Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîdê daketin qadan

Li dijî tecrîda û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel li navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Kongreya Star, li dijî tecrîd û protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven a ev 92 roj e di grevê de ye li 4 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîng pêk anî.

Bi hezaran kes tevlî mîtîngên li Şehba, Heleb, Qamişlo û Kobanê hatin kirin bû.

KONGREYA STAR DAXUYANÎ DA

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

"Plangeriya navdewletî ku di kesayeta rêberê gerdûnî yê mirovahiyê, roja Mezrabotan rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd, jinên azadîxwaz û mirovahiya pêşverû hat destpêkirin, 20 sal li pey xwe hiştin û di 9'ê Cotmehê de ket 21’emîn salvegera xwe. 15'ê Sibata 1999‘an wek 'Roja Reş' derbasî rûpelên dîrokê bû. Ev dîrok di heman demê de ji bo Kurdan û mirovahiya pêşverû tê wateya 21’emîn salvegera têkoşîna hebûn û azadiya li dijî plangeran.

Em wek gelê Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî, Çeçan û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên têkoşer yên vî gelî, di 21‘ê salvegera wê de tevahî hêzên ku di vê plangeriya herî kirêt û hov a dîrokê de cih girtî, bi hêrsa xwe ya welatparêzî û bi biryardayîna xwe ya têkbirina plangeran rûswa û lanet dikin. Her wiha em bi boneya vê rojê, hemû kesên ku li dijî plangeriya navdewletî li dora rêber Apo bûn xelekeke ji agir û ev 20 sal e li hember hemû zor û zehmetiyan têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, bi hestên şoreşgerî silav dikin. Em di bîranîna şehîdên leheng ên doza azadiyê de ew qehremanên ku bi dirûşma; "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dora rêberê xwe bûn xelekeke ji agir û gihîştin karwanê şehîdên nemir, bejna xwe ditewînin, şehîdên xwe bi rêz û bi serfirazî bi bîr tînin.

Wek tê zanîn, hêzên gerdûnî, herêmî û xwecihî yên paşverû ku li Kurdistanê di kiryarên xwe yên qirker de tu sînoran nas nakin, li dijî rêberê me êrîşkariya herî mezin a dîroka mirovahiyê bi pêş xistin, DYA wek aktoreke sereke di vê êrîşê de cih girt, Îsraîl, Yewnanistan û Rûsya jî beşdar bûn. Heman êrîş bi tevlêkirina hêzên paşverû, bêyî ku tu sînorên exlaqî û hiqûqî nas bike, ev 20 sal e bi rengekî bêeman û hovane tê domandin. Rêber Apo ev 20 sal e li girtîgeha Îmraliyê di nav sîstemeke tecrîdê de, tu çarî zextên herî mezin tê hiştin ku di dîrokê de tu mînakeke wê ya din nîne.

Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de yên ku ev 20 sal e tecrîdkirî ne, gelê Kurd, jinên Kurd û ciwanên Kurd e; gelên Rojhilata navîn û hemû mirovahiya azad e. Hêzên paşverû yên modernîteya kapîtalîst û statukoya herêmê hewl da ku bi vî rengî bikarin di şexsê rêberê me de ji gel, ji jinan, ji ciwanan û ji hemû azadîxwazan tolê hilînin. Armanca komplogeran ew bû ku bikaribin li pey dîlgirtina Rêbertiyê PKK'ê, têkoşîna gelê Kurd û pêşengiya jinên Kurd ên li herêmê ji holê rakin. Komplo di cewherê xwe de li hemberî rastiya "Jina azad, jiyana azad û civaka azad e" jî wek destwerdanekê ket meriyetê. Ji ber ku têkoşîna azadiya jinan li hember sîstema serdestiya zilaman jî pêngaveke bibiryar û ya azadiyê bû. Lê belê Rêbertiya me bi têkoşîna xwe ya 20 salan a li Îmraliyê hemû armancên komplogeran pûç kirin. Li dijî hemû ferzkirinên dagirkeran bi avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan derseke dîrokî da dagirkeriyê û hesabê komploya bêbext ji wan pirsî. Di encama vê yekê de tesfiyekarî bi xwedîlêderketina xeta rêber Apo hat tasfiyekirin, di hêla siyasî û leşkerî de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Gelê Kurd jî bi pêşengtiya jinan, bi rihê berxweda dîrokî ya ji Rêbertiya xwe wergirtî, bi armanca parastina hebûn û azadiya xwe; 'şerê gel a şoreşgerî' bi biryardayîn gihîştina pêşeroja azad, dan destpêkirin.

