Cansiz, Dogan û Şaylemez li Stûttgartê hatin bîranîn

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê yek ji damezrênera PKK’ê Sakîn Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Bîranîna ku li Stûttgartê hate lidarxistin gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên şoreş û Kurdistan hate destpêkirin, aktivîsta Jina Berîtan Amanos axivî û wiha got: “Dema ku em têkoşîna Sakîne Cansiz dixwînin divê em baş fêm bikin û bibin layîqî têkoşîna ku dayî kirin. Jin, bi kesayeta xwe ya Kurd bi berxwedan û têkoşîna dayî kirin bû sembola azadiyê ya gerdûnî. Em ê heta dawî şopdarê rêça wan bin.”

Hunermed Garîp Nûrhak jî diyar kir ku beriya Cansiz bê qetilkirin bi hefeteyekê bûye mêhvanê wan û got: “Em weke gel bi qasî pêwîst me Hevala Sara fêm nekir û nas nekir. Lê dijmin wê ji me baştir naskir û bi qetilkirinê ji me stand.”

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde, bîranîn bi nîşandan sînevîzyon û dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.