'Çareseriya krîzê bi jineolojiyê dibe'

Endama Akademiya Jineolojiyê ya Bakurê Sûriyeyê Zozan Sîma got, "Rêya derketina ji nava krîzê, jineolojî ye û zanista jiyana azad e."

Roja destpêkê ya 1. Konferansa Jineolojiyê ya Bakurê Sûriyeyê qediya ku bi şiyara "Jineolojî bi xwezaya jinê rastiya civakê ronî dike" li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê pêk tê.

Di rûniştina piştî nîvro de Hevseroka Meclîsa Destûra Bingehîn a Kantona Cizîrê û endama Yekîtiya Jinên Suryanî Elîzabet Gewriye axivî û işaret bi rola pêşengiyê ya jinan kir. Gewriye destnîşan kir ku mayindekirina şoreşa li dora Rojava, divê ji aliyê jinan ve bê kirin.

'DIVÊ EM DI KARÊ JI NÛ VE AVAKIRINA WELATÊ XWE DE CIH BIGIRIN'

Gewriye anî ziman ku çanda jiyana bi hev re ya li her qadê wê ji aliyê jinan ve were afirandin û got, "Bi her awayî divê em bi zîhniyeta jinê li çareseriya pirsgirêkên li welatê xwe bigerin. Ji ber vê yekê, jineolojî wê danheviya dîrokî ya jinê eşkere bike û bixe meriyetê. Îştar û Zenûbya li ser vê axê derketin holê, çand ava bû û barê hilgirtina vê çandê niha li ser milê me ye. Divê em vî barî hilgirin û cihê xwe di nava avakirina modela nû ya ji nû ve avakirina welatê xwe de bigirin. Em weke jinên Suryanî ji xwe re wezîfeyekê dibînin ku cihê xwe di nava vê pêvajoyê de bigirin."

Gewriye di dawiya axaftina xwe de got, "Bijî yekîtî û hevgirtina jinan". Piştre endamên Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma bi Kurdî, Dîcle Huso jî bi Erebî qala proje û karên Jineolojiyê yên li Bakurê Sûriyeyê kirin.

'ÇARESERIYA KRÎZÊ BI JINEOLOJIYÊ DIBE'

Sîma bi gotina "Ev eleqe û baldariya we nîşan dide ku em li ser rêya serketinê ne. Hûn hemû bi xêr hatine, em bi we re hê bi xurtî dimeşin" beşdar silav kir û destnîşan kir ku ronîkirina nirxên jinê karê sereke yê zanista jineolojiyê ye.

Sîma destnîşan kir ku çareseriya bingehîn a krîza li Rojhilata Navîn zanistiya jinê ye û ev nirxandin kir: "Kevneşopiya dewletparêziyê û sîstema baviksalariyê ku bingeha wê ya zîhniyetê diafrîne, bi operasyonên li Mûsil, Şengal û Rojava xwest çand, dîrok û nirxên manewî yên civakî ji holê rake. Xwest rastî û îradeya berxwedêr a jinê teslîm bigire. Bi taybetî êrîşî herêmên Mûsil, Palmîra, Şengal û Kobanê kir ku şopên jiyana civakî ya jinan lê xurt e. Jineolojî, li dijî van êrîşên sîstema dewletparêz a baviksalariyê, zanistiyeke ku nirxên jinên li herêmê li hev kom dike, diparêze û mayinde dike. Rêya derketina ji nava krîzê, jineolojî ye û zanista jiyana azad e. Navnîşana avakirina têkiliyên navbera jin û mêr bi nirxên estetîk û exlaqî ye."

'ME ENCAMÊN GIRÎNG BI DEST XISTIN'

Sîma da xuyakirin ku nêzî 4 sal in ew li Bakurê Sûriyeyê karê jineolojiyê dikin û di vê mijarê de bi desteka jinan gelek encamên girîng bi dest xistine. Sîma got, "Di karê xwe de me giranî da perwerdeya xwe. Li Bakurê Sûriyeyê, me jineolojî li dibistanên bilind, akademî û lîseyan kirin mijara dersê. Me navenda xwe ya destpêkê yal lêkolînê li Efrînê vekir. Piştre li Dêrik û Minbicê me navendên xwe yên lêkolînê vekir. Li van navendan karê atolye tê kirin. Em lêkolînên civakî dikin."

Sîma got, "Li gorî karê ku me kiriye, ji tecrûbeyên xwe em dikarin bêjin ku çiqasî rêxistinbûna herêmî-civakî hebe, em ê ewqasî karibin sîstema jinê ava bikin."

Sîma işaret bi Fakulteya Jineolojiyê ya li Zanîngeha Rojava kir û destnîşan kir ku bala jinan li ser vê fakulteyê ne û li vê derê wê endamên paşerojê yên zanistiya jinê perwerde bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Sînoma diyar kir ku ew hê li destpêka kar in û ji bo mayindekirina jineolojiyê li her qada jiyanê, karên xwe bi berfirehî dimeşînin.

Di konferansê de sînevîzyonek li ser zanistiya jinê û karên Akademiya Jineolojiyê hate nîşandan.

Konferans wê sibe jî bi nîqaşên li ser mijara "rêveberiya nû, zanistiya jinê" dewam bike.