Divê baş bê zanîn ku belaya bi navê DAÎŞ’êjî bi armanca domandin û biserxistina komployê li ser gelên herêmê û bi taybet li ser jinan hat ferzkirin. DAÎŞ bi vê mebestê ji hêla komplogeran ve hat afirandin û xwedîkirin. Lê, bi pêşengiya jinên Kurd, lehengên ku di eniyên şer de DAIŞ têk birin. Heman demê de sekna li dijî van çeteyan tevgera azadiya Kurdan, berxwedaniya jinên Kurd û xeta parastina cewherî di çavên tevahiya cîhanê de gihand asta piştgiriyeke gerdûnî. Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jin tê nasîn bersiva herî mezin û bi wate ya li dijî hêzên komplogeran di rûpelên dîrokê de bû xwedî cihekî zêrîn. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, di heman demê de ji bo gelên cîhanê jî bû navendeke bihêz a jiyana alternatîf.

Ji roja destpêkirina têkoşîna azadiyê heya niha di şexsê Rêbertiya me de, dijmintiya sîstema kapîtalîst ya li dijî tevgera azadiyê û Kurdên azadîxwaz divê girêdayî van rastiyan bê nirxandin.

Îro ji her demê zêdetir eşkere bûye ku li hemberî kes, hêz û rêxistinên evîndarên azadiyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Komploya Navdewletî di nava hev de tên meşandin. Ji ber ku hêzên ku duh di komployê de cih girtibûn, heman hêz îro li dijî gelan Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dimeşînin. Pergala emperyal bi armanca ku bikare bigihîje armancên xwe yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hewl dide astenga herî mezin ya li pêş xwe rake.

Lewre ji 11'ê Îlona 2016’an heya niha ji rêberê gelan; Rêber Apo agahî nayên wergirtin, lewre mercên tecrîd û îzolekirina Rêbertiya me ji her demê girantir in û hemû erîşên li ser tevger û gelê me di serî de li Îmraliyê, li hember Rêbertiya me tên pêkanîn. Sekna Komîteya Şopandina Êşkenceyê (CPT), konsey û Parlemana Ewropayê ne tenê li beramber vê dijmiroviyê bê dengiyek e, heman sazî bi vê bêdengiyê careke din piştrast dikin ku ew saziyên herî birêxistinkirî yên sermayedariyê ne. Helwest, tevgerandin û biryarên wan di çarçoveya berjewendiyên îdeolojîk ên sermayedariyê de ne. Ya rast; komplo her çendî ji hêla rêber Apo ve bi pêşxistina paradîgmaya me ya nû hatibe têkbirin jî, bandorên paradîgmayê yên li ser gelên herêmê, Rêbertiya me û tevgera me hîn bihêztir kiribe û PKK’ê bi vê hêzê 40’emîn salvegera damezirandina xwe pêşwazî kiribe jî, li hemberî vê komploger jî dest ji stratejiya têkbirina tevgera Apoyî bernedane.

Di van demên dawîn de biryara Amerîka ya li ser her sê endamên pêşeng ên tevgera azadiyê, nîşaneyê vê rastiyê ne. Heman sîstem hêzên me yên Rojava jî ne bi armanca demokratîzekirina herêmê, hewl dide bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe yên li herêmê bi kar bîne.

