Jinên enternasyonalîst ên meşa dirêj name ji Guven re şandin

Jinên enternasyonalîst ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî 3 roj in dimeşin, nameyek ji Leyla Guven re şandin. Di nameyê de hate gotin, Guven ji bo wan pêşenga azadî û guherînê ye.

34 jinên koma enternasyonalîst ên li dijî komploya navneteweyî ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê, ji bo Leyla Guven a 99 roj in di greva birçîbûnê de ye nameyeke piştgiriyê şandin. Di nameyê de hate ragihandin, Guven ji bo wan pêşenga azadî û guherînê ye û di şexsê Guven de çalakgerên greva birçîbûnê hemû hatin silavkirin.

Nameya jinên enternasyonalîst wiha ye:

"Hevrêya me Leyla Guven!

Em, jinên enternasyonalîst in ku ji welatê Aragon, Elmanya, Norwêc, Katalonya, Portekîz, Swîsre, Bask, Îtalya, Fînlandiya, Şîlî, Kurdistan, Sardînya, Galîçya, Swêd, Madrîd, Emerîka, Cezayîr-Kabîleyê li hev civiyane û ji bo Rêber Ocalan ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê. Em dixwazin deng û îradeya we bigihînin dinyayê û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin. Em ê vê têkoşînê heta azadiya Rêber Ocalan bidomînin.

Tu ji bo me hêvî û bedewiya jiyanê ye, hêza îrade û baweriyê ye. Daxwazên te daxwazên me ne. Tu pêşenga serdema nû û pêngava azadiyê ye. Bi greva xwe ya birçîbûnê re te nîşanî me da ku her tişt pêkane û bawerî da me ku dîroka azadiyê dikare ji nû ve were nivîsandin. Te nîşanî her kesî da ku hest û mejiyê jinê çawa dikare bibe pêşenga guherînê. Em ne li bendê ne ku hêzên hegemonîk ên dinyayê azadî û aştiyê bidin me. Em ê mîna te hînî têokşînê bibin û têbikoşin. Di şexsê te de em çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan silav dikin.

Eger em ji bo armanca we li her derê nebin deng, em ê kengî bibin? Ne niha be wê kengî be?

Ne li vir an jî cihekî din be, wê li ku be?

Bêdengî sûc e! Em naxwazin bibin hevparê vî sûcî!

Berxwedan jiyan e!

Ya azadî, ya azadî!"