Li Moskowayê konferansa jinên Kurd pêk hat

Organizasyona jinên Kurd a Moskowayê-Viyan, 6’emîn konferansa xwe ya asayî pêk anî. 

Organîzasyona jinên Kurd a Moskowayê-Viyan ku li paytexta Rûsya Moskowayê xebatên xwe dimeşîne, bi tevlîbûna 30 delegeyan 6. Konferansa xwe ya asayî pêk anî. Konferansa li Mala Çanda Kurd a Moskowayê hat kirin, bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê, organîzasyona Viyan rapora xebatên du salan û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demên cuda de li ser jinê kirî, hatin xwedin. Piştî wê, sînevîzyoneke li ser têkoşîna jina azad a Kurd hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê, dîwana konferansê hate hilbijartin û konferansê destpê kir. 

'EM XWEDÎ LI DAXWAZÊN ÇALAKGERAN DERDIKEVIN'

Seroka Viyanê Tara Kadir di destpêka konferansê de axivî. Kadir got, "Ji bo ku jinên Kurd ên li Moskowayê xwe bi rêxistinê bikin û di vê qadê de bikaribin bibin dengê têkoşîna jinên li Kurdistanê, Organîzasyona Viyan sala 2002’an hat damezrandin. Em niha 6. Konferansa xwe pêk tînin û em ê bi vê konferansê re asta xebatên xwe binirxînin û rêxistinbûna xwe car din bigirin dest, ji bo xebateke xurtir em ê organîzasyona xwe xurtir bikin. Mijareke girîng e ku em bibin dengê têkoşîna jinê ya li Kurdistanê tê kirin. Em li ser navê konferansê hevrêya xwe Leyla Guven ku li dijî tecrîda dewleta Tirk a paşverû û faşîst ketiye greva birçîbûnê silav dikin û dibêjin; di serî de hevrê Leyla Guven, daxwazên hemû çalakgeran daxwazên me ne jî.” 

Di mijara nirxandinê siyasî de sûcên şer ên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk anîn hatin raberkirin. Her wiha hate diyarkirin ku bi hevkariya faşîzma AKP-MHP’ê di nav civakê de dijminatî li Kurdan tê kirin.

'PKK Û OCALAN GELÊ KURD JI NÛ VE AFIRAND'

Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Culyeta Aram jî di dawîkirina konferansê de axivî û û bal kişand ser têkoşîna li dijî faşîzmê tê kirin û got, "Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan di bin şert û mercên gelek giran de bi têkoşîneke destanî ji nû ve gelê Kurd afirand. Beriya salan heke gotibûna wê jinên Kurd bi navê xwe û zimanê xwe bên li vir li Moskowayê konferansê lidar bixin, ti kesî bawer nedikir. Lê belê bi têkoşîna hevpar a PKK û PAJK’ê ev pêk hat. Îro meyleke faşîst a ku dixwaze tine bike. Ev feraset dixwaze kurdekî bindest û kole ku çawa bixwazin wisa bikar bîinin biafirînin. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwazin vê bikin. Lê belê Rêber APO ev êrîş û hewldan hemû vala derxistine, bi têkoşîna dide re civaka Kurd azad dike.

Lewre ev faşîzm dixwaze bi tecrîdê, Rêber Abdullah Ocalan bêdeng bike. Lê belê di serî de jin, wê her beşa civakê bi bilindkirina têkoşînê planên qirêj ên TC’yê vala derxe. Niha di serî de Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş, Strasbourg û di zindanê Tirkiyeyê de, parlamenter jî di nav de gekek şoreşgeran ji bo vala derxistina vê polîtîkayê ketine greva birçîbûnê. Em li ser navê konferansê vê têkoşîna hêja silav dikin."