.”

‘GER KOMKUJÎ HATIBA RONÎKİRİN, ÎRO WÊ MÎT NEKARÎBA LI HER DERÎ BI HÊSANÎ TEVGER BIKE’

Li ser navê Konseya Demokratîk a Kurd ya Fransayê Egît Polat axivi û wiha got: “Niha li dewletên Ewropa sîxûrên dewleta Tirk bi hêsanî tevger dikin. Tevî ku hemû îstixbaretên Ewropa vêya dizanin jî têkildarî wan ti kar û bar nedane destpêkirin. Herî dawî piştî hevdîtina Erdogan û Emmanûel Macron li Elmanyayê êrîşî lîstîkvanên Kurd Denîz Nakî hate kirin. Ev jî dide diyarkirin ku talukeya heyî çiqas mezine. Ger ku komkujiya 2013’an bihatiba ronîkirin û edalet cihê xwe dîtina wê pêşî li hewldanên bivî awayî jî bihatiba girtin.”

‘LI PIŞT KOMKUJIYÊ ENQERE HEYE’

Alîkara Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Helene Bîdar jî axivî û wiha got: “Em êşa 3 jinên ku ji bo nirxên mirovahiyê têkoşîn dayîn dijîn. Em jî weke şaredarî ji bo bîranîna mirovan bidin jiyan kirin bîrdariyeke wiha me danî. Êdî weke sazî jî em ji roja destpêkê ve parçeyekî ya edaletê ne. Divê daraz vê bûyerê ronî bike. Ev berpisyarî ya hikumeta heyî ye. Ji ber ku li pişt vê komkujiyê Enqere heye.”

Piştî axaftinan bi merasîmekî fermî vekirina bîrdariya hate kirin û merasîma bibîranînê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemz deqîqeyek rêzgiritnê bi dawî bû.