'Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Rêbertî azad bikin'

PAJK'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir, "Jin wê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, dawî li serweriya mêr bînin û Rêberê xwe azad bikin."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komploya sedsalê ku ji bo qira Kurdan bîne hate kirin, dikeve sala 21'ê. Em hêzên komploger bi hêrs û tundî şermezar dikin û diyar dikin, têkoşîna me ya ji bo pêşîgirtina li komployê wê bê navber bidome û em ê Rêberê xwe azad bikin. Bi wesîleya 15'ê Sibatê, em şehîdên pêngava 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û hemû hevrêyên xwe yên leheng ên di têkoşîna azadiya Rêbertî de canê xwe feda kirin bi minetdarî û bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîdên me yên azadiyê ku kûrahî û berfirehiya komployê di kêliya destpêkê de dîtin, bedena xwe kirin gogek ji agir û xwe feda kirin, em ê ji bo bîranîna wan azadiyê bi dest bixin."

PÊVAJOYA 20 SALAN NÎŞANEYA SEKNA TESLÎMNEBÛNÊ YE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, "Rêberê me li pêşiya destpêkirina şerekî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê weke astengiya herî mezin hate dîtin, lewma daxwaza tasfiyekirina wî hate kirin" û hate gotin, "Bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bi vî rengî plan hate kirin ku Rêberê me bi destê dewleta Tirk bê îmhakirin û şerekî Kurd-Tirk ê bê dawî rû bide. Di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî gelê Kurd, jinan û her kesên azadîxwaz hate kirin û bi saya pêşdîtina Rêberê me hîn di roja destpêkê de pêşî lê hate girtin. Rêberê me ji bo nehêle ku komplo bi ser bikeve, kete nava hewldan û têkoşîneke mezin. Pêvajoya 20 salan, nîşaneya têkoşîna azadiyê ya bê navber û sekna teslîmnebûnê ya li dijî hêzên komploger e."

PAJK'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan:

"Li dijî hewldanên sîstema modernîteya kapîtalîst ên ji bo dirêjkirina emrê xwe, dagirkirina Rojhilata Navîn û jinûve dîzaynkirina dinyayê, Rêberê me sîstema azadîparêz û komunal afirand û kir malê dinyayê. Di nava şert û mercên êşkence û sîstema tecrîdê de jî xwe fedayî azadiya gelan kir û bi sekna xwe ya ku vê têkoşînê mezin dike, nehişt ku komplo bigihêje armanca xwe. Bi paradîgmaya nû ya li ser bingeha azadiyê, bi afirandina alternatîfa vê sîstemê re bersiv da hêzên komploger. Sîstema azadiyê ya jinan, dinyaya azadiyê ya hindikahî û bindestan afirand û di şexsê xwe de bi ser xist.

Hêzên komploger li dijî vê yekê êrîşên li ser Rêberê me zêde kir û bi girankirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê re hewl didin tolê hilînin. Timî êrîşî rêxistinbûn, Kurdîtiya azad û nasnameya jinên azad dike ku Rêbertî hewl dide bi pêş ve bibe. Rejîma TC a mêtinger faşîst û qirker, bi piştgiriya hêzên navneteweyî û NATO'yê ji her demê bêhtir êrîşî Rêber Apo dike. Komploya ku 20 sal temam kir, dixwaze bi şidandinê bidomîne, bi êşkenceya tecrîdê ya di nava tecrîdê de hewl dide gelê Kurd teslîm bigire. Lê belê berxwedana ku li Îmraliyê dest pê kir, roj bi roj li çar aliyê Kurdistanê belav bûye û xeta berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd diyar kiriye. Jin, ciwan, zarok, extiyar, her welatparêz û şoreşgerên Kurdistanî bi îradeya xwe ya azad bi rûmetdarî xwedî li têkoşîna azadiyê û destketiyan derdikevin, xwe bi rêxistin û zane dikin.

