DYE'yê Kuba ji lîsteyê derxist, Kuba wê 553 mehkûman berde
Piştî ku DYE'yê Kuba ji lîsteya 'welatên piştgiriyê didin terorîzmê' derxist, Havanayê ragihand ku wê 553 mehkûman berde.
Piştî ku DYE'yê Kuba ji lîsteya 'welatên piştgiriyê didin terorîzmê' derxist, Havanayê ragihand ku wê 553 mehkûman berde.
Serokê heyî yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden roja Sêşemê bi biryareke surprîz Kuba ji lîsteya reş a DYE'yê derxist. Rayedarekî payebilind ê DYE'yê diyar kir ku biryar ji aliyê Qesra Spî ve bi memorandûmekê hate fermîkirin û gotibû, biryar divê berdana 'gelek mehkûman' teşwîq bike.
Piştî vê biryarê, Kubayê ragihand ku wê 553 mehkûm di demeke nêz de bêne berdan. Serokdewletê Kubayê Miguel Diaz-Canel li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Li gorî sîstema me ya dadgeriyê, ji bo berdana 553 kesên ji sûcên cuda hikum xwarine, bi rengekî yekalî û serwer biryar da."
Beriya bi demeke kurt jî Wezareta Karên Derve ya Kubayê bi daxuyaniyekê ragihand ku mehkûmên navborî wê gav bi gav bêne berdan.
Li gorî rayedarekî payebilind ê DYE'yê ku ji AFP'ê re axivî, 'parêzvanên mafên mirovan' jî di nav de gelek xwepêşandêrên girtî wê bêne berdan.
Hate ragihandin ku berdana mehkûman wê di demeke nêz de pêk were û peyman jî bi alîkariya Dêra Katolîk hatiye kirin.
Biryara Joe Biden beriya merasîma sondxwarinê ya Donald Trump hate dayin ku tê texmînkirin ku partiya wî li hemberî rayedarên Komunîst ên li Kubayê helwesteke tund nîşan bide.
Donald Trump di dema wezîfeya xwe ya serokatiyê de, bi gotineke din di Çileya 2021'ê de çend roj beriya ku wezîfeyê radestî Joe Biden bike, bi biryarekê Kuba, Koreya Bakur, Îran û Sûriye xistibû nava lîsteyê.