Tolhildan: Jin projeyê temam dikin

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Tolhildan diyar kir ku ew hewl didin bi projeyên partîbûn, artêşbûn, peymana civakî û jineolojiyê, paradîgmaya azadiya jinê ya Ocalan bi rêbertiya wî temam bikin.

Endama Konseya Rêveber a Koma Jinên Kurdistanê (KJK) Pelşîn Tolhildan, têkoşîn û paradîgmaya jinan a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate afirandin ji ANF'ê re nirxand.

Tolhildan diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî avakirina Yekîtiya Jinên Kurdistanê (YJWK) a sala 1987'an, projeya artêşbûna jinê, projeya guhertin û veguhertina mêr û têkoşîna li dijî zayendîperestiyê sala 1995'an xiste rojeva xwe. Tolhildan got, "Wê wextê zêde haya me jê tine bû. Vê yekê wê rengê jiyanê biguherta. Zanî bû ku bi mijareke gelekî zehmet re mijûl dibe. Rêbertî bandora vê yekê didît. Dema ku bi hevalên jin û mê re diyalog dikir, ev yek dihate dîtin."

DÎNAMÎKÊN TEVGERA JINÊ AFIRAND

Pelşîn Tolhildan anî ziman, Ocalan tevî hemû êrîşan jî nedihişt ku bandor li şoreşa jinê bibe û got, "Çand, nêrîn, zîhniyet û karkaterê têkoşîna jinê afirand. Di rewşeke gengaz a komployê de dînamîkên tevgera jinê derxist holê. Li gel kêmasî û aliyên me yên paşverû jî ev yek bi ser xist."

Tolhildan ragihand, hevalên wan ên jin bi çalakiyên fedayî li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan û wiha dewam kir: "Çalakiya mezin a Sema deng veda. Rêbertî di 8'ê Adarê de îdeolojiya rizgariya jinê ragihand. Zekî jî wê wextê ji rêxistinê qut bû û teslîm bû. Gotina destpêkê ya ku got wiha bû; 'Eger hûn dixwazin Apo ji holê rakin, PKK'ê û gerÎla ji holê rakin, êrîşî Botanê bikin'. Çalakiya hevala Sema çalakiya li dijî vê zextê û tasfiyekariya li zindanê bû. Berwar, Rojbîn û Şehrîstan jî li dora Rêbertî civiyan û bersiv dan komployê. Ev yek dihat wateya temamkirina projeya jinê ya Rêbertî ku nîvco mabû. Bersiva jinan, gavên ku diavêtin nîşaneya xwedîderketibû bû."

TEMAMKIRINA PROJEYA NÎVCO MAYÎ

Tolhildan anî ziman, ji sala 1999'an û vir ve ew hewl didin projeya nîvco mayî temam bikin û wiha dewam kir: "Me israr kir ku vê projeyê bikin malê jinên cîhanê hemûyan. Rêbertî di nav aşert û mercên Îmraliyê de jî perspektîfên gelekî girîng da me. Mînak; di salên 2000'î de karên girîng kir. Şert û mercên tevgera me gelekî zehmet bûn, Rêbertî bi rengekî giran hatibû tecrîdkirin. Ji sala 1999'an heta 2001'ê di notên hevdîtinê hemûyan de hem ji aliyê wêjeyî hem jî felsefekî ji bo jinan dixebitî. Nêrînên wî yên şênber û vekirî dibû sedem ku em li ser piyan bimînin. Temamkirina projeya wî ya nîvcomayî, bi parastina têkoşîn, felsefe û îdeolojiya PKK'ê dibe. Ji bo têokşîna azadiyê ya jinan ku Rêbertî digot 'projeya min a nîvcomayî ye', pêwîstî bi gavên sazîbûn, siyasî û rêxistinî heye. Ev hemû jî ji bo Kurdistaneke azad, ji bo jiyaneke azad e."

Tolhildan diyar kir, Ocalan ji bo temamkirina projeya nîvcomayî beriya her tiştî weqfên jinan pêşniyar kir û got, "Ev proje sala 1999'an pêşniyar kir û got, 'Ev proje diyariya herî mezin e ku di salên 2000'î de karibim bidim jinan. Ev proje projeyeke gerdûnî ye; jinên Kurd, Tirk, Ereb, yên ji gelên din dikarin di nava vê projeyê de bibin yek'.

Pelşîn Tolhildan da xuyakirin ku li Hollanda, Mexmûr û Rojava weqfên jinan ên azad vebûn û bû tecrûbeyeke gelekî girîng.

Tolhildan bal kişand ser gavên bicihanîna projeyê û got, "Peymana civakî, peymana li ser bingeha pîvanên jinan ên bi civakê re îfade dikir. Pîvanên vê peymanê û pîvanên artêşbûn û partîbûna jinê ji aliyê xetê ve yek bûn. Peymana civakî piştre bi jineolojî û projeya hevjiyanê ya azad hîn bi pêş ve çû." Tolhildan diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku peymana civakî pêşniyar kir digot, 'Ez vê projeyê ne tenê ji bo jinên Kurd pêşniyar dikim. Ev yek projeyeke gerdûnî ye'."

ÇALAKIYA LEYLA GUVEN BÛ ZIMANÊ ME HEMÛYAN

Di dawiya axaftina xwe de Pelşîn Tolhildan bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîdê û got, "Çalakiya hevala Leyla Guven bû zimanê me hemûyan. 'Bijî û bide jiyîn' felsefeya me ya bingehîn a jiyanê ye. Lê belê dema ku jiyan ji jiyanbûnê derket, hingî jî PKK ti carî xwe ji dayina berdêlên di vê oxirê de venagire. Di serî de çalakiya Leyla Guven çalakiya berxwedêrên zindanan hemûyan silav dikim."