Jinên Maya piştgirî dan Guven: Em raperîna xwe ji we re dişînin!

Jinên Maya yên li Gûatemalayê peyamek weşandin û piştgirî dan Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye. Jinên Maya gotin, "Em hêza xwe, zindîbûna xwe, coşa xwe, raperîna xwe ji we re dişînin."

Bi navê jinên Maya yên li Gûatemalayê, ji bo Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 93 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyamek hate şandin.

Di peyamê de hate gotin, "Ji bakurê Gûatemalayê, bi navê xwişkên Maya, Xîncas û Mestîzasê, em hezkirin û silavên xwe yên germ dişînin. Em, jinên têkoşîna dîrokî ya Gûatemalayê ne. Ji te re hêz, zindîbûn, coş û raperîna xwe dişînin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em, jinên Maya agirê xwe yê merasîmê dadidin."

Di dewama peyamê de hate gotin, "Navê te wê ji niha û pê ve di nava me de her hebe; her wiha navên jinên di nava tevgera Kurd de cih digirin wê li vir her hebin. Em îro hêza qenciyê, hêza çiya, kevirên biçûk û mezin, hêza çem û volanan, hêza şervanên jin ên dîrokî ji te re dişînin. Em ji vê derê te hembêz dikin, bi vî rengî beden û ruhê de wê bi hêz bibe. Ji bo têkoşîna gelên cîhanê û jinan, ji bo jiyan û edaletê rê wê bi zanetiyê vebin."