TJK-E: 16'ê Sibatê em li Strasboûrgê bin, bibin dengê çalakgeran

TJK-E'yê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Rêber Apo Girava Îmraliyê kiriye keleha berxwedan, ronakbîrî û vejînê." TJK-E'yê bang li her kesî kir ku 16'ê Sibatê li Strasboûrgê bin û bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û di salvegera 20'an de hêzên komploger bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî hatin bibîranîn û hate gotin, "Têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê ku mohra xwe li sedsala 20'an xistiye, zêdeyî 40 sal in bi navê gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn û mirovahiyê, nirxên azadî, demokrasî û wekheviyê bi dayina berdêlên mezin diparêze û mezin dike. Têkoşîna me ya ku ji Kurdistanê dest pê kiriye û li cîhanê belav dibe. Têkoşîna me îro ligel jin û gelên azadîxwaz nivîsandina vê destanê didomînin.

Afirînerê vê berxwedan û têkoşîna destanwarî Rêber Apo emrê xwe daye têkoşîna mazlûman. Rêber Apo bi îdeolojiya xwe ya azadiyê û felsefeya xwe ya hemû polîtîkayên qirêj ên modernîteya kapîtalîst derxistiye holê. Dewleta Tirk a ku li hemberî vê rastiyê tengijiye, bi piştgiriya ku ji DYE, Rûsya û welatên YE wergirtiye, komploya 15’ê Sibatê pêk aniye. Di vî warî de 15’ê Sibatê ne bi tenê li hemberî şexsekî, di şexsê Rêberê gelekî, li dijî hemû jin û gelan hatiye kirin.

‘ÎMRALI BÛ KELEHA BERXWEDAN Û VEJÎNÊ’

Komploya 15’ê Sibatê di nava 20 salan de negihiştiye armanca xwe. Rêber Apo Girava Îmraliyê kiriye keleha berxwedan û vejînê. 20 sal in di bin tecrîd û zexteke giran de ye lê pergala berxwedan û jiyanê ya sedsala 21’an ava kiriye. Di 4 salên dawîn de li hemberî Rêbertiya me tecrîdeke mezin heye. Li pişt vê tecrîdê ji xeynî dewleta Tirk, hêzên ku komplo pêk anîne jî hene. Hêzên komploger îradeya siyasî û civakî ya gelê Kurd nas nake. Tifaq û peymanên qirêj ên ku bi rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hatiye avakirin vî tiştî nîşan didin.

‘EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN BERXWEDÊRÊN KU DÎROKÊ DINIVÎSIN’

Delîla herî şênber a vî tiştî jî ev e ku, saziyên wekî Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT heta niha bêdeng mane. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, Leyla Guven 100 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di heman demê de ji Strasboûrgê heta Hewlêrê, ji Mexmûrê heta Gallerê li gelek cihan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Peyama ku berxwedêr didin me gelekî zelal e: Komploya 15’ê Sibatê û tecrîd li dijî me hemûyan e, ji ber vê jî divê berxwedan were geşkirin.

Em bangî hemû gel, jinan û dostên xwe dikin ku di 15’ê Sibatê roja Înê em tevlî çalakiyên protestoyê yên li pêşiya konsolosxaneyên dewleta Tirk û DYE bibin.

Ji bo silavkirina berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, ji bo protestokirina komplogerên 15’ê Sibatê û ji bo parçekirina faşîzma ku li ser me tê kirin, em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û jinan dikin ku di 16’ê Sibatê de tevlî meşa li Strasboûrgê bibin û em bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê.”