Jinên li Şehbayê jiyaneke nû diafirînin

Jinên ji Şehbayê ku piştî Baasê di nava tarîtiya faşîzma DAÎŞ'ê de man, piştî ku herêma wan hate rizgarkirin dest bi jiyaneke nû kirin. Niha jî di nava Meclîsa Jinan a Şehbayê de dixebitin.

Jinên li Şehbayê, piştî ku herêm sala 2016'an hate rizgarkirin sîstema xwe ava kirin. Jinên ku xwe di nava Meclîsa Jinan a Şehbayê de bi rêxistin kirin, êdî li her qada jiyanê bi nasnameya xwe hene.

Ji rêveberiya Meclîsa Jinan a Şehbayê Rîfe Îbrahîm El Ehmed, Hamîde Temo û endama meclîsê Fatma El Mesrî ji ANF'ê re qala dema berî û piştî şer kirin.

Rîfe Îbrahîm El-Ehmed: Beriya dagirkeriya DAÎŞ'ê qet nebe zarokên min ên keç dikarîbûn biçûna dibistanê, diçûn zanîngehê. Bi DAÎŞ'ê re jiyan li me herimî. Jin neçar man li hundirê malê asê bimînin. Ji tirsa em nikarîbûn ji mala xwe derkevin. Bi her şêweyî zilm dihate kirin.

Piştî ku em ji DAÎŞ'ê rizgar bûn, ji nû ve ruh bi me ve hat. Em bûn xwedî hêza xwe. Jinan cihê xwe li her qada jiyanê girtin. Bi taybetî di nava komun, meclîsan û saziyên din de cih girtin. Bi şoreşê re me xwe baştir nas kir û fêhm kir bê azadî çi ye.

Fatma El Mesrî: Beriya şoreşê zextên giran li jinan dihatin kirin. Bi hatina DAÎŞ'ê re jiyan li me jinan bû êşkence. Neviyeke min heye 8 salî ye, çarşef li wê jî kirin. Zaroka di wî emrî de neçar dima ku rûyê xwe bigire. Bi şoreşê re jin bêhtir bi pêş ketin. Jin li her qada jiyanê hene.

Hemîde Temo: Beriya şoreşê jin bi giranî li nava zeviyan dixebitîn, sewal xwedî dikirin. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî gundê me kir, me ciwanên xwe birin Efrînê. Em jî hatin navçeya Herezê. Piştî 3 mehan tevî hevserê xwe em vegeriyan gund. Wê demê DAÎŞ'ê gelekî êşkence li mirovan dikir. Bi şoreşê re sîstemek afirî û gundên me bêhtir bi pêş ketin. Êdî mîna berê tundî li jinan nabe.

Em jinên Ereb jîr û karker in, lê ne birêxistin bûn. Berê em tenê li malê bi karê malê û zarokan re mijûl bûn. Niha em derdikevin derve, jin xwe bi rêxistin dikin, civakê perwerde dikin û dikarin bi hevalên xwe re diyalogên xweş çêbikin. Di nava jinan de têkiliyên gelekî bedew rû dan. Jin bûn hevalên jinê.