Xuya ye ku tecrîda li ser Rêbertî, dagirkirina Efrînê û hewldanên guhartina demografyaya wê, amadekariyên êrîşa li ser bakur û rojhilata Sûriyê, li hemberî vê yekê bêdengî, heta pejirandina rejîma Sûriyê, bi erêkirina PDK'ê ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve tevgera dagirkirina Başûr, êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê, tevgerên hewayî û bejayî yên li ser qadên parastina Medyayê, li Başûr bi biryara YNK’ê girtina navenda Tevgera Azadî û RJAK’ê, biryara hikumeta Iraqê ya daxistina deriyê sînor ê di navbera Şengal û Rojava de, ne bûyerên serbixwe ne; girêdayî plansaziyeke hevbeş in û di encamê de armanc, domandin û bi encamkirina Komploya Navdewletî ye.

Divê em ji bîr nekin ku van kiryaran tevî tirsa hêzên herêmê û navdewletî ya ji tevgera azadî, gelê Kurd, Eerb, Suryan, Çeçan, Ermen, Tirkman û tevahî jinên azadîxwaz yên herêmê ye ku van hêzan xwedî potansiyela herî mezin a demokratîkkirina herêmê ne.

Ev 20 sal e berxwedana Rêbertiya me li Îmraliyê, berxwedaneke bê hempa ye ku dîrok heya niha şahidî bi vîneke wisa nekiriye. Ev berxwedan, berxwedana ronîkirina pêşeroja gelê Kurd û gelên herêmê ye. Ev berxwedan, berxwedana rêya rizgariya jinan û hemû bindestan e.

Li hemberî van rastiyan dirûşma; “Sonda me ye; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re bi azadî bijîn” nîşaneya biryardariya tevgera me ya azadiyê ya li hemberî her cure êrîşan e. Wekî ku ji naveroka şîarê jî diyar dibe, pirsgirêka sereke tecrîda li ser rêber Apo ye, çareserî jî bi tenê dikare bi şikandina tecridê pêkan be. Bi vê hestiyarî û hişyariyê qada me ya xebatê jî di nav de, îro li her deverên Kurdistanê û hemû erdnîgariyên Kurd lê dijîn, bi armanca şkandina tecrîda li ser Rêbertiyê gravên birçîbûnê bê navber tên domandin. Ji hêla hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengîkirina çalakiyeke wiha xwedî nirxekî dîrokî ye. Çalakiya bi Leyla Guven dest pê kirî, li hemberî her cure êrîşkariyan nîşandana vîna polîtîk ya berpirsiyar e. Çalakiyên li her deverê bi rê ve diçin, bi yek dengî bangawaziya gelê Kurd û derdorên azadîxwaz e ku dibêjin; “Faşîzm çi qas xwe berfireh bike, li hemberî wê, berfirehkirina berxwedanê erkekî exlaqî û wijdanî ya demê ye” Di wê wateyê de li zindanan, li Hewlêr û li Strasbourgê destpêkirina giravên birçîbunê yên bêdem û bêdorveger gavên radîkaltir bi armanca şikandine tecrîdê ne.

Çawa ku di hemû demên dîrokê de yên zalim û zulimkar, nekarîne li hember vîna mafdaran bi ser bikevin û çawa ku di xwîna ku rijandî de hatibin fetisandin, îro jî dagirker û neyarên gelê Kurd, gelên herêmê û mirovahiyê ku di şexsê Rêberê me de zilm û qirkirinê li dijî gelan rewa dibînin û pêk tînin, wê nikaribin xwe ji hêrsa hesap pirsîna dîrokî ya gelê me rizgar bikin.