PÊNGAVA BERXWEDANÊ DERKETIYE ASTA HERÎ BILIND

Pêngava berxwedanê ku ji doh heta îro mezin bûye, niha li asta herî bilind e. Pêngava şoreşgerî ya nû ku bi pêşengiya jinên Kurd ên şoreşger dest pê kir, bûye xwedî ruhekî nû. Ruhekî berxwedanê yê jinê yê bi biryar derketiye holê ku ti sîstem, ti dewlet, ti desthiladarî û zîhniyeta mêr nikare pê. Têkoşîna jinê ku her roj nû û dewlemend dibe, hêz û daxwaza xwe ya têkoşînê ji Îmraliyê digire. Lewma divê were gotin ku Rêber Apo hêzê dide jinan hemûyan û jinan digihîne asta şoreşê. Têkoşîna heyî ya jinan û helwesta wan a şoreşgerî, dîwarên Îmraliyê dileqîne û êdî hildiweşîne. Daxwaz û eşqa azadiyê ya jinan welê mezin bûye ku sîstema çarmix û êşkenceyê ya li Îmraliyê nema dikare xwe li ber bigire. Ya ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dike û bi erk û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî radibe, hevrê Leyla Guven e.

'Sîstema tecrîdê' ku li dijî rêberê azadiyê Rêber Apo ve tê kirin û jin û ciwanan hemûyan jî digire nava xwe, weke sûcê li dijî mirovahiyê tê binavkirin. Grevên birçîbûnê yên ji bo parçekirina 'sîstema tecrîdê' tên kirin, ji aliyê dîrokî ve gelekî hêja ne. Hevrê Leyla Guven ku bi navê jinan hemûyan diqîre, êdî mohra xwe li têkoşîna azadîparêz, sosyalîst û şoreşger a jinên cîhanê bi taybetî jî jinên Kurdistanê xistiye. Ji niha ve nîşan daye ku ev çalakî bi ser ketiye û berxwedan wê rê li ber serketinê veke. Di şexsê Leyla Guven de serketin wê ya jinan hemûyan be. Bi taybetî ya jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide.

ŞIKANDINA TECRÎDÊ, AZADKIRINA RÊBER APO RÊYA ŞOREŞA JINÊ YE

Ji bo hilweşandina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û têkbirina faşîzmê, herî zêde hincetên jinan hene. Ji ber ku mexdûrên herî mezin ên vê sîstema faşîst, jin in. Girîng e jin têkoşîneke hevgirt û yekgirtî li eniya jinan bi rêxistin bikin. Eşkere ye ku li ser bingeha têkoşîna hevpar a gelan û jinên Kurd wê faşîzm ji holê bê rakirin. Tê dîtin, dema ku jineke şoreşger helwesteke rast nîşan da û di dema rast de kete nava liv û tevgerê, hêzên komploger û serdest çiqasî bêzar û bêçare dimînin. Rejîma faşîst a TC'ê ji ber tengavî û bêçaretiyê bi rêbazên li derveyî mirovahiyê êrîşî her devera berxwedanê dike, lê tê dîtin ku wê nikaribe demeke dirêj îdare bike. Ji ber vê yekê jinên ku herî zêde pêwîstiya wan bi azadiyê hene, pêwîste di vê dema şoreşê de firsendên derketine holê rast bi kar bînin.

Êdî dem dema liv û tevgerê ye. Dem hatiye ku em rejîma faşîst a TC'ê li cihê dest pê kiriye biqedîne û jinan azad bikin. Yekane rêya vê yekê jî bidawîkirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye. Şikandina tecrîdê, azadkirina Rêber Apo rêya şoreşa jinê ye. Jİ ber vê yekê, di serî de jinên Kurdistanî em bang li jinên azadîxwaz ên li Rojhilata Navîn û Ewropayê dikin ku li dora Rêberê me bibin yek, şoreşa jinê pêk bînin û mezin bikin. Em jinan hemûyan dawet dikin ku 15'ê Sibatê dakevin qadan û helwestê li dijî faşîzmê nîşan bidin. Jin wê tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin, dawî li serdestiya mêr bînin û Rêbertî azad bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên têkoşîna azadiyê careke din bi rêzdarî hatin bîranîn û hate gotin, "Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê xwe heta dawiyê bidomînin. Hevdîtina mezin û azad a bi Rêbertî re, wê bi berxwedanê pêk were. Serketin wê ya gel û jinên Kurd be."