Dayikên Şemiyê: Em dev ji qirika dewletê bernadin!

Dayikên Şemiyê cara 724’an hatin ba hev û aqûbeta Mehemt Şîrîn Maltû yê 17 salî ku 31’ê Çileya 1995’an hatibû destgîrkirin û windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 724'an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê ku xwestin ji ÎHD'ê bimeşin Qada Galatasarayê rastî astengiya polîsan hatin. Dayikan li ser vê yekê li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Beriya ku dayik daxuyaniyê bidin polisan dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kirin. Dayikan tîşortên ku wêneyê zarokên xwe yên winda lê zeliqandine li xwe kirin. Dîsa wêneyên zarokên xwe yên winda rakirin û qurnefîl kirin destê xwe. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên Stenbolê Huda Kaya, Oya Ersoy, Mûsa Pîroglu û gelek kes beşdarî çalakiya vê heftê bûn.

Di çalakiya de, ji bo Mehmet Şîrîn Maltû yê di 31’ê Çileya 1995’an dibin çavan de hat windakirin, daxwaza edaletê hat kirin. Metna çapemeniyê ya vê heftê, xwişka Hasan Ocak ê di sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin Masîde Ocak xwend.

Ocak, diyar kir ku Mehmet Şîrîn Maltû yê 17 salî li Goma Zediya ya ji 15 malbatan pêk dihat a navçeya Hezo ya Êlihê dijiya û wiha axivî: “Leşker, tîmên taybet û cerdevanên gund di şeva 31’ê Çileya 1995’an bi ser malê de girtin. Leşkerên kontrola nasnameyê kirin, Mehmet Şîrîn Maltû derxistin derve û heya saet 04.00 sibê li qadeke vekirî ya gund îşkence kirin. Dengê qîrînirya wî dihat biîstin. Dûre Şîrin bi xwe re birin. Dotirîna rojê, nêzî saet 12.00’an Şirîn destê û piyên wî girêdayî û kîs xistibûn serê wî paşve anîn gund. Dîsan li qadeke vekirî bi saetan rastî îşkenceya leşkeran hat. Leşkeran ji wî dixwestin cih nîşan bide. Lê wî tim digot ‘ez nizanim.’ Mehmet Şîrîn Maltû yê ji ber işkenceya leşkeran nedikarî li ser piyan raweste, dîsan li wesayîtê siwar kirin û bi xwe re birin.”

Ocak, diyar kir ku ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Maltû nehat û wiha got: “Hemû serlêdanên malbata Maltû yên ji bo dîtinê bi encam man û carek din agahî ji kurê xwe negirtin. Em ji bo Maltû edaletê dixwazin. Heya ku daxwaza me ya heqîqet û edaletê pêk were emê li wandihiyên xwe bigirin û emê dest ji warê xwe Galatasarayê bernedin.”

Piştî daxuyaniyê, nameya dayika Mehmet Şîrîn Maltû ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî çalakiyê bibe, Sabriye Maltû hat xwndin.

Dayik Maltû di nameya şand de wiha got: “Ez Sabriye Maltû. Ez dayika Mehmet Şirîn Maltû yê dibin çavan de hat windakirime. Mehmet Şîrîn 4’emîn zarokê min ê herî biçûk bû. 3 meh piştî hevjînê min di qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest, min ew kir hembêza xwe. Min ew bê bav mezin. Dema leşkeran ew bir hîna 17 salî bû. Bi şev ser mala me de girtin. Leşkeran di sermaya Çileyê de, heya serê sibê li ber çavên me îşkece kirin û dûre bi xwe re birin. Ev 24 salin li kurê xwe digerim û bi hêviya rojekê jê agahî bigirim dijîm. Ez dayîkim, ma em gorekê li ser dua bixwînin heq nakin? Ev 24 salin ez gorekê û cezakirina faîlên Mehmet Şirîn dixwazim. Ez pîr bûme û nexweşim. Heya nefesa xwe ya dawiyê jî ezê dest ji lêgerîna kurê xwe bernedin. Ez hemû kesên ji bo kurê min û windayên me hatin gelhev hembêz dikim.”

Piştî xwendina nameya dayika Maltû, birayê Ridvan Karakoç ê di sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin Hasan Karakoç jî axaftinek kurt kir û wiha got: “Dewlet berî her tiştî divê aqûbeta windayan bipirse, lê ligel vê jî xwe bêdeng, ker û lal dike. Van mirovan ev zilm heq nekiribûn. Tu mafê kesekê nîne ku van pêkanîna li ser vê gelî pêk bîne. Ev 24 sal in em têkoşîna xwe berdewam dikin. 24 sali din jî derbas bibin emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Piştî daxuyanî û axaftinan çalakî bi dawî bû.