20 wekîlên jin ên Elman: Daxwazên Guven daxwazên me ne

20 parlamenterên jin ên li eyaletên cuda yên Elmanyayê xwestin, daxwaza Leyla Guven a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan tavilê bi cih were anîn. Wekîlan deklarasyona hevpar weşandin û ji hikumeta federal xwestin ku zextê li Tirkiyeyê bike.

Ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 99 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Elmanyayê piştgiriyeke girîng hate dayin. 20 parlamenterên jin ên meclîsa 8 eyaletan deklarasyoneke hevpar weşandin û diyar kirin ku Leyla Guven bi tenê nîne.

Wekîlan bi bîr xistin ku Guven ji 7'ê Mijdara 2018'an ve ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê ya tenduristiyê gihaştiye asta krîtîk.

'DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ PEYMANA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ TEVBIGERE'

Di deklarasyonê de hate ragihandin, mîna Guven gelek siyasetmedarên HDP'yî û aktîvîstan jî bi heman daxwazê bedena xwe dane ber birçîbûnê û hate gotin, "Em parlamenterên jin, nikarin li pêşberî vê rewşê bêdeng bimînin. Mîna ku Guven jî diyar dike, em jî dibêjin; divê Tirkiye li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne ku mohra xwe daniye binî û tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bike."

Parlamenterên jin xwestin, pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rêyên aştiyane were çareserkirin û daxwaz kirin ku hevşaredar, parlamenterên HDP'yî û siyasetmedarên mûxalîf ên girtî tavilê bên berdan. Parlamenterên Elman piştgirî dan deklarasyona ku çend roj berê bi navê 50 Xelatgirên Nobelê hate weşandin û gotin, "Em bang li hikumeta federal dikin; zexta siyasî li Tirkiyeyê bike ku partnerekî xwe yê girîng e."

Deklarasyon bi pêşengiya Parlamentera Keskan a Parlamenta Eyaleta NRW Berîvan Aymaz û endama Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr ve hate amadekirin. Tê payin ku rojên bê hin parlamenterên din jî mohra xwe deynin binî. Parlamenterên jin ên ku mohra xwe danîne binê deklarasyonê:

Anke Schwarzenberg (Brandenburg Partiya Çep), Berivan Aymaz (NRW Partiya Kes), Cansu Ozdemir (Hamburg Hevseroka Koma Partiya Çep), Christiane Schneider (Hamburg Partiya Çep), Claudia Köhler (Bavyera Partiya Keskan), Cornelia Lüddemann (Sachsen-Anhalt Seroka Koma Partiya Keskan), Dr. Carola Ensslen (Hamburg Partiya Çep), Eva Lettenbauer (Bavyera Alîkara Seroka Koma Partiya Keskan) Eva von Angern (Sachsen-Anhalt Alîkara Seroka Koma Partiya Çep), Gülseren Demirel (Bavyera Yeşiller Alîkara Seroka Koma Partiya Keskan), Heike Sudmann (Hamburg Rêvebera Koma Partiya Çep), Juliane Nagel (Sachsen Partiya Çep), Karola Stange (Thüringen Partiya Çep), Kati Engel (Thüringen Partiya Çep), Katina Schubert (Berlin Partiya Çep), Kerstin Köditz (Sachsen Partiya Çep), Miriam Strunge (Bremen Partiya Çep), Sabine Boeddinghaus (Hamburg Hevseroka Koma Partiya Çep), Sanne Kurz (Bavyera Partiya Kesk), Sofia Leonidakis (Bremen Partiya Çep).