Çawa ku ev 20 sal e hemû hewldanên komplogeran hatibe valaderxistin, ji niha û şûn ve jî rêya bi tenê ya têkbirina komployê bi şêweyekî hîn bi rêxistinkirî û bi zanebûneke hîn xûrt, bilindkirina têkoşînê ye. Îro destkeftên me ji her demê zêdetire. Komplo ne tenê bi serneketiye, her wisa mafdariya têkoşîna rewa ya gelê Kurd hîn bêhtir derxistiye holê û piştrast kiriye. Lewma divê sala 21.ê Ji bo me bibe sala bi temamî ji holê rakirina plangeriya navdewletî. Di nava 20 salên borî de jinan bi sekna xwe ya pêşengî û bi tekoşeriya xwe, vê biryardariyê derxistin holê. Îro jinên bakurê û rojhilata Sûriyê bi pêşengtiya jinên Kurd ji eniyên şer bigre heya qada siyasî, ji xebatên rêxistina civakî bigre heya parastina cewherî, di hemû qadên jiyan û têkoşînê de xwedî li erkên xwe yên pêşengiyê derdikevin û ev rista pêşengî ji hêla cîhanê piştgiriyeke mezin dibîne.

Jinên Kurd asta xwe ya îro deyndarê rêberê xwe ne, di gel tevahî zextan, hevpeymana xwe ya li gel rêber Apo tu caran lewaz nekirin, gav bi gav xurttir kirin û xistin meryetê. Jinan bi vî rengî girêdanên xwe yên bi rêber Abdullah Ocalan bi pêşxistin û pêşengiya têkoşînê tacîdar kirin. Ji ber vê çendê 21. Salvegera komployê wê ji bo me jinan bibe sala bicivakîkirina hevpeymana li gel Rêbertî û bi jiyanîkirina 'hevpeymana civakî'. Ji bo vê yekê erkên îsal yên li pêşiya me gelekî zelal û eşkere ne. Beriya her tiştî em ê li hemberî her cure êrîşan, bi pêşengiya jinan vîna parastina cewherî derxin pêş û bi vê pêşengiyê şerê gel ê şoreşgerî, heya gihîştina serkeftinê bilind bikin.

Em ê gefên dorpêç û dagirkeriya gelemperî, bi derxistina pêş ya hêza yekitiya gelan bibersivînin, xurtkirina tifaqa gelên li Sûrî weke perspektîfa xwe ya sereke bi dest bigrin.

Bi vê boneyê di ketina 21’emîn salvegera 15'ê Sibatê de em bi pêşengiya Kongreya Star pêvajoyeke çalakiyan ku ji 7'ê Sibatê heya 15'ê Sibatê bidome, didin destpêkirin. Perspektîfa me ev e; ji ber ku êrîş gelemperî ye, divê berxwedan, çalakî û têkoşîn, gelemperî û bê sekin be. Bi vê mebestê divê her kêliyeke jiyanê wek kêliyên têkoşînê bên dîtin ku em ê bikarin; "Bi Rêbertiya azad, welatê azad û gelê azad re siberojên azad biafirînin." Divê em ji bîr nekin ku Rêbert, li Îmraliyê li ber xwe dide, gel li ber xwe dide û hêzên me yên şerê neyaran dike, hêviyên azadî yên mirovahiyê ne.

Li ser vê bingehê em wek Kongreya Star careke din komplogeran rûswa dikin, şehîdên xwe yên leheng bi rêz û minnet bi bîr tînin, di serî de jinan û ciwanan, bang li hemû gelên xwe û dostên hêja dikin da ku bikaribin bi hêz beşdarî çalakiyên rûswakirina Komploya 15'ê Sibatê bibin."

QAMIŞLO

Li ser asta herêma Cizîrê jî li bajarê Qamişlo li Stada Heysem Kuço mîtîng hate lidarxistin. Mitîng bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Kongreya Star bi zimanên Erebî û Kurdî ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan ve hate xwendin.

