‘Sara, Rojbîn û Ronahî ji bo me xeta jiyana azad e’

Li navenda bajarê Şengalê Jinên Ciwan ên Êzidî bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîranîn û Komkujiya Parîsê şermezarkirin.

Îro li navenda bajarê Şengalê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), û Leyla Şaylemz (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatîbûn qetilkirin, ji aliyê Jinên Ciwan ên Êzidî ve hatin bibîranîn.

Daxuyaniya Jinên Ciwan ên Êzidî ji aliyê rêvebera JCÊ’ê Ezda Viyan ve hate xwendin û hate gotin ku bi vê komployê xwestin tevgera azadiya Kurdistanê tasfiye bikin, gelê Kurd ev komplo pûç kir.

Daxuyanî wiha didome;

“Di serî de em   5. salvegera  Komkujiya Parîsê ku 9 Çileya 2013’an li bajarê Parisê di şexsê şoreşgerên tevgera azadiyîdê rêheval Sara, Rojbîn û Ronahî de pek hat şermezar dikin. Ev qomploya bêbext  bi serkêşiya MÎT’a Tirk û hikumeta faşist ya AKP’ê de hate pekanîn. Bi vê yekê xwestin ku di şexsê her sê hevalan de tevgera PKK tasfiye bikin . Ji ber wê ev her sê heval hatin hilbijartin. Di şexsê  Heval Sakîne Cansiz de xwestin tevgera jinê u dengê,jina ku li hemberî faşizmê û koletiye berxwedanek mezin meşandibû bibirin. Di kesayeta  heval Rojbin de xwestin dîplomasiya gelê Kurd û zimanê gelê Kurd ji holê rabikin. Herwiha di kesayeta heval Ronahî de ji xwestin ku heza ciwanan lewaz bihêlin. Heval Sara ji bo azadiya jinê bûye sembola jina berxwedêr û pêşenga hemû tevger û jinên cihanê. 

SARA,ROJBÎN Û RONAHÎ JI BO ME XETA JIYANA AZAD E

Em  Jinên Ciwan ên Êzîdî dibêjin  ev komploya ku dixwest derbeyekê li berxwedana jina azad bixe wê bi ser nekeve, em ê jiyaneke birûmet û civaka azad pêk bînin. Bi Operasyona Tolhildana Sakîne Cansiz ku du reveberiyen MÎT’a Tirk bi vê operasyonê hatin girtin, eşkere bû ku çawa ev qetliam hatiye plankirin. Ew kesênn ku her sê heval şehîd xistin wê hesab bidin û tola wan wê were hilanîn.  Heval Sara, Heval Rojbîn û Heval Ronahî ji bo me xeta jiyanek azad e. Bi perwerde, rêxistiniyê mirov dikare van hevalan bi bîr bîne û yola wan hilîne. Îro Bêrîvan, Nazê û Nûjiyan li pey şopa Sara, Rojbîn û Ronahî diçin. Bi hezaran jinên ciwan di xeta van hevalên şehîd de dest bi rêwîtî û lêgerîna jiyana azad kirine.’’