TJA'yê ji bo şikandina tecrîdê û piştgiriya bi Guven bang kir
TJA'yê diyar kir ku hewl tê dayin bi tecrîdê re komploya 15'ê Sibatê bê nûkirin û ragihand, "Berxwedan, destpêka berxwedana bi şikandina tecrîdê re têkbirina hêzên faşîst hemûyan e."
TJA'yê diyar kir ku hewl tê dayin bi tecrîdê re komploya 15'ê Sibatê bê nûkirin û ragihand, "Berxwedan, destpêka berxwedana bi şikandina tecrîdê re têkbirina hêzên faşîst hemûyan e."
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku Şerê Cîhanê yê 3'emîn li dinyayê bi taybetî li Rojhilata Navîn belav bûye, felsefeya azadiyê û armancên jiyana hevpar ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn berbiçav û bi cih bûne.
TJA'yê diyar kir, berxwedan, biryardarî û cesareta têkoşîna azadiya jinê gihaştiye asta azadiya jinan hemûyan û bi pêşengiya jinên Kurd rê li ber pêngaveke nû vekiriye. TJA'yê destnîşan kir, Leyla Guven pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike.
Di daxuyaniyê de işaret bi grevên birçîbûnê hate kirin û hate gotin, "Ev berxwedan wê bibe destpêka pêvajoya demokratîkbûnê ya ku bi şikandina tecrîda li Îmraliyê re hêzên faşîst hemûyan têk bibe.
Di daxuyaniya TJA'yê de hate ragihandin ku bi navê TJA'yê wê zalimên ku ji bilî komkujî û zilmê tiştekî nadin gelan ti carî efû nekin û hate gotin, "Lewma şikandina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan wê astengiyên li pêşiya jiyana azad a bi hev re û aştiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn yek bi yek ji holê rake. Di serî de jin em bang li her kesên aştîxwaz dikin ku dawî li tecrîdê bînin û piştgiriyê bidin Leyla Guven."