Piştî ku daxuyanî hate xwendin, endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif axivî. Foza got hêzên komploger xwest bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna gelan a ji bo azadiyê bişikînin û wiha got: “Ev 20 sal e ev gel li ser rêya rûmetê dimeşin. Jinên Kurd û jinên Mezopotamyayê li hemberî Komploya Navdewletî bi sekneke birûmet sekinîne. Îro hêzên komploger dixwazin bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployê nûjen bikin.”

Foza diyar kir ku hêzên komploger nikarin fikir û vîna Ocalan dîl bigirin û wiha axivî: “Me bi israr projeya neteweya demokratîk li ser axa xwe bi pêş xist û em ji bo azadiya xwe tê dikoşin. Em ê bi vîneke mezin û têkoşîna di hemû qadan de tolê ji komplogeran rakin. Bi çalakiya Leyla Guven ev tolhildan û berxwedan derket pêş.”

Foza destnîşan kir ku ew soz didin ku berxwedana wan bi israreke mezin bidome û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em wek jin destê xwe bidin yek, nehêlin ku komplo bigihîje armanca xwe. Bi yekîtiya jinan wê ev komplo têk biçe. Komploger ti car nagihîjin armanca xwe. Em ê heta serkeftinê li ser rêya biratî û wekheviyê bimeşin.”

KOBANÊ

Bi hezaran jinên herêma Firatê di seatên sibehê de, ber bi Baxçeyê 19’ê Tîrmehê ve herikîn da ku Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin.

Mîtîngê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Piştî daxuyaniyê endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah axivî û wiha got: “Em berxwedana jinan bi taybet jî ya Leyla Guven ku ev 92 roj e di greva birçîbûnê de ye, silav dikin. Ev 20 sal e ku gelê me ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe dide û heta ku negihîjin armaca xwe, wê li ser pêyan bin û li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.”

Asya Abdullah di berdewama axaftina xwe de wiha pêde çû: “Divê em jinên Rojavayê Kurdistanê li rexma hemû siyasetên dij bi jinan, têkoşîna xwe xurt bikin. Li hemberî van siyasetên qirêjî projeya neteweya demokratîk xurt bikin.”

Asya Abdullah di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan a di girtîgehan de û wiha got: “Divê em piştgiriya wan bikin, jinên wekî hevala Leyla Guven û hevalên xwe berxwedana xwe bi israr didomînin. Di salvegera 20’emîn a komploya li dijî Rêber Apo de wê berxwedana jinan di xeta şehîdên wekî Avesta, Arîn û Barînan de têkoşîn bi ser bikeve.”

Piştî axaftinê jinên çalakger berê xwe da Qada Jina Azad û meşiyan. Li wir meş bi dirûşmeyên berxwedana jinan bi dawî bû.

ŞEHBA

Mîtîng, li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi dirûşma “Em ê tecrîdê têk bibin û faşîzmê hilweşînin û avakirina netewea demokratîk mîsoger bikin” hate lidarxistin.

Bi sedan jinên Efrin û Şehbayê ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Tirkmen û jinên saziyan û jinên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê beşdarî mîtîngê bûn.

Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û pankartên “Bi rihê jina azad em ê bendên zindana Îmraliyê bişikînin, Ocalan azad bikin” û “Azadiya rêber Apo azadiya gelan e” hildan.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Wehîde Xelîl axivî û wiha got: “Bi navê jinan em roja reş a 15`ê Sibatê şermezar dikin û got: “Roj bi roj şoreş û felsefeya Ocalan berfireh dibe. Kesên ku komplo li ser Ocalan û gelê Kurd pêk tînin, nizanin ku bi milyonan jin û gelên herêmê bi fikra Ocalan bawer in.”

Wehîde teqez kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiya gelên demokratîk e, ji ber ku daxwazên wê daxwazên wan hemûyan in û kombûna li derdora Ocalan û berxwedana Leyla Guven mînakên vê yekê ne.

Mîtîng di bin baranê de û bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan û Leyla Guven, daxwaza azadiya Ocalan û stranên şoreşgerî bi dawî bû.