Konca: Em bang li jinan dikin ku li nava HDP'ê siyasetê bikin

Besîme Konca: Ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, olî û talankeriya aborî, êrîş li me tê kirin. Ji ber vê yekê em bang li jinan dikin ku di nava HDP'ê de siyasetê bikin. Êrîşa li me tê kirin, êrîşeke polîtîk e.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, Kongreya 3. a Asayî ya HDP'ê û polîtîkayên jinê yên HDP'ê ji ANF'ê re nirxand.

Konca di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kongreya duyemîn a HDP'ê û bi bîr xist ku dema kongreya duyemîn li dar ket, tabloya li Tirkiyeyê zêde baş nebû. Konca got, "Bi taybetî, biryara şer a ku piştî encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê hate dayin, êrîşên gelekî giran li gelê Kurd hatin kirin ku bi xwerêveberiyê vîna xwe nîşan da. Piştî van hemûyan, me sala 2016'an kongreya xwe ya duyemîn li dar xist."

Konca diyar kir ku rewşeke xweser a kongreya wan a sêyemîn heye û wiha dewam kir: "Gelek hevalên me yên din kongreya me ya duyemîn de amade bûn, wê ne li nava me bin. Hevserokên me Birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, gelek hevalên me yên wekîl û îradeya rêveberiya herêmî ya DBP'ê ku pêkhateya me ya herî mezin e, dîl hatin girtin. Wekî din, rewş ji bo jinan jî cuda nîne. Bi her awayî êrîş li destketiyên jinan tê kirin. Bi taybetî li qada hiqûqê, mafên jinan ji wan tên standin û komkujiyên li jinan tên kirin zêde dibin. Sala 2017'an 409 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û destdirêjî li zêdeyî 380 jinan hate kirin. Em ê demeke wiha kongreya xwe pêk bînin. Demeke ku nêzî salvegera kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez.

Wekî din demeke ku dest ji çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye berdan, krîza aboriya kûr bûye, kedxwarî zêde bûye û şerê li dijî Kurdan li gelemperiya welêt belav bûye, em ê kongreya xwe li dar bixin."

Besîme Konca bal kişand ser konferansên ji aliyê meclîsên jinan ên HDP'ê ve hatine kirin û got, "Yek ji tepsîtên herî girîng ên konferansên me ew e, ku sîstema heyî jinên ku bi rengekî hovane tên kuştin naparêze, berevajî parastinê jinan yekser bi qanûnên xwe yekser dike hedef. Armanca me ya sereke û bingehîn pêşîgirtina li vê yekê ye. Ev yek parçeyek ji kampanya me ya bi navê 'Bi vî rengî nameşe, jin destûrê nadin vê' ye. Wek din, em destnîşan dikin ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û jin di vir de bi rista xwe ranebe, wê Tirkiye demokratî nebe. Rêya sereke ya vê yekê jî rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Bêguman divê biryarnameyên di hukmê qanûnan de ne bên betalkirin û li rewşa navbera salên 2014-2015'an vegerin."

Konca da xuyakirin ku di konferansên wan de tecrûbeya Rojava bi taybetî derkete pêş û got, "Di nava pêvajoyekê de ku zîhniyeta barbar a DAÎŞ'ê li ser kar bû, paşverûtiya li Rojhilata Navîn şer dikirin û welat xera dibû, jina hem şoreş kirin, hem xwe parastin hem jî komunên xwe ava kirin."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca anî ziman ku desthilatdariya heyî hewl dide jinên sekuler bi rengekî cuda pênase bike, jinên femînîst red dike û êrîşî nasnameya jinê dike. Konca got, "AKP di ser nasnameya jinên mûxafazakar de ji xwe re polîtîkayekê hildiberîne. Li her cihî êrîşî jinên sekuler, mûxafazakar, femînîst, çep-sosyalîst û jinên di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de ne, dike. Eger êrîş li dijî hemû nasnameyên me hebe, wê demê têkoşîna bi hev re jî girîng e."

Konca di dewama axaftina xwe de got, "Ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, olî û talankeriya aborî, êrîş li me tê kirin. Ji ber vê yekê em bang li jinan dikin ku di nava HDP'ê de siyasetê bikin. Êrîşa li me tê kirin, êrîşeke polîtîk e. Di vî warî de em karibin meclîsên xwe yên jinan xurt bikin, wê gelekî girîng e. Ji ber ku Koma Jinan a HDP'ê ya li meclîsê, qada siyaseta hemû jinan e. Em helw didin bi navê jinan tiştekî bikin û bi wan re tevdigerin. Eger em xwedî vê hişmendiyê bin û têkoşîneke rêxistinî polîtîk heta niha me meşandibin, em dikarin pêşî li êrîşan bigirin, saziyên xwe, meclîsên xwe yên herêmî xurt bikin. Hevserokê me Birêz Selahattîn Demîrtaş jî bang li jinan û ciwanan dike ku di nava HDP'ê de siyasetê bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Konca diyar kir ku li gel zext û zordairyên giran ên 2 salên dawî li wan hatine kirin jî ew her tim mezin dibin û got, "Pêwîstî bi mîsyoneke ji ya 7'ê Hezîranê mezintir heye. Lewma bendewariyên ji me tên kirin, mezin in. Weke partiyeke demokratîk a Tirkiyeyê, em bi biryar in ku bersivê bidin hemû bendewariyan."