Şehîdên Parîsê li Mexmûrê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 5’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi merasîmekî bi heybet hatin bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Jinên Ciwan Leyla Şaylmez ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, bi merasîmekî heybet hatin bibîranîn.

Merasîm li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel Filîz Budak axivî û wiha got: “Heval Sara ji bo me xeta azadiyê ye, Sara hem di doza azadiya Azadiya Kurdistanê û hem jî doza tevgera jinê de jî xwe îfade kir. Hêzên hegemonîk û zîhniyeta zilam jinê biçûk dît, li hemberî wî hêza jin bi vîn û berxwedaniya xwe hebûna xwe da nîşandan. Weke kû em dizanin kesayeta heval Sara tekoşîna jinê li tevayî jnên cîhanê dan nîşandan.”

Budak herî dawî wiha got: “Heval Sara li wargehê jî kedek mezin daye. Em ê jî vê kedê, bi tekoşînekî mezin û bi serkeftinê tacîdar bikîn. Em wek jinên Kurd soz didin ku tola wan hilînin”

Merasîma bibîranînê bi dirûşmeyên ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbin, Ronahî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.