Ji Girtîgeha Gebzeyê nameya destekê ji bo berxwedêran

3 girtiyên jin ên PKK-PAJK'ê ji Girîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê nameya destekê ji Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê re şandin.

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî didomin. 3 girtiyên jin ên PKK-PAJK'ê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan Gebzeyê ji bo destekê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê nameyek şandin.

'TÊKOŞÎNA MAN Û NEMANÊ TÊ DAYIN'

Nameya ku sê girtiyên jin ên PKK-PAJK'ê şandin wiha ye:

Hevalên xweşewîst;

Em gelê Kurd demên wiha dijîn ku têkoşîna man û nemanê pir tûj bûye. Hebûna li vir ne tenê rewşa bûyinê ye. Ya ku pênaseya hebûna me dike tevahiya aîdîyeta me vedibêje. Têkoşîna man û nemanê ya ku pêvajo li me ferz dike ji hêlekê ve wê rengê Kurdê azad diyar bike.

Ev rengê Kurd an wê bi pergalê re were movikkirin û ji nirxên heyî were dûrxistin, ji aîdiyeta xwe dûr bikeve an jî di asta dîrokî felsefî de Kurdê azad ê civakîbûyî wê rengê têkoşîna me û berxwedane ku me dayî destpêkirin vê diyar bike. Ev her wiha îdîa û biryarariya wê ye ku projeya azadiya civakî jiyanî bibe li xaka qedîm a Rojhilata Navîn, ku Rêbertiya me gotibû, nîvco maye.

Mijareke dî ye bê ka em milîtanên vê tevgerê, welatparêzên dildar û sempatîzanên wê çi qasî hay ji vê qonaxa dîrokî hene yan na. Lê a rast ew e ku em 'têkçûnê heq nakin''.

Hevalên xweşewît;

Ji hêla êzdayên bi maske û bê maske ve dor li me hatiye pêçandin. Bi hesabên tarî, bi berjewendiyan terora dewletê tê kirin, azadî careke dî li van xakan bûye hedefa gladyoya qesrê. Çarmîxa Imraliyê trajediya civakekê ye ku di ber azadiyê de gunehên xwe daye ser pişta xwe. Ev pevgihîna Îsayê li çarmîxê ye ku gotibû, ''Xwedê te çima dev ji min qeriya'' û ya Rêber Apo yê li Gravê ye ku gotibû, ''Sedema trajediya min dostên qelp û hevrêtiyên kêm in..''

Îsa bi vejînê bi rêya hewariyên xwe paradîgmaya rizgariyê ya gelan berbelav kiriye. Rêber Apo dema ku dibêje, ''Tişta ku ez jiyame dostên min û hevrêyên min mîna trajediyeke giran dinirxînin. Lê bila ji vê bawer bin, heke ne ji vê trajediya bûya me yê jiyana azad tehm nekira. Di rewşeke wiha de ku ti tiş pênc qirûş nakin, me yê çawa li rûyê hev bineriya (...)''  vê rastiyê şanî me dide. Li dijî tecrîda teqez a li ser Rêbertî, weke ku tiştek nebûbe me yê çawa jiyana xwe bidomanda? Weke ku tiştek nebûbe, me yê çawa li rûyê hev bineriya?

Bi giyanê berxwedêrê ê 14'ê Tîrmehê ku her kêlî dîrokê dide jiyîn, di serî de Leyla Guven, hevrêyê li Hewlêrê Nasir Yagiz, Îmam Şîş ê li Gallgerê û hemû hevrêyên li Hollanda, Strasboûrgê û gelê we ji dil, bi hezkirin slav dikin û hezkirinên xwe dişînin.

Bi hezkirinan sê hevrêyên we yên jin.

Girtîgeha Girtî ya Kocaeliyê ya Jinan- Gebez''