Cenazeya  Şehîd Arîn Şengal spartin axê

Cenazeya şervana YJŞ’ê Arîn Şingal a di encama qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan bi merasîmekê spartin axê.

Ji bo merasîma şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Arîn Şengal bi tevlîbûna sedan welatiyên Şengalê û şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê berê xwe dan Goristan Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên  YBŞ’ê û YJŞ‘ê destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabaî axivî. Hebabî sersaxî ji gelê xwe û ji malbata Şehîd Arîn re xwest û bal kişand ser rola wê ya di nava Şervanên Êzîdxan’ê YJŞê de kir.

‘JI BO PARASTINA WELAT HER KÊLIYÊ KAR KIR’

Hebabaî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hevrêya me Arîn Şengal bi kesayeta xwe ya ku her li pêş, bû xwedî ked û roleke mezin. Di hemû pêngavên Şingalê de cihê xwe girtiye û ji bo parastina welatê xwe her kêliya jiyana xwe kir xebat. Tekoşîn û şer her wiha heta kêliya dawî ya jiyana xwe di nava tekoşîn û xizmetê ji welat re bû.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Dayê Diwar sersaxî ji hemû civaka Êzidxanê re xwest û got: “Şehîd Arîn zaroka vî warî ye û em ê li ser şopa wê bimeşin.

Cenazeyê şehîd di dawiya merasîmê de bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ spartin axê.