JIN
Hemû Nûçe
-
Dayika Şemiyê Baskin li gel kurê wê spartin axê
Ji Dayikên Şemiyê Meryem Baskin a li nexweşxaneya lê dihate dermankirin rehmet kir. Cenazeyê Baskin li gel kurê wê Abdulmecît Baskin ê di kuştinên kiryarên wan nediyar de hatibû qetilkirin spartin axê. -
Mûnzûr: Em ê zêdetir destûrê nedin şertên Îmraliyê!
Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr got, ''Em ê zêdetir nehêlin ku Rêbertî li Imraliyê bi van şertan bijî''. Munzur diyar kir, ''Berxwedanên greva birçîbûnê pêvajoyeke wiha ye ku divê were destekkirin, lê xwedî derkevin û were geşkirin''. -
Li Stockhomê jinan destek dane Leyla Guven
Li Stockholmê, paytexta Swêd jinên Kurd ji bo desteka li Leyla Guven, ku ev 100 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bernamyek danîn. -
Jinan li Parîsê komplo bi çelekek reş protestokirin
Jinên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, bi danîna çelekgeke reş a pêşiya sefaretxaneya Tirk, Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan protesto kirin. -
Namzeta Hevşaredariya Agirî ya HDP’ê hate girtin
Namzeta Hevşaredariya Agirî ya HDP’ê Yelîz Karaaslan ku di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîr kiri, hate girtin. -
Pêşengên jinan ên Sahara Rojava: Em bi Leyla Guven re ne
Lîderên jinan ên Sahara Rojava diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 100 roj in di greva birçîbûnê de ye û xwestin, tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe. -
YJA Starê banga kilîdbûna li azadiya Ocalan kir
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Komploya Navneteweyî ya salvegera 20’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermerzar kir û banga kilîdbûna li azadiya Ocalan kir. -
Ayten Amed: Bêdengiya li hember komployê xiyanet e
Endama Rêveberiya KJK’ê Ayten Amed, "Bi giyanê têkoşer ê PKK'ê, vîna Zîlan, azweriya Sarayan wê azadiya Rêbertî û Kurdistanê mîsoger bibe." -
TJA'yê ji bo şikandina tecrîdê û piştgiriya bi Guven bang kir
TJA'yê diyar kir ku hewl tê dayin bi tecrîdê re komploya 15'ê Sibatê bê nûkirin û ragihand, "Berxwedan, destpêka berxwedana bi şikandina tecrîdê re têkbirina hêzên faşîst hemûyan e." -
'Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Rêbertî azad bikin'
PAJK'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir, "Jin wê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, dawî li serweriya mêr bînin û Rêberê xwe azad bikin." -
20 wekîlên jin ên Elman: Daxwazên Guven daxwazên me ne
20 parlamenterên jin ên li eyaletên cuda yên Elmanyayê xwestin, daxwaza Leyla Guven a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan tavilê bi cih were anîn. Wekîlan deklarasyona hevpar weşandin û ji hikumeta federal xwestin ku zextê li Tirkiyeyê bike. -
Jinên enternasyonalîst ên meşa dirêj name ji Guven re şandin
Jinên enternasyonalîst ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî 3 roj in dimeşin, nameyek ji Leyla Guven re şandin. Di nameyê de hate gotin, Guven ji bo wan pêşenga azadî û guherînê ye. -
Çalakiya kon a li Hîldesheîmê di roja 2’an de ye
Çalakiya kon a li bajarê Hîldesehîm ê Elmanyayê di roja 2’an de ye. -
TJK-E: 16'ê Sibatê em li Strasboûrgê bin, bibin dengê çalakgeran
TJK-E'yê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Rêber Apo Girava Îmraliyê kiriye keleha berxwedan, ronakbîrî û vejînê." TJK-E'yê bang li her kesî kir ku 16'ê Sibatê li Strasboûrgê bin û bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê. -
Li Moskowayê konferansa jinên Kurd pêk hat
Organizasyona jinên Kurd a Moskowayê-Viyan, 6’emîn konferansa xwe ya asayî pêk anî. -
Beyannameya hilbijartinê ya HDP'ê ya jinan: HDP partiya jinan e
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi civînekê namzetên jin ên şaredariyê da nasandin û beyannameya hilbijartinê ya jinê ragihand. -
Dirûşma Meclîsa Jinan a HDP'ê: ''Jin bi hev re''
Dirûşma hilbijartina xwecih a Meclîsa Jinan a HDP'ê bû ''Jin bi hev re'' -
Jinên li Şehbayê jiyaneke nû diafirînin
Jinên ji Şehbayê ku piştî Baasê di nava tarîtiya faşîzma DAÎŞ'ê de man, piştî ku herêma wan hate rizgarkirin dest bi jiyaneke nû kirin. Niha jî di nava Meclîsa Jinan a Şehbayê de dixebitin. -
Tolhildan: Jin projeyê temam dikin
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Tolhildan diyar kir ku ew hewl didin bi projeyên partîbûn, artêşbûn, peymana civakî û jineolojiyê, paradîgmaya azadiya jinê ya Ocalan bi rêbertiya wî temam bikin. -
Dayikên Şemiyê: Em dev ji qirika dewletê bernadin!
Dayikên Şemiyê cara 724’an hatin ba hev û aqûbeta Mehemt Şîrîn Maltû yê 17 salî ku 31’ê Çileya 1995’an hatibû destgîrkirin û windakirin pirsîn. -
Ji Girtîgeha Gebzeyê nameya destekê ji bo berxwedêran
3 girtiyên jin ên PKK-PAJK'ê ji Girîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê nameya destekê ji Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê re şandin. -
Jinan li Gîessenê ji bo grevê stan danîn
Bi armanca bal bikişînin ser berxwedêrên grevên birçîbûnê jinan li bajarê Gîessen ê Elmanyayê standek danîn. -
Cenazeya Şehîd Arîn Şengal spartin axê
Cenazeya şervana YJŞ’ê Arîn Şingal a di encama qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan bi merasîmekê spartin axê. -
Jinên Maya piştgirî dan Guven: Em raperîna xwe ji we re dişînin!
Jinên Maya yên li Gûatemalayê peyamek weşandin û piştgirî dan Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye. Jinên Maya gotin, "Em hêza xwe, zindîbûna xwe, coşa xwe, raperîna xwe ji we re dişînin." -
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîdê daketin qadan
Li dijî tecrîda û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel li navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.